Ji ber muzîka Kurdî rastî lêdanê hat û hat binçavkirin

Derket holê ku endamê Koma Zap a muzîkê Yûsûf Çetîn ji ber li Kolana Îstîklalê bi Kurdî stran gotiye polîsên sivîl li wî dane û ew kirine binçavan.

Derket holê ku endamê Koma Zap a muzîkê Yûsûf Çetîn ji ber li Kolana Îstîklalê bi Kurdî stran gotiye polîsên sivîl li wî dane û ew kirine binçavan. Çetîn ji ANF'ê re axivî û got, "Em ê nehêlin hûn terorîst mûzîkê bikin" û ji bêrîka wî 300 TL derxistine û şewitandine. Çetîn xwe amade dike giliyê polîsan bike û got, "Ez Kurd im û zimanê min ê dayikê Kurdî ye. Eger ev sûc be, ez ê vî sûcî her tim bikim."

Polîsên Tirk ên ku konsepta şer a AKP'ê ji xwe re weke firsendê dibînin, vê carê jî berê xwe dan ciwanên bi Kurdî distirên. Polîsên sivîl ên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Beyoglûyê, bi gotina "em ê nehêlin hûn terorîst mûzîkê çêbikin" êrîşî endamê Koma Zapê ya muzîkê Yûsûf Çetîn kirin û bi lêdanê ew kirin binçavan.

"JI BÊRÎKA MIN 300 TL DERXISTIN Û BI GOTINA 'PEREYÊ TERORÎST' E ŞEWITANDIN"

Çetîn anî ziman ku di nava polîsen li wî dane de amîrekî payebilind ê ku navê wî nizane hebû û bi vî rengî behsa bûyera êvara 29'ê Tîrmeha 2015'an de qewimî kir: "Saet derdora 23:00 bû. Dema  li kolana pişt Konsolosxaneya Fransayê rûdiniştim sê polîsên sivîl hatin û bi gotina 'çi karê we li vir heye?' bela xwe li min dan. Gava min navnîşana xwe jê re got, min rakirin û birin qereqola Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Beyoglûyê ku li heman kolanê ye. Bi tundî bi ser min de hatin. Li ser min geriyan û ji bêrîka min 300 TL derxistin. Gotin 'ev pereyê terorîst e' û şewitandin. Û li min dan. Di wê demê de amîrekî payebilind ê polîsan ku navê wî nizanim lê belê li Kolana Îstîklalê timî bi parêzvanên xwe digere, tevlî wan bû û li min da. Kulm li mîda min dan. Ev lêdan li wesayîteke sivîl jî dewam kir. Polîsekî bi simlê, esmer ê 28-30 salî kulmek welê hişt li bêvila min da, pişt wesayîtê hemû bû xwîn. Di wesayîtê de yekî ji wan gotin 'em ê nehêlin terorîst mûzîkê bikin' û heqaret li nasnameya min kirin. Hingî min fêm kir ku çima li min didin û ez kirime binçavan.

GEFA "EGER TU TIŞTEKÎ JI DOKTOR RE BÊJE WÊ NEBAŞÎ BÊ SERÊ TE"

Piştre ez birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyêy a Şîşlî Etfal. Di rê de gef li min xwarin û ji min re gotin, 'eger tu tiştekî ji doktor re bêje, wê tiştên nebaş bê serê te'. Ji xwe bi min re ketin odeya mûaneyê. Ji ber vê yekê min gilî nekir. Doktor tiştek ji min nepirsî, bi tenê li ser kaxizê nivîsand ku li min nehatiye dayîn. Dûre ez birin Bloka B a Şaxê Tîmên Guven a Beyoglûyê, xistin hucreyê. Nehiştin li parêzerê xwe bigerim. heta sibehê bê xwarin û bê av mam."

JI BER KU KURD IM

Çetîn anî ziman ku danê sibehê ew birin Edliyeya Çaglayanê û ji aliyê katîbên têkoşîna li hemberî terorê ve îfadeya wî hatiye girtin û dozgerî ew serbest berdaye. Çetîn çawa serbest hat berdan çû Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Okmeydani û rapora lêdanê wergirt. Çetîn anî ziman ku polîsan bi awayekî bê hiqûqî dest danîne ser du xetên wî yên telefonê. Çetîn xwe amade dike giliyê polîsên sivîl ên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Beyoglûyê bike û got, "Ji ber ku Kurd im polîsan stresa xwe ji min girtin. Ez Kurd im û zimanê min ê dayikê Kurdî ye. Eger ev sûc be, ez ê vî sûcî her tim bikim."

...