Li Tendurekê li hember operasyonê çalakiya mertalên zindî

Çiyayê Tendurekê ku wek herêma leşkerî ya demkî hat îlankirin û operasyon hat destpêkirin, gel çalakiya mertalên zindî da destpêkirin.

Çiyayê Tendurekê ku wek herêma leşkerî ya demkî hat îlankirin û operasyon hat destpêkirin, gel çalakiya mertalên zindî da destpêkirin.

Walîtiya Agirî ku çiyayê Tendurekê wek “herêma leşkerî ya demkî” îlan kir û operasyon da destpêkirin, rêxistinên DBP û HDP’ê yên Agirî li hember vê, çalakiya mertalên zindî dan destpêkirin. Parlamenterên HDP’ê yên Agirî Dirayet Dîlan Taşdemîr û Berdan Ozturk, Hevşaredarên Agirî Sirri Sakik û Mukaddes Kûbîlay, hevşaredarên navçeyan jî di nav de gelek kesan dest bi çalakiya mertalên zindî kirin û li Tendurekê konê aştiyê vedan. Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Agirî Ozlem Demîr a têkildarî mijarê axivî diyar kir ku bi pêkanîna “herêma ewlekariyê ya demkî” re, gund hatin valakirin, zext li gel tê kirin û ji zozanan tên daxistin. Demîr wiha dewam kir: "Li hember ferzkirina şer a desthilatdarî û qesrê em topyekûn mertala aştiyê ava dikin.”

Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik jî wiha axivî: “Me berê valakirin û şewitandina gundan, valakirina zozanan û hêrêmên ewlakiyê yên demkî dît. Ev çareseriyê nayîne vî welatî. Em ji her du aliyan dixwazin ku tavilê destên xwe ji tetîkê bikişînin. Em dixwazin pêvajoya çareseriyê ya Birêz Ocalan daye destpêkirin dewam bike.”

Piştî axaftinan gel, li çiyayê Tendurekê konê aştiyê vekir.