KCK: Pêwîst e tevayî gelê Kurdistan û Tirkiye li hember van komkujiyan bêdeng nemîne, li ku devera Kurdistanê li hember gel êrîşek hebe divê bi gelê li vir re têkoşîna piştevaniyê bê dayîn. Pêwîst gelê Botanê, gelê Geverê û gelê Serhedê bi tenê neyên hiştin. Demokratîkkirina Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd misoger wê bi têkoşînên gelên me di nav piştevaniyê de pêş bixin pêk were.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk komkujiyên sîvîlan pêk tîne, hikûmeta AKP’ê û serokkomar li hember gelê Kurd şer daye destpêkirin. Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:
‘ZÎHNIYETA ERDOGAN A JIN JÎ BE ZAROK JÎ BE YA PÊWÎST EM Ê BIKIN DIGERE’
“Hikûmeta AKP’ê û serokkomar li hember gelê Kurd şer daye destpêkirin. Axaftinên serokkomar û serokwezîr leşker û polîs wek talîmat digirin û li her cihî êrîşî gel dikin. Leşker û polîs li gor ti rêzikên şer tevnagerin û qetilkirina sîvîlan didomînin. Dewleta Tirk a her roj çend sîvîlan qetil dike, herî dawî li navçeya Giyadîn a Agirî 2 jê zarok 3 kes qetil kiriye. Zîhniyeta Tayyîp Erdogan a ‘Jin be jî zarok be jî, ya pêwîst em ê bikin’ îro li tevayî gund, bajarok, bajar, tax û kolanên Kurdistanê digere.
Hikûmeta AKP’ê bi pelçiqandina gelê Kurd dixwaze îradeya azadiyê bişkîne. Lewma di pêvajoya bêpevçûniyê de jî gelek sîvîl qetil kirin. Ji bo desthilatdariya AKP’ê kuştina sîvîlan bûye tiştekî asayî. Di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê de bi sedan cinayetên ku failên wan nehatine dîtin û nehatine darizandin hene. Ji sedî 90’ê van cinayetan ji aliyê polîs û leşkeran ve pêk hatiye. Lê belê çapemeniya Tirk kesên tên qetilkirin ji nedîtî ve tê; yan jî weke nûçeyên polîsiye yên rûpela sêyemîn carekê dide û derbas dike. Eger tenê hejmara sîvîlên di dema bêpevçûniyê de hatine qetilkirin bê komkirin hikûmeta AKP’ê bê çiqasî sûcdar e wê bê dîtin.
‘NE TESADUFE KU GELÊ SERHEDÊ HEDEF TÊ NÎŞANDAN’
Di van rojên dawiyê de ne tesadufe ku di serî de Giyadîn gelê Serhedê hedef tê nîşandan. Beriya hilbijartinê gelê Giyadînê ku bedena xwe kirin mertal pêşî li komployeke ku wê bi mirina bi dehan leşker û gerîlayan encam daba girt. Hesabên AKP’ê yên ku bi alozî û pevçûn derxistinê qezenckirina hilbijartinan ji aliyê gelê Giyadînê ve vala hat derxistin. Niha hikûmeta AKP’ê tola vê radike.
Gelê Agirî û Serhedê di têkçûna hikûmeta AKP’ê ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de rolek girîng lîstiye. Ji ber wê yekê hikûmeta AKP’ê piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê di serî de Agirî û Erzirom, Mûş, Qers, Îdir û Erdexan bi taybet weke hedef girtiye. Komkujiya Giyadînê xeleka dawiyê ya van êrîşan e. Divê were fêmkirin ku wê hikûmeta AKP’ê tola têkçûna 7’ê Hezîranê hê jî bigire.
Hikûmeta AKP’ê her roj HDP’ê bi piştgirîdayîna PKK’ê tawanbar dike. Ji ber ku HDP ji PKK’ê re nabêje terorîst hedef tê nîşandan û di bin zextên piralî de tê hiştin. Jixwe hikûmeta ku HDP’ê bi vî awayî hedef digire wê gelê ku her roj li qadan dibêje, ‘PKK gel e, gel li vir e’ jî ceza bike. Ji ber ku gelê Kurd daxwaza jiyana demokratîk û azad dike tê qetilkirin, îşkence dibîne û diavêjin zîndanan. Zîhniyeta li Geverê karker li erdê dirêj kir û ji wan re got, ‘Ulen ma vê dewletê çi ji we kiriye’ li her derê bi vî şiklî nêzîkî Kurdan dibe û rêbazên cur bi cur ên cezakirinê bikar tîne. Kesên ku li Geverê wiha kirin li Giyadînê qetil dikin. Di dema hikûmeta AKP’ê de bi dehan cihên ku bi sedan bûyerên ku zarok û ciwan hatine qetilkirin hene. Bûyera Geverê jî bûyereke ji rêzê û her roj li her cihê Kurdistanê tê pêkanîn. Eger ku ji sedan yekê bûyerên li Kurdistanê diqewimin li Tirkiyeyê biqewimin wê raya giştî dinyayê xera bike, lê dema dor tê Kurdistanê weke tiştek asayî tê dîtin. Vaye pirsgirêka rast a Tirkiyeyê ev e. Ev yek jî di rastiyê de jirêderketinê îfade dike. Kesên ku dibêjin li Tirkiyeyê demokrasî heye, her tişt di nava hiqûq û siyasetê de tê çareserkirin pêwîste beriya her tiştî vê rastiyê bibînin.
‘ÊŞ Û NERAZÎBÛNÊN GELÊ KURDISTANÊ BI QASÎ KU TÊ XWESTIN JI ALIYÊ HERÊMÊN DIN VE NAYÊ PARVEKIRIN’
Li Cizîr û Nisêbînê zarok û ciwan tên qetilkirin, ji çapemeniya Tirkiyeyê deng dernakeve. Li Silopiyayê mirov tên qetilkirin, mal tên şewitandin, xerakirin, nerazîbûnek cidî ji raya giştî ya Tirkiyeyê nayê. Dema ku li Giyadînê ciwan tên qetilkirin weke zerara şer tê dîtin. Êş û nerazîbûnên gelê Kurdistanê bi qasî ku tê xwestin ji aliyê herêmên din ve nayê parvekirin. Hikûmeta AKP’ê tam weke hikûmeteke dagirker nêzîkî Kurdan dibe. Dema ku walî û qeymeqamên ji aliyê dewletê ve tên tayînkirin, dema parlamenterên wî bajarî yên hatine hilbijartin li wan digerin jî bersivekê nagirin. Wisa ye ku kesên hatine tayînkirin bi çavên dijminahiyê li kesên hatine hilbijartin dinêrin. Li Kurdistanê daristan dişewitin, ti saziyên dewletê xwe naqeliqînin. Polîs û leşkerên dewletê bi hêsanî dikarin malan bişewitînin, birina birîndaran a nexweşxaneyan asteng bikin! Di vê rewşê de li hemberî vê dewleta êrîşî wî dike de ti çareyek din a gel a xwerêvebirinê û xweparastinê zêdetir namîne. Kesê ku xwe naparêze, neçar dibe ku xweparastina xwe li hemberî dewleta ku êrîşî wî dike bike.
Dewleta Tirkiyeyê nikare bibe dewleta hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn. Hikûmeta AKP’ê jî tenê weke hikûmeta alîgirên xwe tevdigere. Li hemberî vê rewşê ti alternatîfek din a gelê Kurd û derdorên cuda yên civakî ya karê xwe bi xwe bikin zêdetir namîne. Komkujiyên Silopiyayê û Geverê baş didin nîşandan ku gelê Botan, Geverê û cihên din di biryara xwerêvebirinê çiqas mafdarin.
Pêwîst e tevayî gelê Kurdistan û Tirkiye li hember van komkujiyan bêdeng nemîne, li ku devera Kurdistanê li hember gel êrîşek hebe divê bi gelê li vir re têkoşîna piştevaniyê bê dayîn. Pêwîst gelê Botanê, gelê Geverê û gelê Serhedê bi tenê neyên hiştin. Demokratîkkirina Tirkiyeyê û çareserkirina pişrsgirêka Kurd misoger wê bi têkoşînên gelên me di nav piştevaniyê de pêş bixin pêk were. Em hemû gelê Kurdistanê, Kurd û hêzên demokrasiyê yên li her derê dijînn ji bo têkoşînê vedixwînin ser piyan û sekinandina êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li ser gelê me pêş dixe.”