Jinan li Pirsûsê lêkolîn kirin

Meclîsa Azadiya Jinan a ji bo têkildarî lêkolîna Komkujiya Pirsûsê hat bajêr, Parlamenter Meral Daniş Beştaş got, "Eger mirov bêje di bûyerê de îxmala rayedarên fermî heye wê pir gotineke sivik be.”

Meclîsa Azadiya Jinan a ji bo têkildarî lêkolîna Komkujiya Pirsûsê ya 32 şoreşger hatin qetilkirin hat bajêr, Parlamenter Meral Daniş Beştaş got, "Eger mirov bêje di bûyerê de îxmala rayedarên fermî heye wê pir gotineke sivik be. Gotin û kiryarên meqamên edlî û îdarî yên li hember komkujiyê nîşan dide ku bûne sedema komkujiyeke wiha.”

Heyeta Meclîsa Azadiya Jinan, piştî Licê li Pirsûs a 32 şoreşger lê hatin qetilkirin lêkolîn kir.

Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Prof. Dr. Beyza Ustun, Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê û Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera Riha Dîlek Ocalan, endama Heyeta Îmrali Ceylan Bagriyanik, Sema Koç, Gulsum Agaoglu, Nîmet Tanrikulu, Necla Koroglu, Ulku Baytaş, Ezra Elbîstan, Prz. Gulay Koca û Bedriye Yorgun ên di nav heyetê de cih digirin Hevşaredara Pirsûsê Zûhal Ekmez ziyaret kirin. Heyetê têkildarî komkujiyê agahî girt.

Heyet paşê derbasî Navenda Çand û Hunerê ya Amara bû û li cihê komkujî lê pêk hat lêkolîn kir, bi şahidên bûyerê re axivî. Heyet her wiha bi Serdozgeriya Komarê ya Riha ya lêpirsînê bi rê ve dibe û  rêveberên Baroyê re jî rûnişt. Heyetê her wiha malbatên ji ber cenazeyên zarokên wan ên li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tên rawestandin û nadin wan li Taxa Mehser nobetê digirin jî ziyaret kir.

Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş a têkildarî xebatên heyetê agahî da got: "Agahiya rayedaran heye ku ciwan tên navçeyê. Her wiha beriya wê bi du rojan teqwiyeya ewlekariyê ji bo navçeyê hatiye kirin. Lê belê ev taqwiye ne ji parastina ciwanan ji êrîşan ji bo ciwan wek tehdîtê dîtine hatiye kirin."

'EWLEKARÎ LI HEMBER CIWANAN HATIYE KIRIN'

Beştaş got ku teyît kirine di dema bûyerê de polîs ne li cihê bûyerê ne û qeyda kamerayan jî nîne. Beştaş wiha dewam kir: "Eger mirov bêje di bûyerê de îxmala rayedarên fermî heye wê pir gotineke sivik be. Gotin û kiryarên meqamên edlî û îdarî yên li hember komkujiyê nîşan dide ku bûne sedema komkujiyeke wiha.”

Beştaş diyar kir ku ji bo hêzên li pişt komkujiyê derxin holê wê bixebitin.

Heyeta Meclîsa Azadiya Jinan duh jî li Licêya şewatên daristanan lê rû didin lêkolîn kiribûn û bi kesên şahidî ji şewatê re kiribûn hevdîtin pêk anîbûn.