KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Em ê ti carî xaka xwe neterikînin'
Bi sedan welatiyên ji Başûrê Kurdistanê yên ji ber êrîşên hewayî yên artêşa Tirk bi xeteriya komkujiyê re rû bi rû ne, li dijî van êrîşan derdikevin. -
Baytar: Ji bo cenazeyan divê NY bikeve nava tevgerê
Cenazeyên 20 şervanên YPG/YPJ'ê ji ber astengiyên dewleta Tirk radestî malbatê nayên kirin. Hevserokê Şaxê Meya-Der ê Êlihê Şukru Baytar bang li NY û raya giştî ya cîhanê kir, ku li hemberî vê rewşê bikevin nava tevgerê. -
Li Dêrsimê li hember qereqolê êrîşa bombeyî
Li Dêrsimê li hember Navenda Polîsan a Şehît Naît Bûlût a li ser Cadeya Cûmhûriyet êrîşa bi bombeya deng pêk hat. -
2 kes li Wanê hatin girtin
Midûrê Karê Fenê yê Şaredariya Artemêtan Ûgûr Cîhan û Amîrê Garajê Îsmaîl Kutukoglû hatin girtin. -
Li Nîjeryayê êrîşa bombeyî: 47 mirî
Di êrîşa bombeyî ya li bakurêrojhilatê Nîjeryayê 47 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Wanê ji polîsan binçavkirina ‘We dijûn li me kirin’
Li Wanê ku polîsan ji du ciwanan re gotin, “We dijûn li me kirin” û xwestin wan binçav bikin, welatiyan nerazîbûn nîşan dan. Di navbera girseyê û polîsan de pevçûn derketin. -
Demîrel: Gel li benda hemû saziyan e
Parlamentera HDP’ê Demîrel a di heyeta ku li Silopiyayê lêkolînan dike de cih digire got, “Gelê Silopiya li benda hemû sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî ye. Ji bo tevayî rêxistin tiştên li Silopiyayê rû didin bibînin dixwaze werin.” -
Parêzvanên jiyanê li hember qirkirina xwezayê dikevin nav tevgerê
Parêzvanên jiyanê yên li hember polîtîkaya şer a AKP’ê hatin gel, wê 3 rojan qirkirina xwezayê li cihê wê lêkolîn bikin. -
Gerîlayê HPG’ê Gulce ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nedîm Gulce (Tolhildan Firat) di çalakiya fedayî ya li hemberî qereqola Bebleşînê de jiyana xwe ji dest da, li Taxa Xencûlîsê ya Wanê ji hêla hezaran welatiyan ve hat definkirin. -
HPG: 6 tîmên taybet, 2 polîs, 7 leşker hatin kuştin
Çalakiyên bersivdayînê yên gerîla dewam dikin. Di çalakiyên dawî yên gerîla de 6 tîmên taybet, 2 polîs, 7 leşker hatin kuştin, derb li gelek maşînên zirxî û helîkopterê hatiye xistin û hin jê hatine rûxandin. -
Duyemîn heyeta HDP’ê li Silopiyayê lêkolînan dike
Heyeta ku ji parlamenterên HDP'ê, endamên KCD'ê, Baroya Amed'ê û ÎHD'a Amedê pêk tê li Silopiyayê lêkolîn kirin. -
Êrîşên artêşa Tirk bê navber didomin
Tevgera hewayî û êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla bê navber dewam dikin. -
'Çalakiya li Sûltanbeylî ji aliyê tîma Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan ve hat kirin'
HPG'ê diyar kir ku çalakiya fedaî ya li Sûltanbeyliyê ji aliyê tîmeke wan a Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan ve hatiye kirin. HPG'ê destnîşan kir ku divê çalakiyên bi vî şêweyî niha werin sekinandin û serî li çalakiyên bi rêbazên din bê dayîn. -
'Me kanton îlan nekir, lê em bê alternatîf nînin'
Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Salih Gulenç bersiv da nûçeyên bi serenavê "Li Şirnexê xweserî hat îlankirin" û got, "Me xweserî îlan nekir, me kanton ava nekir. Me got em vê dewleta faşîst nas nakin." -
Şervanekî YPG’ê li Hesekê spartin axê
Cenazeyê Şervanê YPG‘ê Mihemed Casim (Ferhad Hesekê) yê 9’ê Tebaxê li Hesekê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê spartin axê -
Li Hesekê ji bo çareseriya pirsgirêkên gundan Mala Gel hat vekirin
Li herêmên Til Brak û Til Hemis ji bo bi pirsgirêkên bi dehan gundan re eleqedar bibe Mala Gel hat vekirin. -
Bi nedana cenazeyan re zilm li malbatan tê kirin
Heyetek ji parlamenterên HDP'ê, ji bo wergirtina cenazeyên 20 YPG/YPJ'yî yên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, malbatên li ber Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ziyaret kir. -
DBP: Li dijî şer em seferberiyeke topyekûn nîşan bidin
DBP'ê nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkaya şer a AKP'ê da û got, "Ji bo pêşîgirtina li şer, girîng e em bi ruhê seferberiyeke topyekûn li dijî vê rêveçûnê dengê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin." -
Nobeda malbatan a ji bo wergirtina cenazeyan wê li Pirsûsê bidome
Malbatên li ser sînor li benda wergirtina 20 cenazeyên xwe yên şervanên YPG/YPJ'ê ne, çalakiya xwe ya nobedê birin navenda navçeyê. Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Koştî diyar kir ku heta wergirtina cenazeyan ew ê çalakiya xwe dewam bikin. -
Li Agirî û Tendurekê gel ji bo aştiyê bûye mertalê zindî
Li çiyayên Agirî û Tendurekê ku Walîtiya Agirî weke 'Herêma Ewlekariya Leşkerî ya Demkî' îlan kiriye, çalakiyên mertalê zindî dewam dikin. Di axaftinên li çalakiyan de hat destnîşankirin ku berxwedana li li dijî AKP û Erdogan wê bidome. -
Hevşaredarên Artemêtanê xwestin xebatkarên wan bên berdan
Hevşaredarên Artemêtanê xwestin, xebatkarên şaredariyê yên hatine binçavkirin, serbest bên berdan. -
Kalkan: Divê tevgera me bi Rêber Apo re hevdîtinê bike-HAT NÛKIRIN
Dûran Kalkan: Eger wê tiştekî nû bibe, ji bo vê peyman divê, bingeha qanûnî divê. Pêwîste Rêber Apo karibe bi awayekî azad bi her kesî re hevdîtinê bike. Divê tevgera me bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. -
Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan berpirsyariya çalakiya li Sûltanbeylî girt ser xwe
Hat ragihandin ku çalakiya fedaî ya li Sûltanbeyliyê ji aliyê Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan ve hatiye kirin. -
Şervanê YBŞ'ê yê ji Kayseriyê: Ez hatim ji bo mirovahiyê şer bikim
Yekîneyên Berxwedana Şengalê roj bi roj mezin dibe. Şervanê Tirk ê ji Kayseriyê Rojat Alî got, "Ez hatim Şengalê ku ji bo mirovahiyê şer bikim." -
Hejmara cenazeyên li Murşîtpinarê tên sekinandin bû 20
Cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê yên di şerê li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dan û li deriyê sînor ê Murşîtpinarê ji aliyê hikûmetê ve destûr nayê dayîn bên derbaskirin, gihîşt 20'an.