KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla: Em ê bersivê bidin her şêwe êrîşê
Li hemberî êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyyaê, gerîla amadekariyan dikin. Gerîlayên ku 24 saetan nobedê digirin, destnîşan dikin ku ew ê bersivê bidin her êrîşeke gengaz. -
"Li herêmên Wezîrê Enerjiyê jê re digot 'zeviyên avdanê', zevî nîne"
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin ku 11 bendavên cuda yên ewlekariyê, ku li newalên kûr hatine çêkirin, bi temamî ji bo armancên ewlekariyê ne. -
Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
Hat diyarkirin ku li terqarê ya hala sebzeyan a taxên Xaçort û Şehîd Firat ên Wanê piştî kolandina xendekan pevçûna bi çekan rû daye. -
Artêşa Tirk çiyayê Tendurekê bombebaran kir
Cihê çalakiya nobetê ku ji ber Çiyayê Tendurekê wek "Herêma Ewlehiyê ya Leşkerî ya Demkî" hatibû destpê kirin ji aliye helîkopterên leşkerî ve tê bombebarandin. Li herêmê liv û tevgera helîkopteran berdewam dike. -
Cenazeyê 15 gerîlayan li ‘Şehîdgeha Xerzanê’ spartin axê
Cenazeyên 15 gerîlayên PKK'ê ên di salên 1990'î de jiyana xwe ji dest dane bi merasîmeke girseyî li "Goristana Şehîdan a Xerzanê" hatin definkirin. -
Cenazeyê 20 şervanan li sînor tên rawestandin
Ji ber biryara Desteya Wezîran cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê li sînorê Kobanê têne rawestandin û hate zanîn ku hejmara cenazeyan gihiştiye 20'an. -
3 kes li Midyadê hatin binçavkirin
Li navçeya Midyad a Mêrdînê polîs û tîmên taybet bi ser malan de girtin û 3 kes binçavkirin. Welatiyê bi navê M. Beşîr Akay anî ziman ku tîmên taybet bi gotinên "Hûn ê jî bêbav bimînin" li zarokên wî gef xwariye. -
Rejîma Îranê siyasetmedarekî Kurd darve kir
Hat ragihandin ku rejîma Îranê siyasetmedarekî Kurd bi darve kiriye. -
Partiya Yekîtiya Suryanî û TEV-DEM’ê revandina 250 Suryaniyan şermezar kirin
Partiya Yekîtiya Suryanî û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) revandina welatiyên Suryan ên bajaroka Qeryetên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve şermezarkirin û diyar kirin ku aliyên piştgiriyê didin DAIŞ‘ê berpirsyarê vê yekê ne. -
31’ê Tîrmehê gerîlayan li hember Midûriyeta Polîsan a Pozanti çalakî li dar xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 31’ê Tîrmehê gerîlayên HPG’ê li hember Midûriyeta Polîsan a Navçeya Pozanti çalakiyeke berfireh pêk anîne, di çalakiyê de du gerîlayên HPG’ê bi fedayî li ber xwe dane û jiyana xwe ji dest dane. -
‘Medyaya şerê taybet giraniyê dide nûçeyên derew’
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina gel, bal kişand ku medyaya şerê taybet giraniyê dide nûçeyên derew û got: “Nûçeyên tên çêkirin bi temamî wek berhema şerê psîkolojîk li ser maseyê hatine çêkirin. -
Heyeta Îmrali: Divê şert û mercên muzakereya azad ên Ocalan pêk werin
Heyeta Îmraliyê tekildarî geşedanên dawî yên di demên dawî, nîqaşên di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de û daxuyaniyên ku rayedarên hikûmetê didin de daxuyaniyek nivîskî weşand. -
HPG: Çalakiyên me yên li dijî êrîşan dewam dikin
Gerîla bi çalakiyên bi bandor bersivê didin êrîşên artêşa Tirk. Di çalakiyên gerîla de 4 lekşer û polîsek hatin kuştin. 2 panzer hatin rûxandin û li yekê jî derb hat xistin. -
Li Şengalê 2 çete hatin kuştin
Li Şengalê di çalakiyên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de 2 çete hatin kuştin. -
Denîz Firat li ser gora xwe hat bîranîn
Kedkara çapemeniya azad Denîz Firat a li Mexmûrê di dema şopandina êrîşên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê li ser gora xwe hat bîranîn. -
'Girîng e gelê me rabe ser piyan û sîstema xwe ava bike'
Endama Koordînasyona PJAK'ê Rotînda Amed got, "Têkoşîna çekdarî ser vê ramanê bû, bi parastina rewa re têkoşîna xwe parastinê. Piştre me hewl da van pirsgirêkan bi rêya muzakereyê çareser bikin." -
Komxebata 'Rojhilata Navîn, DAIŞ û Kurdistan' destpê kir
Komxebata 'Rojhilata Navîn, DAIŞ û Kurdistan' a ji aliyê SAMER'ê ve tê lidarxistin destpê kir. Komxebat bi beşdariya gelek akademîsyen û siyasetmedaran, li Amedê pêk tê. -
Cemaldînî: Divê mirovahî xwedî li xwezaya Kurdistanê derkeve
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê şewata li daristanan dewam dike. Di encama şewata ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, heta niha bi dehan hektar daristan şewitiye û gelek zindî ji ber şewatê telef bûn. -
Komek ji xwendekarên zanîngehê û ciwanan tevlî refên gerîla bûn
Komek ji ciwanên Kurd û xwendekarên zanîngehê, bi armanca şermezarkirina polîtîkayên şer ên AKP'ê tevlî refên gerîla bûn. -
Acar: Girava Îmrali ji xaka Tirkiyeyê cuda tê dîtin
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku heta sermuzakerevanê çareseriya pirsgirêka Kurd Ocalan azad nebe, rewşa şer bi dawî nabe. -
Ji ber bomberdûmana balafirên şer li Zap û Xakurê şewat derket
Ji ber êrîşên hewayî yên balafirên şer ên Tirk ji 24'ê Tîrmehê û vir ve dikin, li gelek cihên Herêmên Parastinê yên Medyayê şewat bi daristanan ket. Şewata daristanên Zap û Xakurkê ji aliyê kamerayên me ve hat kişandin. -
Wêneyên destpêkê yên ji gundê Recman Xerbî yê hat azadkirin….
Ji gundê Recman Xerbî yê ku berî sê rojan ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hat azadkirin, çend wêne. -
'Panoyên azadiyê...'
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevî mercên şer jî, vîna avakirina jiyana azad a gerîla roj bi roj zêde dibe û dewam dike. -
Li Kerkûkê gerîla, pêşmerge û gel pêvajoya salekê nirxandin
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên saleke li Kerkûkê li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoş in gotin, "Li dijî êrîşên li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê yên li hemberî gelên me, gerîla wê her tim bibin yek dil û parastina gel bikin." -
Polîsan li Amedê zarokek birîndar kirin
Polîsan, bombeyên gazê avêt nava taxê û zaroka 6 salî Buşra Aktoprak a li balqonê raza bû, birîndar kir.