Heyeta Îmrali: Divê şert û mercên muzakereya azad ên Ocalan pêk werin

Heyeta Îmraliyê tekildarî geşedanên dawî yên di demên dawî, nîqaşên di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de û daxuyaniyên ku rayedarên hikûmetê didin de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Têkildarî pêvajoyê ji Heyeta Îmraliyê daxuyaniyek nû hat. Heyeta Îmraliyê nirxandina "Hikûmeta AKP'ê ku di pêvajoya çareseriyê de pêbaweriya xwe winda kiriye, êdî rewşa xwe ya ku trafîka hevdîtinê ya bi Ocalan re diyar bike jî winda kiriye" kir û di berdewamê de ev tişt ragihand: "Heke pêvajo bidome divê şert û mercên ku birêz Ocalan xebatên muzakereyê bi însiyatîfa xwe, di dema ku ew bi xwe diyar dike, bi heyetên kesên ku ew pêşniyar dike bê avakirin. Wekî ku di mînakên muzakereyên cîhanê de jî gelek nimûneyan de tên dîtin jî ev pêkanîn divê statuya Birêz Ocalan a muzakereyê jî diyar bike, bi sererastkirinek qanûnî ve bê misogerkirin û ev yek ji bo aştiyê wekî berpirsyariyek dîrokî li pêşiya me disekine. Li derve pêşketinên neyênî yên diqewimin û pêvajoya pevçûnê ku windahiyên can çêdibe bi sererastkirinek bi vî rengî ve ya ku wê pêvajoya çareseriyê bilez bibe encamê. Ji bo aştiyek mayînde ev gavên hêsan lê yên dîrokî heta ku şenber nebe, heta ku hikûmeta AKP'ê têkîldarî pêvajoya çareseriyê ve hevrûbûneke samîmî pêk neyê di vî warî de gavên şenber neyê avêtin, heta ku konsepta tecrîda girankirî ya li sîstema Îmraliyê di dewreyê de be çûyîna heyeta me li Îmraliyê dê pêşiya pêşketinên dîrokî veneke û em vê yekê bi raya girtî re parve dikin. Pirsgirêk çûyîna heyeta me ya li giravê nîne, pirsgirêk ev e ku Birêz Ocalan ê mîmarê vî pêvajoyê ye di şert û mercên azad û wekhev de xebatên xwe dikare bimeşîne yan na."

Heyeta Îmraliyê tekildarî geşedanên dawî yên di demên dawî, nîqaşên di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de û daxuyaniyên ku rayedarên hikûmetê didin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya ku bi îmzeya endamên heyetê Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Aktîvîsta KJA'yê Ceylan Bagriyanik, Parlamenterên HDP'ê Îrdîs Baluken, Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder hate weşandin wiha ye:

"Di 2012'an de operasyonên qirkirina siyasî, operasyonên îmhakirinê yên leşkerî, qatlîama Roboskî û tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve konsepta tasfiyekirina tevahî, heta pêvaoya ku metna Mutabaqata Dolmabahçeyê ya em dikarin wekî pêşnûmeya aştiya mayînde binirxînin, xebatên ku heyeta me dimeşîne ji aliyê raya giştî û gelê me ve tê zanîn. Heyeta me di vê pêvajoyê de li aliyekî di navbera Îmrali-Qendîl-Enqereyê trafîka hevdîtinan de cih girt, meşand, li aliyê din jî bi koma me ya parlamentoyê ve ji bo ku pêvajoya çareseriyê bigihîje encamê, li meclîsê di xebatên qanûnî yên hatin kirin de peywira muxatabiyê wergirt. Ji bo aştiya mayînde ji bo ku Heyeta Şopandinê bê avakirin û di hefteyeke de muzakereyên fermî bê destpêkirin, kongreya ku ji bo çekan ji dewreyê derxe ji aliyê birêz Ocalan ve wê bangawazî bihata kirin em di wekî di mînakên cîhanê de nehatiye dîtin bi lez dimeşiyan û ev yek jî divê me encamek çawa bi bandor digirt bê nixandin.

AKP'Ê PÊVAJOYA DÎROKÎ WÊRAN KIR

Di serdemeke em hatin ber bi aştiyeke mayînde ve di hilbijartina 7'ê Hezîranê de hikûmeta AKP'ê li şûna aştiyê desthilatdariya xwe derxist pêş û li gorî wê helwesteke siyasî nîşan da û pêvajoya dîrokî mixabin anî ber nuqteya wêrankirinê. Di vê demê de Serokkomar Erdogan got, 'heyeta şopandinê çênabe', 'mutabakata Dolmabahçeyê şaş e, 'alî tinene', mase tineye' û 'pirsgirêka Kurd tineye' daxuyanî dan û pêvajoya çareseriyê ji bo girseya nîjadperest bi dawî kir. Di pêvajoya hilbijartinê de provokasyona Giyadînê, bombeyên li Edene û Mêrsînê, înfaza Kanîreşê ya Çewlîkê û herî dawî bombeyên li Qada Îstasyonê ya Amedê teqiyan tenê xebatên partiya me yên ji bo aştiyê xizmetê dikin na di heman demê de pêvajoya çareseriyê jî bêtaqat hişt.

Li gel van hemû neyêniyan gelê me di hilbijartina 7'ê Hezîranê de li hemberî provokasyon û lêgerînên şer di sindoqan de ji bo muzakere û çareseriya siyasî ya demokratîk ked da û anî roja cîhanê. Di heman demê de gelê me di 7'ê Hezîranê de navnîşana çareseriya hemû pirsgirêkan Meclîs û Parlamentoya nîşan da. Hikûmeta AKP'ê ya di 7'ê Hezîranê de têk çû peyama gelê me rast nexwend û li gorî wê polîtîka pêşnexistin li şûna wê kaos û pevçûn anîn rojevê û daxwazên aştiyê paşguh kirin. Em bûyer piştî hilbijartinê li Amedê bi kuştina rêveberek Îhay-der û 3 endamên partiya me di wê çarçoveyê de dinirxînin. Piştî hilbijartinê endamên AKP'ê yên di heyeta pêvajoya çareseriyê de cih digirtin jî di nav de, reyedarên hikûmetê bi daxuyaniyên dayîn di pêvajoya çareseriyê de hikûmeta AKP'ê ji bo ku bigihije aştiyek mayînde na ji bo bi tena serê xwe bibe desthilatdar û rêya serokatiya welat ji Erdogan re vebike tevgeriyan nîşandan. Piştî Erdogan û hikûmeta AKP'ê dîtin ku nemimkune bigihijin armanca xwe weke sala 2012'an bi konsepta şer a topyekûn bersiv da. Operasyonên siyasî yên her roj bi dehan kesên tên girtin, operasyonên leşker, komkujiya Zergelê, valakirina gundan û şewitandina daristanan, herêmên ewlehiyê îlankirin, pêkanînên OHAL'ê, herî dawî li Silopiyayê înfaz li dar xistin, HDP hedef girtin, destnedayînê rakirin, girtiyan partiya siyasî, tecrîda zêdehî 4 mehin li Birêz Ocalan pêk tê xulaseya konsepta şerê hikûmeta AKP'ê daye destpêkirin e. Komkujiya Pirsûsê ya 32 ciwanên me hatin qetilkirin û piştî wê yekê provokasyona li Serêkaniyê xistin dewreyê bi zanebûn hatiye plankirin û ji aliyê hikûmetê ve ji bo konsepta şer pêk bîne bikaranî.

AKP, ERDOGAN Û MEDYAYA ALÎGIR ŞERÊ PSÎKOLOJÎK XIST DEWREYÊ

Sedema komkujiya Pirsûsê ji ber polîtîkayên Rojava û Sûriyeyê yên hikûmetê pêk hat hemû raya giştî ya neteweyî û navneteweyî ev yek tesbît kiriye. Hikûmet di serî de heya niha li hemberî Rojava û Sûriyeyê polîtîkayên şaş bikar anîn û herî dawî piştî Gire Spî hat azadkirin ev yek bi awayekî aşkera vegerênd dijmihaniyê. Erdogan, AKP'ê û medyaya şer ji bo Şoreşa Rojava bixeniqîne dest bi kampanyaya şerê psîkolojîk kir. Di pêvajoyeke wisa giran de pêvajoya çareseriyê gav bi gav ber bi tinekirinê ve birin. Di demên dawî de rayedarên hikûmeta AKP'ê û medyaya şer dest bi operasyonek hişmendiyê ya weke hin geşedanên erenî pêk tên kir. Di vê mijarê de cenazeyên li sînor ji bo hilbigirin welat kirin mijara bazariyê û dijmirovahî tevgeriya. Di nava vê operasyonê de tecrîda li ser Birêz Ocalan û serlêdanên me yên devikî û nivîsîkî yên fermî li hemberî heyeta me vegêrandin kampanyaya bêbawerbûnê.

BANGA BALDARIYÊ

Em weke Heyeta Îmraliyê li hemberî konsepta şer a topyekûn, tecrîda dijhiqûqî ya li ser Birêz Ocalan tê meşandin û di serdemek AKP ji bo şer her tiştî dike gelê xwe û raya giştî li hemberî polîtîkayên bêbawerbûnê hişyar dikin û dewetî baldar tev digerin dikin. Em careke din dubare dikin ji bo ev konsepta şer ji dewreyê derkeve divê operasyonên siyasî û leşkerî rawestin, alî vegeriyan asta bêpevçûniyê, tecrîda girankirî rakin, mekanîzmayên muzakereyê ji nû ve bên avakirin weke berpirsiyariyek dîrokî dibînin. Em hikûmeta AKP'ê ji bo pêwîstiyên pêvajoya çareseriyê yên pêşeroja Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk bi bandor bike bi cih bîne hişyar dikin. Daxwaza Heyeta Îmraliyê ya bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike di vê çaroveyê de divê bê nirxandin.

HIKÛMETA AKP'Ê POZÎSYONA KU TRAFÎKA HEVDÎTINÊN ME PÊK BÊN NEGIRTIYE

Heyet di daxuyaniyê de da zanîn ku di vê çarçoveyê de AKP di pêvajoya çareseriyê de bawerîbûna xwe winda kiriye û wiha hat gotin: "Hikûmeta AKP'ê pozîsyona ku trafîka hevdîtinên me pêk bên negirtiye. Ger pêvajo berdewam bike, em di wê baweriyê de ne ku şert û mercên Birêz Ocalan karibe xebatên xwe bi însiyatîfa xwe diyar bike û heyeta ku bê avakirin kesên ku ew diyar bike re bê meşandin. Ji bo Birêz Ocalan pozîsyona muzakereyê ku bê dayîn, wê muzakere bi tevlîbûna aliyên cuda yên civakê re bi awayekî zelal pêk bê û bingeha ku aştiya civakî pêk bê derkeve holê. Birêz Ocalan di statuya muzakereyê de li gorî diyar bike wê bikeve bin qanûnê û ev yek jî ji bo aştiyê mecbûriyetek dîrokî ye. Mijar heyet biçe Îmraliyê yan neçe nîn e, divî Birêz Ocalan di şert û mercên wekhev û azad de xebatên muzakereyê bide meşandin."

Heyet di daxuyaniyê di diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de li gel bêbiryaran û şerpezeyan jî dîsa heyeta wan di nava civakê de heta niha ti şikestina baweriyê pêk neaniye û daxuyanî wiha bi dawî bû: "Hin endamên heyetê yên AKP'î di van demên dawî de êrîşê partî û gelê me dikin û bi vî awayî xwe li ser piyan digirin. Di konjonktura heyî de di nava hewldanên ku ji nû ve pozîzyon bigirin de ne û em vê yekê bi awayekî matmayî dişopînin. Mutabakata Dolmabahçe jî di nav de di demên bihurî de hemû xebatên ku ew jî tê de cih girtine înkar dikin. Bila baş bê zanîn ku gelê me bi tu awayî prîm nedaye wan û medyaya alîgir. Ji bo xwe ji rewşa kambax ku ketine rizgar bikin bi rojevê derewş, Birêz Ocalan ji xwe re dikin wekî amûr nêz dibin. Divê baş bizanibin ku piştî 7'ê Hezîranê pêvajoya çareseriyê ji holê hatiye rakirin. Ev kesên ku bi awayekî şexsê difikirin divê dest ji vê yekê berdin û çi dibe bila bibe xwedî li aştiyê derbikevin."