KCD-E banga tevlîbûna çalakiyên 8'ê Tebaxê kir

Hevserokatiya KCD-E li dijî şerê topyekûn ê dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd daye meşandin, banga tevlîbûna çalakiyên 8'ê Tebaxê li tevahiya Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir.

Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser êrîşên dijwar ên dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd û tevgera azadiyê.

Hevserokatiya KCD-E da xuyakirin ku li dû serketinên giranbuha yên li seranserê Kurdistanê bi taybetî li Bakur, Başû û Rojavayê Kurdistanê, dewleta Tirk a xwe li ber van destketiyan ranegirt, dest bi êrîşên hovane kir.

Di daxuyaniyê de êrîşên bi 24'ê Tîrmehê destpêkirin û bi komkujiya li Zergelê dewam kir û hînê bi operasyonên qirkirina siyasî yên girtin û binçavkirinan didomin hatin bibîrxistin û hat gotin, "Dewleta Tirk bi pêşengiya hikûmeta AKP'ê dixwaze bi van êrîşên leşkerî re binpêkirina xwe ya pêvajoya aştî û çareseriyê pîne bike û raya giştî bixapîne. Di bin navê şerê li hemberî terora DAIŞ'ê de dixwaze raya giştî ya cîhanê bixapîne û bi rêbaza siyaseta komplo pêvajoya aştî û demokrasiyê bi rêve bibe."

KCD-E di dewama daxuyaniya xwe de komkujiya li Zergelê şermezar kir û ragihand ku berpirsyarê sereke yê vî sûcî hikûmeta AKP'ê ye. Hevserokatiya KCD-E bang li hêzên demokratîk û aştîxwaz û dostên gelê Kurd ên li Ewropayê dijîn kir ku vê siyaseta dewleta Tirkiyeyê baş binirxînin, li hemberî wê bibin xwedî helwest û piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.

KCD-E bang li Kurdistaniyên li çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê dijîn jî kir ku xwedî li têkoşîna xwe ya azadiyê, xwedî li xwîna şehîdan derkevin û bi girseyî beşdarî çalakiyên roja 8'ê Tebaxê bibin.

KCD-E da zanîn ku di vê rojê de wê li Den Haag, Bruksel, Koln, Parîs û hemû navendên Ewropayê çalakî bên lidarxistin.