Nasnameyên 6 gerîlayan hatin aşkerakirin

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê nasnameya 6 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê nasnameya 6 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Em vê tespîta Rêberê xwe ku dibêje, 'Mezinahî bi wateya ji şehîdan re tê dayîn re hevgirî ye. Mezinahî ne bi eleqeya nîşanî miriyekî tê dayîn re, bi jîndarkirina wan re pêkane. Jiyana mezin, hestên mezin, nêrînên mezin bi çalakiyên mezin re pêkane' weke felsefeya xwe ya sereke ya jiyanê dibînin. Weke gel me her tim li dijî polîtîkaya înkar û tinekirinê şer kir. Em bi hilgirtina barê şehîdan re wezîfedar in. Her jin, her ciwan, her bav bi xwedîderketina li emaneta şehîdan re wezîfeyên xwe yên vê rojê bi cih tînin. Em di pêvajoyeke welê de ne ku hemû nirxên me yên bi xwîna şehîdan afirîne, bi êrîşê re rû bi rû ne. Bi êrîş û girtinên ji hewa û bejahî ve dixwazin careke din zincîra koledariyê girê bidin û tine bikin. Pêwîste gelê me vê bizanibe, ku hebûneya tekane ya îro wan diparêze, xwedî li wan derdikeve, artêşa şehîdan e. Kedên wan ên bilind wê me hîn bêhtir xurt bikin û ew çiqasî bi ser me ve hatin, em ê ewçend xurt bibin. Çiqasî bi ser me ve werin em ê bibin xwedî vîn û bêhtir bibin xwedî hêzeke vînî. Em vê hêza xwe ya berxwedanê ji gelê xwe yê mazlûm, ji xwîna bi hezaran û ji mirovên mezin ên li zîndanên Amedê li ber xwe dane digirin. Ji ber vê yekê divê her kes bizanibe ku em hevrêyên wan, bi rêbazeke hîn bêhtir bi biryar û xwedî îdîa em ê bixebitin. Şert û merc çi dibin bila bin, yên me li ser piyan bigirin wê Rêberê me û şehîdên me yên mezin bin. Em soza xwe ya daye şehîdan dubare dikin û biryardariya bilindkirina têkoşîna wan bi pratîkeke hêjayî şehîdan em nîşan didin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan, di nameya ji bo malbatan de bi kurtasî ev xal destnîşan kir:

"...Wan tiştekî din ji me nexwestin. Em dizanin, ku niha gelek şehîdên me bê gor in. Lê belê ji xwe wan ji me ne gor, welatekî azad xwestibûn. Ji ber vê yekê bîrdariya herî mezin a em ji bo wan çêbikin ewe ku Kurdistana hatiye înkarkirin weke welatekî azad li navenda Rojhilata Navîn bi heybetî ava bikin! Yekane bîrdariya şehîdên me karibin lê bi dilrehetî razên ev e! Tekane soza me ya ku em he roj dubare dikin û ti carî em ê jê venegerin, ev e!

Weke gelê herî qedîm ê dîrokê, ji ber ku em dixwazin bi zimanê xwe, bi çanda xwe bijîn û çarenûsa xwe bi awayekî azad bi xwe diyar bikin, em bi feraseteke serdest a dixwaze hebûn û rûmeta me ji holê rake re rû bi rû ne. Divê her kes pê bawer be, ku li hemberî dijminekî bi vî rengî yê her gavên me yên aştiyane weke qelsiyê dibîne, ji bo şikandina destê me yê aştiyê êrîşên xwe zêde dike û dixwaze gelê me di pêşerojeke bêrûmet de mehkûm bike, em ê di xeta şehîdên xwe de heta ferdê xwe yê dawî têbikoş in. Ji bo em bi temamî dawî li êşên dayikên Kurdistanê bînin û li welatê me jiyaneke azad û bi rûmet biafirînin, em dixwazin were zanîn ku em ê di her şert û mercî de bi awayekî fedaî şer bikin û bi biryardariyek emezin têkoşînê bilind bikin. Ji dil em bawer in, ku têkoşîna afiranda welatekî azad, demokratîk û aştiyane ya di xeta Rêberê me de, ku armanca bingehîn a şehîdên me yên lehegn e, wê bi berxwedana bi heybet a gelê me mezintir bibe û bigihêje serketinê."

Nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ye:

Nasnav: Devran
Nav paşnav: Adnan Ayçîçek
Cihê ji dayikbûnê: Lice
Navê dê û bav: Mesûde-Abdullah
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 1998/Amed

Nasnav: Sema Gever
Nav paşnav: Besna Tarakçî
Cih û dema ji dayikbûnê: Oremar/1980
Navê dê û bav: Sabûha-Selman
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 01.08.2015 Qendîl

Nasnav: Nûman Amed
Nav paşnav: Hanefî Demîr
Cih û dema ji dayikbûnê: Lice / 23.01.1990
Navê dê û bav: Hulya-Ekrem
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 25.07.2015/Qendîl

Nasnav: Kurdistan
Nav paşnav: Neval Dalgiç
Cih û dema ji dayikbûnê: Farqîn / 1974
Navê dê û bav: Ayşe-Vahît
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 1992 / Heftanîn

Nasnav: Xebat Dîlok
Nav paşnav: Suleyman Çîfçî
Cih û dema ji dayikbûnê: Dîlok-Araban / 1960
Navê dê û bav: Meryem-Mahmût
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 01.08.2015 / Qendîl

Nasnav: Rustem
Nav paşnav: Zûhat Çelîk
Cih û dema ji dayikbûnê: Erzîrom-Xorasan / 19.05.1972
Navê dê û bav: Şukran-Muslum
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 1994 / Pilemûr

...