Gerîla: Em ê bersivê bidin her şêwe êrîşê
Li hemberî êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyyaê, gerîla amadekariyan dikin. Gerîlayên ku 24 saetan nobedê digirin, destnîşan dikin ku ew ê bersivê bidin her êrîşeke gengaz.

Li dijî êrîşên hewayî yên rojên dawî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bataryayên parastina hewayî yên gerîla, ku gerîla jê re doçka dibêjin, ji bo gerîlayên li çeperên xwe yên erdê nobeda ezmanan digirin, navê stîleke jiyanê ye. Li dijî her şêwe êrîşeke li van rêze çiyayên bilind, 24 saetan nobed tê girtin. Bêguman li hemberî êrîşan ne tenê doçka, BCK û çekên giran jî li van qadên bilind cih digirin. Gerîlayên hem li hemberî rewşeke hewayî hem jî ya bejahî 'ragihandin' ava kirine û kengî dixwazin bi qadên din re têkiliyê datînin, li dijî balafirên tên hev du hişyar dikin.
'ÊRÎŞ WÊ BÊ BERSIV NEMÎNIN'
Gerîla Dervîş Şîno yê li qadên bilind ên Herêmên Parastinê yên Medyayê doçka ya 12,5'î bi kar tîne, anî ziman ku ew li hemberî her şêwe êrîşên hewayî amade ne. Şîno diyar kir ku êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ketine dewrê û got, "Pêvajoya muzakere û çareseriyê ya bi Newroza 2013'an re destpê kir, ji 24'ê Tîrmehê û pêv e qediyaye. Bê guman ev pêvajo ji 5'ê Nîsanê bi tecrîdkirina Rêberê me ve qediya bû. Bi êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi qetilkirina gelê sivîl, operasyonên qirkirina siyasî û leşkerî re dijmin dixwaze gel biherikîne kolanan û komkujiyan bike. Weke milîtan û gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd, em ê li dijî ti êrîşan bêdeng nemînin. Li hemberî van êrîşan amadekariyên me tam e. Ji xwe tedbîrên me, amadekariyên me li pêş çavan e. Em ê ti carî destûrê nedin ku dijmin qezenç bike."
Gerîlayê bi navê Botan Şirnex ê BCK bi kar tîne got, "Li hemberî her êrîşa ji hewa û bejahî ve, bersiva me amade ye."