31’ê Tîrmehê gerîlayan li hember Midûriyeta Polîsan a Pozanti çalakî li dar xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 31’ê Tîrmehê gerîlayên HPG’ê li hember Midûriyeta Polîsan a Navçeya Pozanti çalakiyeke berfireh pêk anîne, di çalakiyê de du gerîlayên HPG’ê bi fedayî li ber xwe dane û jiyana xwe ji dest dane.
ANF
BEHDÎNAN
yekşem, 9 gelawêjê 2015, 15:43
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 31’ê Tîrmehê gerîlayên HPG’ê li hember Midûriyeta Polîsan a Navçeya Pozanti çalakiyeke berfireh pêk anîne, di çalakiyê de du gerîlayên HPG’ê bi fedayî li ber xwe dane û jiyana xwe ji dest dane. Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê her wiha ragihand ku 4’ê Tebaxa 2015’an li Herêmên Parastinê yên Medya gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 31’ê Tîrmehê saet 02.00 de gerîlayên HPG’ê li hemberî Midûriyeta Polîsan a Pozanti çalakiyeke berfireh li dar xistine. HPG’ê got: “Her du gerîlayên me piştî bi bi çekên ferdî li du polîsên ku li ber nizamiyeyê dane, ketine hundirê avahiyê. Dema li hundir pevçûna bi polîsan re dijwar bû, her du gerîlayên me jî bi terzê fedayî çalakiya xwe dewam kirine. Hevrê Welat û Şiyar bi biryardariyeke mezin û ruhekî fedayî çûne ser dijmin, di çalakiyê de gelek polîs mirine û birîndar bûne.”
HPG da zanîn ku Midûriyeta Polîsan hewl daye ku windahiyên xwe yên di encama derbên xwariye de veşêre û bi awayekî nêzîkatiyên heqaretwarî cenazeyên 2 gerîlayan teslîmî komeke faşîst kirine. HPG’ê ev agahî parve kir: “Hevalê Şiyar û Welat ên di demên cuda de tevlî têkoşîna azadiyê bûyîn û xwe bi perwerdeya Apoyî pêş xistin, xwedî sekneke mîlîtanî ya di her şert û mercên giran de ji kar re amade bûn. Ev her du hevalên me li hemberî êrîşên artêşa Tirk ruhê fedayî yê bilindkirina têkoşînê hildigirtin, her du hevalan bi biryardariyek mezin ev çalakî li dar xistine û sekneke dîrokî nîşan dane.
Agahiyên nasnameyên gerîlayên HPG’ê yên li Midûriyeta Polîsan a Pozantî çalakî li dar xistine wiha ne:
Nasnav: Şiyar Şiyar
Nav û Paşnav: Yakûp Nas
Cihê Jidayikbûnê: Mersîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 31 – 07 – 2015 / Edene – Pozanti
Nasnav: Welat Riha
Nav û Paşnav: Alî Baybarîz
Cihê Jidayikbûnê: Hatay
Cih û Dîroka Şehadetê: 31 – 07 – 2015 / Edene – Pozanti
‘GERÎLAYEKÎ BIRÎNDAR BIBÛ JÎ JIYANA XWE JI DEST DAYE’
HPG’ê diyar kir ku gerîlayê bi navê Azad Serhat ê di êrîşên balafirên şer ên TIrkan ên di rojên 25 – 26’ê Tîrmehê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de birîndar bibû jî demek bû dihat dermankirin û jiyana xwe ji dest daye.
“Hevrê Azad ê di jîngeheke welaparêz de mezin bû û Tevgera Azadiyê nas kir, piştî perwerdeya xwe ya şervanên nû, li gelek herêman xebatên gerîla meşandiye. Hevrê Azad ê di karên ku dimeşand de bi fedakarî û biryardariya xwe dihat naskirin, her dem hevalekî bi moral û pêşeng bû.”
HPG’ê agahiya nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye parve kir:
Nasnav: Azad Serhat
Nav û Paşnav: Alî Îhsan Askar
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Cih û Dîroka Şehadetê: 04 – 08 – 2015 / Herêmên Parastinê yên Medya