Gelê Gimgim xwerêveberî îlan kir
Meclîsa Bajêr a Gimgimê jî bi daxuyaniyek îlan kir ku ew êdî meşrûiyeta saziyên dewletê ku di çarçoveya şerê giştî de berê xwe dane qetlîaman nas nakin.
Meclîsa Bajêr a Gimgimê jî bi daxuyaniyek îlan kir ku ew êdî meşrûiyeta saziyên dewletê ku di çarçoveya şerê giştî de berê xwe dane qetlîaman nas nakin.
Meclîsa Bajêr a Gimgimê jî bi daxuyaniyek îlan kir ku ew êdî meşrûiyeta saziyên dewletê ku di çarçoveya şerê giştî de berê xwe dane qetlîaman nas nakin û wiha hat gotin: "Li dijî rejîma îmhayê ku li hemberî gelê me pêk tê, me helwest girtiye û êdî ji vir û şûn ve em ê bajarê xwe bi îradeya xweser û rêveberiya xwe bi rê ve bibin."
Hikûmeta AKP'ê bi şerê xwe yê konsepta giştî li Kurdistanê wekî salên 90'î înfaz, îşkence, girtinên xwe berdewam dike. Li hemberî êrîşên saziyên dewletê gel jî saziyên dewletê meşrû nabînin û îlana ku ew ê mekanîzmayên xwe yên rêveberiya xweser ava bikin dikin. Li Kurdistanê kul lig elek bajêr îlana rêveberiya xweser kirin, li navçeya Gimgima Mûşê jî gel dan zanîn ku ew saziyên dewletê mûşrû nabînin û ew ê bi vîna rêveberiya xweser ava bikin.
Bi sedan kes ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê li ber Rêxistina Navçeyê ya Gimgima Wanê kom bûn tevli îlankirina rêveberiya xweser bûn. Hevserokê Meclisa Bajêr a Gimgimê Mustafa Dogan daxuyaniyê da û diyar kir ku li dijî êrîşên AKP'ê û Dewletê yên giştî di bingeha berxwedana demokratîk de wekî pêwirek lezgîn ew bi vîna xwe ya xweser, rêveberiyên xwe yên xweser pêş bixin.
'EM DIXWAZIN XWE Û BAJARÊN XWE BI RÊ VE BIBIN'
Dogan bang li ciwanên Kurdistanê, jin rêxistinên civakî yên sivîl û hemû cûdahiyên demokratîk kir ku rêveberiya xweser bi hêz bikin û bi awayekî aktîf di têkoşîna avakirina alternatîf cih bigirin û wiha dom kir: "Em ne mecbûrin ku li gorî biyranên ji navendê tên, hemû tiştên ku ji Enqereyê li ser me tên ferzikin û ne li gorî civakê ye qebûl bikin. Em naxwazin ji aliyê qeymeqam û waliyên dewletê ve bên birêvebirin. Em wekî gelê kurd dixwazin bi rêveberiyên demokratîk û meşrû ku rêveberiyên me bi xwe hilbijartiye re bên birêvebirin. Ji ber vê yekê jî êdî xwe û bajarê xwe bi rêveberiya xweser dixwazin bên birêvebirin."
'REJÎM Û SAZIYÊN WÊ EM MEŞRÛ NABÎNIN'
Dogan anî ziman ku artêş û polîsên dewletê li cihê ku gel biparêzin qetil dikin û wiha pêda çû: "Dewlet dadgeh û hiqûq li cihê ku edaletê pêk bînin, hemû kesên ku daxwazên xwe yên meşrû bi lêv dikin terorîze dikin û ceza dikin, li cihê ku cûdahiyan di makeqanûnê de biparêze tasfiye dike û zimanê zikmakî red dike. Ev rejîm me temsîl nake. Rejîma ku me temsîl nake û hemû saziyên wê jî em meşrû nabînin."
'JI VIR Û ŞÛN VE EM Ê XWE BI RÊ VE BIBIN'
Dogan di berdewama daxuyaniyê de ev tişt got: "Em wekî Meclisên Bajêr ên Demokratîk ku li Gimgimê hatine hilbijartin, li dijî rejîma faşîz û ku meşrû nîne îlana ku wekî rêveberiya xweser xwe îlan dikin. Li dijî rejîma giştî ya îmhayê ji vir û şûn ve êdî xwe, vîna xweser û bi rêveberiya xweser îlan dikin ku em ê xwe bi rêve bibin."
ÊRÎŞA LI SER MEŞÊ
Piştî daxuyaniyê bi sedan kes, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên KCK û PKK'ê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" dest bi meşê kirin. Girseya ku li navenda sûkê demek meşiya polîs bi TOMA û maşîneyên zirxî rê kir û bi bombeyên gazê êrîş kir. Esnaf dikanên xwe girtin û gel jî di kolanan de bi keviran bersiv da polîsan.