KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK: 15’ê Tebaxê ruh û hêza têkoşîna azadiyê ye
KCK: Pêngava 15’ê Tebaxê îro li her çar parçeyên Kurdistanê bûye ruh û hêza têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd. Ruhê Mahsûm Korkmaz ê di 15’ê Tebaxê de îro bûye rûhê tevayî gelê Kurd. -
Nasnameyên 6 gerîlayan hatin aşkerakirin
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê nasnameya 6 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. -
YBŞ: Em ê civata Êzidî bi canê xwe biparêzin
Fermandariya YBŞ'ê di daxuyaniya xwe ya ji ber salvegera komkujiya 2007'an a li dijî Êzidiyan de got, "Berdêla wê canê me jî be em ê civata xwe ya Êzidî biparêzin." -
Kevîn Jochîm ê YPG'yî wê li Karlsrûhe bê veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Kevîn Jochîm, wê li Goristana Karlsrûhe-Grunwînkelê bê veşartin. -
'Gerîla wê her tim bersivê bidin êrîşên li dijî gelê Kurdistanê'
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gerîla wê her tim bersivê bidin êrîşên li dijî gelê Kurdistanê. -
PKK: Bi ruhê 15'ê Tebaxê re em berxwedana şoreşger mezin bikin
Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku têkoşîna azadbûyînê ruh û hêviyeke têk naçe afirandiye û bang li gelê Kurdistanê û hemû berxwedêrên neteweya demokratîk kir ku berxwedana şoreşger mezin bikin. -
Karayilan: AKP'ê şaşîtî kir, wê berdêleke giran bide
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku AKP'ê bi êrîşên 24'ê Tîrmehê re şaşîtiya herî mezin a dîroka xwe kiriye û destnîşan kir ku wê berdêla van êrîşan bi giranî bide. -
Şahidan Fermana 72'an vegotin
Di komkujiya Gir Izêr û Siba Şêx Xidir de, li gorî hejmarên ne fermî 400 Kurdên Êzidî hatin qetilkirin, bi sedan birîndar bûn û bi dehan hatin revandin. Lê belê hînê nehatiye zelalkirin bê kê komkujî kiriye. -
Baroya Amedê: Dewletê li Giyadînê 2 zarokên bê guneh qetil kir
Li navçeya Giyadîn a Agirî ku dewletê sîvîl qetil kirin, Baroya Amedê nerazîbûn nîşan da û xwest tavilê operasyonên leşkerî û pevçûn bi dawî bibin. -
Yuksekdag: AKP'ê li hemberî gel şer daye destpêkirin
Heyeta HDP'ê ya Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag û Ertugrul Kurkçu jî di nav de bûn hatin Silopiyayê û malbatên welatiyên jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. -
Li Kopê îlana xwerêveberiyê
Li Kopê Meclîsa Gel û nûnerên partiyên siyasî û saziyan, xwerêveberî îlan kirin. -
Leşkeran li Cizîrê gel gulebaran kirin
Di çalakiya li hemberî Fermandariya Garnîzona Leşkerî ya Cizîrê de leşkerek birîndar bû, piştî çalakiyê leşkeran gel gulebaran kir. Di êrîşê de gelek gule bi wesayît û mala Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ket. -
Walîtiyê destûr neda meşa Amedê
Meşa Aştiyê ya li dijî polîtîkayên şer ê AKP'ê ji aliyê polîsan ve bi hinceta fermana Walîtiya Amedê heye tê astengkirin. -
Xebata atolyeyê ya li Mêrdînê didome
Ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê atolyeya bi navê “Bajar û jin, cinsiyeta civakî û plansaziya bajêr” a hat destpêkirin di roja duyemîn de dewam dike. -
Li Mêrdînê binçavkirin, li Erziromê girtin
Hikûmeta AKP’ê ya demkî di çarçoveya operasyonên xwe yên qirkirina siyasî de binçavkirin û girtinan didomîne. Li navçeya Kerboran a Mêrdînê 2 kes hatin binçavkirin, li navçeya Qereyazî ya Erziromê kesek hat girtin. -
KCK: Pêwîst e gelên Kurdistan û Tirkiye li hember van komkujiyan bêdeng nemîne
KCK: Pêwîst e tevayî gelê Kurdistan û Tirkiye li hember van komkujiyan bêdeng nemîne, li ku devera Kurdistanê li hember gel êrîşek hebe divê bi gelê li vir re têkoşîna piştevaniyê bê dayîn. -
KJK: Îlana xwerêveberiyê di rêya demokratîkbûnê de gaveke girîng e
KJK: Li Şirnex, Cizîrê, Silopiya û Nisêbînê îradeya di îlana xwerêveberiyê de derket holê, divê wek di rêya demokratîkbûnê de gaveke girîng bê fêmkirin û destekkirin. -
Gelê Gimgim xwerêveberî îlan kir
Meclîsa Bajêr a Gimgimê jî bi daxuyaniyek îlan kir ku ew êdî meşrûiyeta saziyên dewletê ku di çarçoveya şerê giştî de berê xwe dane qetlîaman nas nakin. -
KNK: Em vê rûreşiya li hember 6 şervanên YPG´ê pêk hatiye bi tundî şermezar dikin
Dewleta Tirk ku 6 şervanên YPG’ê yên birîndar radestî çeteyên El Nusrayê kir, KNK’ê ev helwesta dewleta Tirk bi tundî şermezar kir. -
Di çalakiyên gerîlayên ên li Bakurê Kurdistanê de gelek leşker hatin kuştin
Hêzên Parastina Gel, diyar kir ku di rêze çalakiyên ku li dar xistin de gelek leşker û polîsên Tirk hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku li Qereqola Ozerkli ya Amedê 24 leşker hatine kuştin. -
Leşkerên Tirk jina 58 salî bi giranî birîndar kirin
Leşkerên Tirkiyeyê welatiya 58 salî ya bi navê Qedriya Keke ya ji bajaroka Hirêtan a Helebê birîndar kirin. -
Koordînasyona Civata Êzidî: Ne dema şînê ye, dema têkoşînê ye
Koordînasyona Civata Êzidî, ji ber salvegera komkujiya sala 2007'an a li dijî Êzidiyan daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de banga rêxistinbûyîn û yekîtiyê hat kirin û ji saziyên mirovî yên navneteweyî jî hat xwestin ku piştgiriyê bidin civata Êzidî. -
Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Tirkiye êdî wiha nayê rêvebirin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna diyar kir ku ew ê 23'yê Tebaxê kongreya partiya xwe li dar bixin û wiha got: "Dewlet an jî dewleta demokratîk? Em ê biryara vê yekê bikin." -
Ji artêşa Tirk êrîşa bi obus û hawanan
Êrîşên artêşa Tirk ên bi obus û hawanan li hember herêmên gerîla didomin. -
Li Mêrdînê 2 kes hatin girtin
Li navçeya Midyad a Mêrdînê ji 3 welatiyên ku hatibûn binçavkirin, Durmaz Yahşî û Abdullah Algan hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Midyadê.