Şahidan Fermana 72'an vegotin

Di komkujiya Gir Izêr û Siba Şêx Xidir de, li gorî hejmarên ne fermî 400 Kurdên Êzidî hatin qetilkirin, bi sedan birîndar bûn û bi dehan hatin revandin. Lê belê hînê nehatiye zelalkirin bê kê komkujî kiriye.

Di komkujiya Gir Izêr û Siba Şêx Xidir de, li gorî hejmarên ne fermî 400 Kurdên Êzidî hatin qetilkirin, bi sedan birîndar bûn û bi dehan hatin revandin. Lê belê hînê nehatiye zelalkirin bê kê komkujî kiriye.

Li gundên Gir Izêr û Siba Şêx Xidir ên Şengalê, di 14'ê Tebaxa 2007'an de komkujiyek ku hînê nehatiye zelalkirin bê ji aliyê kê ve hatiye kirin, rû da. Di komkujiya Gir Izêr û Siba Şêx Xidir de, li gorî hejmarên ne fermî 400 Kurdên Êzidî hatin qetilkirin, bi sedan birîndar bûn û bi dehan hatin revandin. 

Mîna Tebaxa 2014'an Gir Izêr û Siba Şêx Xidir dîsa di bin kontrola pêşmergeyên PDK'ê û hêzên ewlekariyê yên hikûmeta navendî ya Iraqê de bûn. Lê belê yên ku ev komkujî kirin, di nuqteyên asayîşê yên van hêzan de derbas bûn û di nava çend saetan de bi sedan Êzidî qetil kirin.

Tevî ku di ser re 8 sal derbasbûne jî hînê der barê berpirsyarên vê komkujiyê de ti lêkolîn nehatiye meşandin û nehat aşkerakirin bê komkujî ji aliyê kê ve û bi kîjan armancê ve hatiye kirin. Şahid û mexdûrên komkujiyê di salvegera vê fermana 72'an de ji ANF'ê re axivîn.

'GULE MÎNA BARANÊ DIBARIYAN'

Ji gundê Til Izêr Reşo Huseyîn Xidirî: Dema êrîşê destpê kir ez li malê bûm. Di destpêkê de dengê teqînekê hat min, dema me hewl da fêm bikin bê çi bûye, gule mîna baranê li ser me bariyan. Matmayî mabûm. Bandora teqînê bi metreyan ez ji cih pengizandibû. Bi dengê fîşekan re mirov derketin kolanan. Piştî min şoq ji ser xwe avêt, ez jî derketim derve. Kolan bi cesedan dagirtî bûn. Gelek mal hilweşiya bûn, bi sedan mal dişewitîn.

'EM HÎNÊ SEDEMA KOMKUJIYÊ NIZANIN'

Ji xizmên nêz ên min 6 kes mirin, gelek birîndar bûn, yek winda bû û hînê nehatiye dîtin. Bi giştî 400 mirî, bi sedan birîndar hebûn. Kê ev komkujî kir, çima kir, nayê zanîn. Bi tenê gotin 'terorîstan' kirin. Armanca wan çi bû, çima em qetil kirin me fêm nekir. Ne hikûmetê li vê pirsî ne jî kesekî din li me xwedî derket.

Me ti kes bi vî rengî qetil nekir. Berevajî me destê xwe yê alîkariyê dirêjî her kesê hewcedar kir. Lê belê di tevahiya dîrokê de em her tim rastî komkujiyan hatin. Komkujiya niha tê kirin jî bi heman rengî ye. DAIŞ'ê çima ev komkujî anî serê me. Gelo me çi zerar dan Ereban.

Eger YPG-HPG nebûya Êzidî wê bi temamî bihatina qetilkirin. Yên em ji DAIŞ'ê parastin, yên di şert û mercên zehmet de alîkarî dan me ev hêz bûn. Êzidiyan ev komkujî ji bîr nekirine. Divê yekîtiya xwe ji sedî sed ava bikin.

Kanê ku di dema komkujiyê de li Gir Izêr bû: Ez naxwazim wan kêliyan bînim bîra xwe. Dişibe êrîşên dawî yên DAIŞ'ê. Komkujiyek bû rû da. Jin, zarok, extiyar bi sedan mirov hatin qetilkirin. Hingî jî pêşmerge li herêma me hêza asayîşê bûn, lê dîsa em neparastin. Ji derve hatibûn. Li hemberî Gir Izêr û Siba êrîşên emzin kirin. Teqînên mezin rû dan. Vana çawa xwe gihandin gundên me? Pêşmerge hebûn, asayîş hebû. Ev hemû pirsên divê bersiva xwe hebin.

'ÊDÎ TI KES WÊ NEMA KARIBE ME QETIL BIKE, JI BER KU EM ÊDÎ XWE BI RÊXISTIN DIKIN'

Em Êzidî, me heta niha ti komkujî lêpirsîn nedikir, Lê ji niha û pê ve êdî her tişt wê gelekî cuda be. Ti kes wê nikaribe me qetil bike. Bi fermana dawî re em hîn bêhtir li rewşê dipirsin. Tê fêmkirin ku her tişt bi gelekî zanebûn hatiye kirin. Armanc çavtirsandin û teslîmgirtina Êzidiyan bû. Lê dikarim vê bêjim, ji niha û pê ve wê ferman bi ser Êzidiyan ve ranebe. Ji bo vê jî bang li Êzidiyan dikim ku hêzên xwe bikin yek, rêxistinbûyîn û sîstema xwe ya parastinê ava bikin. Heta ku em timî li benda parastina hin kesan bin, wê her tim ferman li me rabin. Bi taybetî divê mezinên me vê rastiyê bibînin.

'HER KES DIKUŞTIN'

Xidir Huseyîn ê nîv saet beriya komkujiyê ji Şengalê çû gundê Siba: Dema gihaştim gund, pêşiya gund li derbasbûna wesayîtên biyanî hatibû girtin. Kesî fêm nedikir çi qewimiye. Piştî çend deqeyan dûxan rabû.

Ji nişka ve em li felaketekê rast hatin. Wesayîtek li pêşiya me bi hewa ket. Mîna ku em di xewnekê de bûn. Gelek mirov mirin. Mirovên rûyê wan, bedenên wan birîndar bûn li derdorê hebûn. Gelek mirovan zarok, xizmên xwe nas nedikirin. Her kesî ji hev dipirsîn ku ev kî ne, ev êrîş ji ber çi hatine kirin. Lê belê bersiv tinebû. Mal hildiweşiyan. Her der dihat şewitandin. Du teqîn li dû hev rû dan. Bi şev ketin nava gund. Mirov ji xaniyan derxistin û dikuştin. Her kesên li kolanan didîtin dikuştin.

'PÊŞMERGE TIŞTEK NEDIKIR'

Ji asayîşê kesî dest wernedida, pêşmergeyan ti tişt nedikirin. Digotin ên êrîş kirine terorîst in. Lê belê ew terorîst kî bûn, çima êrîş kirin. Lê belê hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta herêmî ya li hemberî wê êrîşê bêdeng man û nebûn asteng, berpirsyar in. Aşkera ye êrîş plankirî bû. Naxwe ewçend mirov, ewqas wesayît wê çawa di ewqas nuqteyên kontrolê yên asayîşê de derbas bibûna. Ev nîşan dide ku êrîş piralî û plankirî ye.

'EZ Ê TI CARÎ WAN KÊLIYAN JI BÎR NEKIM'

Ji gundê Gir Izêr Semîra Xelef: Teqîna destpêkê min got qey erdhej e, lê heman piştî teqînê gule hatin reşandin. Dema em derketin derve, me dît ku mirov bi awayekî bê çare direvin derdorê. Kesî nedizanî li çi rast hatiye. Mirovan nedikarî li dij derkevin. Ji xwe amadekariya kesî ya dijderketinê jî tinebû. Mirov bêparastin hatibûn hiştin. Terorîstên ne diyar bû ji ku hatine çawa hatine, derketibûn nêçira mirovan. Kekê min, ap û xalê min di wê êrîşê de hatin kuştin. Di tevahiya jiyana xwe de ez ê komkujiyên 2007 û 2014'an ji bîr nekim.

...