'Girîng e gelê me rabe ser piyan û sîstema xwe ava bike'

Endama Koordînasyona PJAK'ê Rotînda Amed got, "Têkoşîna çekdarî ser vê ramanê bû, bi parastina rewa re têkoşîna xwe parastinê. Piştre me hewl da van pirsgirêkan bi rêya muzakereyê çareser bikin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Rotînda Amed, konsepta şer a AKP'ê û daxuyaniyên PDK'ê nirxand û got, "Têkoşîna çekdarî ser vê ramanê bû, bi parastina rewa re têkoşîna xwe parastinê. Piştre me hewl da van pirsgirêkan bi rêya muzakereyê çareser bikin."

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Rotînda Amed, pêvajoya dawî ji ANF'ê re nirxand.

Amed da xuyakirin ku şerê niha tê meşandin ne şerekî bi hikûmeta AKP'ê re destpê kiriye û got, "Li gorî me, di tevahiya herikîna dîroka Komara Tirkiyeyê de pêkanîneke hevpar a hemû hikûmetan heye ji bo xwe mayînde bikin; ew jî qetilkirina gelan e. Demîrel jî, Çîller jî ev kirin. Gotinek di dema dawî de tê bikaranîn dibêjin, 'gelo em li salên 90'î vedigerin?' Ev dewlet ji xwe ji salên 90'î derneketiye."

Amed bal kişand ser êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, ku bi armanca bê mirov hiştina herêmê tên kirin û der barê van êrîşan û daxuyaniyên PDK'ê yên li ser mijarê de ev nirxandin kir:

"Em li vir in û naçin bi ti cihî ve. Ti kes nikare me ji çiyayên me, me ji welatê me derxîne. Ne Erdogan, ne jî PDK nikarin me ji Kurdistanê derxînin. Li aliyekî Erdogan dibêje bila ji Bakurê Kurdistanê derkevin, li aliyê din jî Barzanî dibêje bila ji Başûrê Kurdistanê derkevin. Ew kê ji ku diqewirînin? Bila ew biçin. Ew heq nakin bi mirovên vê erdnîgariyê re bijîn. Eger gelekî dilê wan heye bila biçin cem wan hêzên navneteweyî yên pişta xwe dispêrin wan. Lê em ê Kurdistanê neterikînin. Ne tenê weke Kurd weke hemû gelên li vê derê em ê jiyana xwe ya li Kurdistanê her dewam bikin. Em li ser welatê xwe, li ser kokên xwe mezin bûn û ti carî ji cihê lê çêbûne, dernakevin. Em vê yekê ji dewleta Tirk, ji hikûmeta Tirk, ji Serokkomar, ji Serokwezîr, ji rayedarên dewletê, ji nivîskarên wan re dibêjin. Ev polîtîka rûyekî din ê komkujî û qirkirinê ye."

De barê nîqaşên li ser 'xerabûna pêvajoyê' de endama Koordînasyona PAJK'ê Rotînda Amed ev nirxandin kir:

"Tiştekî bi wî rengî nîne. Ji xwe rewşeke mîna pêvajoyê nebû. Em dikarin pêvajoyê weke têkoşîna Rêberê me ya beriya çil salan bi gotina 'Kurdistan mêtîngeh e' destpê kir, pênase bikin. Bawerî û hêviya wê têkoşînê afirand, bawerî û hêviya ji azadî û sosyalîzmê bû. Ev hêvî mezin bû û veguherî hêviya gelan. Ji ber vê yekê di pêvajoyê de mebesta me dîroka têkoşînê ya Rêbertiya me ye. Têkoşîna çekdarî li ser vê ramanê bû, bi parastina rewa re têkoşîna xwe dispêre parastina bi xwe. Dûre me hewl dan pirsgirêkan bi rêya muzakereyê çareser bikin."

Amed da xuyakirin ku ji bo wan azadiya Rêbertiya wan tê wateya azadiya gelê Kurd û destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan ji xwe sedema şer e.

Amed got, "Rêberê me nebe, em nînin. Bi awayekî zelal, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, me helwest nîşan dane. Heta azadiya cihî ya Rêberê me, hemû gotin vala ne. Lewma em ji aliyê leşkerî ve jî ne bêçare ne û ji aliyê siyasî ve jî ne tevgereke ku xwe ji însafa dewletê re hiştine. Projeyên me û şêweyên jiyana me ya sîstemî hene. Rojava mînaka şênber e. Statuya Kurdistanê ya li Rojavayê ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê û hemû parçeyan derbas dibe. Eger li Tirkiyeyê dewleta Tirk bi Rêbertiya Tevgera Azadiyê re vî karî bi awayekî cidî neke, weke gelên Kurdistanî em xwedî çareseriyên xwe ne û em ê van bi cih bînin."

Amed diyar kir ku ew ê ji neh aiyan ve; li qadên aborî, perwerde, xwe parastin û tenduristiyê tevahiya jiyana xwe bi rêxistin bikin û got, "Divê gelê me taxa xwe, welatê xwe biparêze. Kengî me xwe bi rêxistin kir, hingî wê hêza me derkeve holê. Ji ber vê yekê em bê alternatîf nînin. Gelê me hem li Rojava hem jî li Bakurê Kurdistanê gelek caran nîşan daye ku dikare xwe bi çi rengî bi rêve bibe. Dem hatiye ev yek şênber bibe. Girîng e HDP û DBP rûnên û li vê bifikirin; eger hemû alternatîfên me bi pêngavên dijber re rû bi rû tê 'divê em ji xwe pirsgirin ku çawa xwe bi xwe birêxistin bikin'. Pêwîste KCD di vî warî de xwedî wesf be. KCD rêxistinbûyîneke xurt e. Bi tenê li ser hin bûyerên diqewimin, nîşandana hin helwestan têrê nake. Daxuyaniya 'cenaze tên, li deriyê sînor ê Xabûrê tên sekinandin' têra bersivdayîna li vê bêaqiliyê nake. Rabûna ser piyan a di van mijaran de têrê nake. Eger em ê rabin ser piyan, divê ji bo avakirina s3ıstema xwe û rêxistinbûyîna xwe ya ji nû ve avakirinê, em rabn ser piyan."