Leşkerên Tirk jina 58 salî bi giranî birîndar kirin
Leşkerên Tirkiyeyê welatiya 58 salî ya bi navê Qedriya Keke ya ji bajaroka Hirêtan a Helebê birîndar kirin.

Jina 58 salî ya bi navê Qedriya Keke ji bajaroka Hirêtan a Helebê ye. Duh di saetên êvarê de Keke dixwest ku ji navçeya Raco ya Efrînê re sînorê Tirkiyê derbas bike û berê xwe bide Bakurê Kurdistanê. Leşkerên Tirk gule li Keke reşandin û di serî xwe de birîndar bû.
Şêniyên navçeya Raco ya Efîrnê Keke rakirin nexweşaxeya Avrîn a Efrînê, bijîşkan gotin ku keke di çavê xwe yê çepê de birîndar bûye û rewşa wê giran e.