Di çalakiyên gerîlayên ên li Bakurê Kurdistanê de gelek leşker hatin kuştin

Hêzên Parastina Gel, diyar kir ku di rêze çalakiyên ku li dar xistin de gelek leşker û polîsên Tirk hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku li Qereqola Ozerkli ya Amedê 24 leşker hatine kuştin.

LI ZAGROSÊ SKORSKY HAT DERBKIRIN

13’ê Tebaxê saet di navbera 11.00 û 12.00’an de helîkoptereke Skorsky a leşker datîna Qereqola Tepê Reco ya li ser xeta sînor a Zagros ji aliyê gerîlayan ve hatiye armanckirin. Helîkoptera derb xwariye bê ku dakeve qadê dûr ketiye.

LI ŞEMZÎNANÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN

8’ê Tebaxê gerîlayan li hember Qereqola Geman a girêdayî Şemzînanê çalakiyek sûîqestê pêk anîne, leşkerek hatiye kuştin.

LI ÇELÊ KONVOYA LEŞKERÎ HAT ARMANCKIRIN

12’ê Tebaxê sae nêzî 16:15’an konvoya leşkerî ya ji navenda Colemêrgê diçû Çelê ji aliyê gerîlayan ve hat hedefgirtin. Di konvoyê de gelek wesayît hatin hatin derbkirin, gerîlayan bi çekên giran li helîkoptera Kobra ya bi armanca piştgiriyê dihat dan. HPG’ê ragihand ku hejmara mirî û birîndarên artêşa Tirk nehatiye zelalkirin.

ELEKTRÎKA QEREQOLÊN ŞITAZA, ORAMAR Û TEPE ÇETA HAT QUTKIRIN

Gerîlayên HPG’ê elektrîka diçe qereqolên Şitaza, Oremar û Tepê Çeta ên li bejahiya Colemêrgê qut kirin. Rêya Şemzînan a ji Gewriya Cuhiya diçe qereqola Bezelê di kontrola gerîlayan de ye.

4 POLÎSÊN TÎMÊN TAYBET BIRÎNDAR BÛN

11’ê Tebaxê saet 23:00'an gerîlayan wesayîteke zirxî ya tîmên taybet a li ber nexweşxaneya li ser cadeya Koyîçî ya Wanê kirin hedef. Gerîlayan bi çekên giran û ferdî li 4 tîmên taybet dan. 4 polîs birîndar bûne.

12’ê Tebaxê danê êvarî gerîlayan li hember qereqola Şelegom a girêdayî Wanê bi çekên giran û ferdî çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran zelal nebûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî da:

LI ŞIRNEXÊ LI HEMBER FERMANDARIYA TUMENÊ ÇALAKÎ

11’ê Tebaxê saet 22.00’an gerîlayên me kulubeya nobetê ya fermandariya tumenê ya girêdayî Şirnexê kirin hedef. Di çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin.

RÊYA BERWARÎ-GARISA DI BIN KONTROLA GERÎLAYAN  DE YE

Roja 10’ê Tebaxê û pêve rêya di navbera Berwarî ya Sêrtê û Garisa di bin kontrola gerîlayên me de ye. Her wiha roja 10’ê Tebaxê rêya Berwarî-Şaxê jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin.

LI AMEDÊ 24 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya li Eyaleta Amedê ji bo hêzên ji bo gerîlayên di çalakiyên Fedayî de dabû destpêkirin de;

Roja 12’ê Tebaxê di saet 13:00’an de gerîlayên me çalakiyeke serdegirtinê li ser Qereqola Jendermeyan a Ozerklî ya girêdayî navçeya Sûr a Amedê li dar xistin. 2 komên fedayî ji 2 milan ve çalakî li hemberî qereqola ku 40 leşker, 7 çeper, 1 A-4 û tankek heyî ya li gundekî ku 30 cerdevan lê heyî li dar xistin.

Çeperên qereqolê di demekî kin de hatin bê bandorkirin û ketina qereqolê pêk hat, tanka vê derê tê îmhakirin, bi roketavêj û bombeyan xwaringeh, cihê razanê, qawîş û odeya fermandarê qereqolê yên di avahiya qereqolê de têne xistin. Di çalakiya ku avahiya qereqolê hemû şewitî de li gorî bi çav hatî dîtin 24 leşker hatine kuştin û 10 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi ambûlans û wesayîtên sivîl rakirine. Di vê çalakiyê de gerîlayek ê me jî birîndar bûye.

LI QEREQOLA ANGUL LEŞKEREK HAT KUŞTIN

Roja 11’ê Tebaxê di saet 11:00’an de li hemberî qereqola Angul a girêdayî navçeya Licê ya Amedê çalakiyekî sûîqestê hatiye li darxistin û li vir bi awayekî net 1 leşker hatiye kuştin.

LI FISKAYAYÊ 3 LEŞKER BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛN

Roja 9’ê Tebaxê li taxa Fiskaya ya Amedê gerîlayên me di saet 20:30’an de li hemberî tîmekî artêşa Tirk çalakiyekî kemînê li darxistine. Gerîlayên bi bombeyan li tîmên ku dikeve kemînê dan. Piştî demekî dema ku ekîbên lêkonînê cihên bûyerê tên cihê bûyerê ev ekîb jî têne hedefgirtin. Li vê derê wesayîtekî bi tîpa dûpîşk tê derbkirin. Wesayîta ku tê derbkirin bi vîncê tê rakirin. Di vê çalakiyê de 3 birîndarên giran ên artêşa Tirk hene.

RÊYA BEDLÎS Û XÎZANÊ DI BIN KONTROLA GERÎLAYAN DE YE

Roja 12’ê Tebaxê saet di navbera 18:00 û 19:30’an de gerîlayên me li ser rêya Bedlîs û Xîzanê kontrola nasnameyan kirine. Gel der barê pêvajoyê de agahdar kirine. Ev rê hê jî di bin kontrola gerîlayan de ye.

LI QAMÛŞAN 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 12’ê Tebaxê di saetên şev de gerîlayên me li navçeya Qamûşan a Qersê li hemberî 3wesayîta zirxî yên Xezala çiyê çalakiyekî kemînê li darxdixin. Di encama çalakiya sabotajê ya li hemberî wesayîta zirxî ya xezala çiyê de 8 leşker hatin kuştin. Çalakî ji aliyê tîma Şehîd Canfeda ve jib o bîranîna Şehîd Ozer ve hat li darxistin.

LI GIYADÎNÊ ÇEPERA QEREQOLÊ HAT ÎMHAKIRIN

Roja 12’ê Tebaxê di saet 21:00’an de gerîlayên me ji 2 milan ve çalakiyekî li hemberî qereqola jendermeyan a navçeya Giyadîn a Agiriyê li dardixin. Mile yekem çepera qereqolê bi temamî îmha dikin, milê din jî qereqola polîsan a li navenda Giyadînê hedef digirin, lê ji ber ku gerîlayên me zû têne ferqkirin pevçûn diqewimin. Piştî çalakiyê hêzên me xwe dikişînin cihên xwe.

JI ARTÊŞA TIRK LI QEREYAZIYÊ KEMÎN

Roja 12’ê Tebaxê di saet 06:00’an de artêşa Tirk bi 2 helîkopterên Skorsky li gundê Penciya ya girêdayî navçeya Qereyazî ya Erziromê keşif pêk anîne, piştre bi du Skorsky, 3 Kobra û 10 wesayîtên zirxî li herêmê operasyon dane destpêkirin. Yekîneyên Tevgera Taybet a li Navenda Agiriyê ne ku ev operasyon dane destpêkirin. Operasyon heya saet 15:00’an dewamkiriye û beşek ê vê operasyonê bêyî ku encam bigire paşde vekişiyaye. Hêza vê operasyonê bi yekîneyên veşartî li herêmê kemînan datînin.

ÎSTASYONA BAZÊ HAT ÎMHAKIRIN

Roja 12’ê Tebaxê di saet 21:00’an de 2 îstasyonên bazê yên Turkcellê yên li gundên Kose û Dendira yên girêdayî navçeya Qereyazî ya Erziromê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye îmhakirin.

Roja 12’ê Tebaxê di saet 19:00’an de gerîlayên me li Erziromê rêya di navbera navçeyên Qereyazî û Qereçoban de girtine û gel komkirine ji gel re xebatên propagandayê kirine. Heya sibeha 13’ê Tebaxê rê di kontrola gerîlayên me de maye.

OTOBUSA ŞÎRKETA METROYÊ HAT ŞEWITANDIN

Roja 12’ê Tebaxê di saet 20:30’an de gerîlayên me li ser rêya di navbera Erdîş a Wanê û Panos a Agiriyê çalakiya kontrola rê li darxistine. Li vir otobusek şîrketa Metro hatiye şewitandin û hatiye rewşa ku êdî neyê bikaranîn. Piştî ku hêzên me xebatên propagandayê ji gelê qasî 50 wesayîtan re kir xwe paşde kişandine.

2 VAGON HATIN ÎMHAKIRIN

Roja 9’ê Tebaxê gerîlayên me yên YJA STAR’ê li h li ser rêya Erzingan û Kebana girêdayî Erzinganê emberî trenekî çalakiya sabotajê li dardixin. Li vir 2 vagonên trênê têne îmhakirin.