Şahîn: Gelê Dêrsimê wê gund û zozanên xwe vala neke
Parlamentera HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn da xuyakirin ku qedexekirina 14 herêmên Dêrsimê bi hinceta 'ewlekariyê' û şewitandina daristanan parçeyek ji konsepta şer ê AKP'ê ye.
Parlamentera HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn da xuyakirin ku qedexekirina 14 herêmên Dêrsimê bi hinceta 'ewlekariyê' û şewitandina daristanan parçeyek ji konsepta şer ê AKP'ê ye.
Parlamentera HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn da xuyakirin ku qedexekirina 14 herêmên Dêrsimê bi hinceta 'ewlekariyê' û şewitandina daristanan parçeyek ji konsepta şer ê AKP'ê ye.
Parlamentera HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, şewata daristanên li bajêr, qedexekirina 14 herêman bi hinceta 'ewlekariyê' û valakirina gundan ji ANF'ê re nirxand.
Şahîn diyar kir ku hewl tê dayîn li welêt konsepteke şer bê meşandin û got, "Ev rewşeke nû nîne. Demeke kurt beriya hilbijartinan hat destpêkirin. Pêvajoyeke ku li Agiriyê destpê kir; ji ber ku encamên hilbijartinê ji aliyê qesrê ve dihat zanîn. Aşkera bû ku AKP wê ji van encaman kêfxweş nebe û hingî ev konsepta şer hat destpêkirin."
'LEŞKER DARISTANAN DIŞEWITÎNIN'
Şahîn anî ziman ku Dêrsim yek ji bajarên sembolîk e li vî welatî û da zanîn ku wan şewatên hatine derxistin, li cih lêkolîn kirine. Şahîn got, "Hem li gorî vegotinên gundiyan hem jî li gorî çavdêriyên me, şewat ji aliyê leşkeran ve hatiye derxistin. Dema em herêmeke şewatê kontrol dikin, li herêmeke din şewat tê derxistin. Ev yek nîşan dide ku bi zanebûn ev tê kirin."
'JI SALA 1938'AN Û VIR VE MEZINTIRÎN HERÊMA QEDEXE HAT ÎLANKIRIN'
Şahîn tevî şewata daristanan, bal kişand ser qedexekirina 14 herêman bi hinceta 'ewlekariyê' û got, "Ev 14 herêm tevahiya Dêrsimê ne. Ji ber ku Dêrsim cihekî çiyayî ye, herêmên wê yên vekirî kêm e. Dema hûn cihekî digirin, hingî herêmek bi temamî tê girtin. Têkiliya gelek navçeyan, gelek herêman ji hev qut dikin. Lewma Dêrsim vediguhere herêmeke qedexekirî. Ji sala 1938'an û vir ve qedexeya herî mezin hatiye îlankirin."
Şahîn da zanîn ku di dema destpêkirina muzakereyan de vegera li Dêrsimê destpê kir û anî ziman ku karên xwedîkirina mêşên hingiv û sewalkariyê li gundan ji nû ve zindî bûn, eleqeya ji bo tûrîzma xwezayê zêde bû. Şahîn destnîşan kir ku ev qedexe pêşîgirtina li vegeran û jiyana hilberîner a bajêr e.
DÊRSIMÎ: EM QEDEXEYAN NAS NAKIN
Şahîn da xuyakirin ku civak nerazîbûneke mezin nîşanî qedexeyan dide û got, "Em bi yekîtiyên saziyên pîşeyî, odeya zîraatê û gelek saziyên civakî yên sivîl re hevdîtinan dikin. Hemû bersiveke bi tenê didin; 'Em ê ti cihî vala nekin, em ê ji ti cihî danekevin'. Ev qedene ne tenê li hemberî mirovên karê xwedîkirina sewalan dike, li hemberî gundiyên li wir dimîne ye. Bi giştî bandorê li Dêrsimê dike. Ji roja destpêkê ya vê qedexeyê ve, nerazîbûneke mezin heye. Em li kolanan e, li nava gel in. Gel bi awayekî zelal dibêjin ku ew ê qedexeyan nas nekin û li fîlmên berê careke din temaşe nekin."
'BI QEDEXEYAN RE ESNAF WÊ TENGAV BIBIN'
Şahîn ragihand ku esnafên Dêrsimê ji ber qedexeyan gelekî bi fikar in û got, "Esnaf dibêjin ku qedexe ji bo wan tê girtina derabeyan. Êdî wê nikaribin bixebitin. Mehên zindî yên bajêr ev meh in. Ji ber ku Dêrsimiyên li derveyî bajêr di van mehan de tên Dêrsimê. Ev meh mehên bi tevger in. Lewma di nava van sê mehan de jiyaneke zindî li Dêrsimê heye. Bi zivistanê re nifûs ji xwe kêm dibe. Berê bi van qedexeyan re em ji herêmê derxistin. Komkujî bû, sirgûn hat kirin, gund hatin valakirin. Ji bilî vê bendav tên çêkirin. Ev hemû parçeyek ji konsepta şer a ji bo valakirina vê derê ji mirovan e."
Şahîn destnîşan kir ku gelê Dêrsimê dibêje 'em ê nehêlin şer bê kirin' û got, "Ez îro bi malbatên zarokên wan li leşkeriyê re ne axivîm. Weke gelê Dêrsimê em ê nehêlin ew şer derxînin, em ê zimanê aştiyê bi taybetî jî berxwedanê bi rêxistin bikin."