Koordînasyona Civata Êzidî, bi wesîleya salvegera komkujiya sala 2007'an a li dijî Êzidiyan daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de banga rêxistinbûyîn û yekîtiyê hat kirin û ji saziyên mirovî yên navneteweyî jî hat xwestin ku piştgiriyê bidin civata Êzidî.
Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona Civata Êzidî de hat argihandin ku di 14'ê Tebaxa 2007'an de li jîngehên Siba Şêx Xidir û Til Izêr ên Şengalê 450 Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran birîndar bûn û hat gotin, "Em vê komkujiya li civata Êzidî hat kirin bi hêrseke mezin şermezar dikin. Şehîdên xwe yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bibîr tînin. Em careke din soz didin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn."
'BIRÊZ OCALAN RASTÎ DÎTIBÛ Û HIŞYAR KIRIBÛ'
Koordînasyonê ragihand ku civata Êzidî di herikîna dîrokê de ti carî dijminatî li gelan nekiriye û ev xal destnîşan kir:
"Tê zanîn, ku tevî vê yekê jî em civateke ku di tevahiya herikîna dîrokê de ji xezeba serdestan rizgar nebûne. Hêzên serdest gelek caran şovenîzma olî bi şovenîzma Ereb û Tirkan re xwedî kirin, Êzidîbûna me ku yek ji baweriyên herî kevin ê vê xakê ye kirin sedema qetilkirina me û hebûna me ya çandî û civakî weke gefekê nîşan dane.
Zîhniyeta ku komkujiya 2007'an û yên beriya wê kir, di 3'ê Tebaxa 2015'an de Qirkirina 73'an a mezin a bi heman zîhniyetê kiriye. Aşkera bû ku ev hewldana komkujiyê ya sala 2007'an amadekariya Fermana 73'an a sala 2015'an bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tecrîd kiriye, ev rastî dît û ji berê ve hişyarî da. Tevî vê yekê jî nedîtina vê rastiyê ji aliyê hêzên herêma Kurdistanê ku xwedî îdîaya rêveberî û parastina Şengalê bû û wernegirtina tedbîran, mijareke ku divê ji Êzidiyan, tevahiya gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk re bê ravekirin.
NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ RÊVEBERIYA BAŞÛR
Em, siyaseta serdestên biyanî ya li hemberî civata Êzidî heta cihekî fêm dikin. Bi Fermana 73'an re radestiyeke din a ku me fêm kir jî; siyaseta hêzên Herêma Başûrê Kurdistanê ye, ku me jê bawer dikir û pişta xwe dispêrt wan. Hêzên serdest ên Başûrê Kurdistanê, ne ji bo parastin û naskirina vîna Êzidiyan, ji bo qadên Êzidiyan bixin bin serweriay xwe û li ser vê bingehê Êzidiyan bi rêve bibin li Şengalê ne. Ev rastî di roja îro de ji aliyê hemû Êzidiyan ve hatiye fêmkirin. Êzidiyên ku ji bo berjewendiyên teng ên malbatî li cem van hêzan cih digirin jî, ev rastî gelekî baş fêm kirine. Lê mixabin em dibînin ku komeke di oxira berjewendiyên xwe yên teng de berjerwendiyên civakê daniye aliyekî û ji nirxên civata Êzidî dûr ketiye, hatiye afirandin.
Divê were zanîn ku piştî Fermana 73'an a bi ser Êzidiyan ve rabû, Êzidî êdî ne Êzidiyên berê ne û wê nebin Êzidiyê berê."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo Êzidiyan dem ew dem e ku bi hêza xwe, xweparastin, xwerêxistinî û xwerêveberiyê derxînin holê û li dijî derdorên dixwazin li ser wan serdest bin, di nava yekîtiyê de têbikoş in.
'DEM DEMA RÊXISTINBÛYÎN, YEKÎTÎ, TÊKOŞÎN Û PIŞTGIRIYÊ YE'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi girî û şînê em nikarin êşên xwe, mexdûriyeta xwe û birînên xwe bipêçin. Dem ew dem e ku em hemû êş û hêrsa xwe veguherînin têkoşîn, rêxistinbûyîn û yekîtiyê" û ev bang hat kirin:
"Em bang li hemû Êzidiyan dikin ku li ser bingeha hevgirtin û xwerêxistinbûyînê, têbikoş in. Em bang li tevahiya hêzên Kurdistanî dikin ku berjewendiyên xwe yên siyasî yên teng deynin aliyekî û bi berpirsyariya dîrokî û neteweyî di nava pêngava azadkirina Şengalê de cih bigirin û li dijî dijminê hevpar têbikoş in. Em bang li hemû saziyên mirovî yên navneteweyî û raya giştî ya demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin civata Êzidî."