Baytar: Ji bo cenazeyan divê NY bikeve nava tevgerê
Cenazeyên 20 şervanên YPG/YPJ'ê ji ber astengiyên dewleta Tirk radestî malbatê nayên kirin. Hevserokê Şaxê Meya-Der ê Êlihê Şukru Baytar bang li NY û raya giştî ya cîhanê kir, ku li hemberî vê rewşê bikevin nava tevgerê.
FERHAT ARSLAN / ANF
ÊLIH
çarşem, 12 gelawêjê 2015, 07:00
Cenazeyên 20 şervanên YPG/YPJ'ê yên li Kobanê di şerê dijî dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê dewleta Tirk ve li ser sînor tên sekinandin û radestî malbatan nayên kirin. Hevserokê Şaxê Meya-Der ê Êlihê Şukru Baytar bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û raya giştî ya cîhanê kir ku bi berpirsyarî tevbigerin.
Cenazeyên 20 şervanên YPG/YPJ'ê ji bo derbasî Bakurê Kurdistanê werin kirin ji Kobanê anîn ber Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê, lê belê rayedarên Tirk nahêlin cenaze werin derbaskirin. Hevserokê Şaxê Komeleya Malbatên Şehînda a Mezopotamyayê (Meya-Der) ê Êlihê Şukru Baytar, zor û zehmetiyên ku dema li deriyên sînor, li mord û Saziya Tipa Edlî werdigirin lê rast tên, ji ANF'ê re vegot.
Baytar anî ziman ku ji bo wergirtina cenazeyên şervanên YPG/YPJ ên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane, ev 13 roj in ew li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê disekinin, heman pêkanîn û astengiya li Deriyê Sînor ê Xabûrê li vir jî derketiye pêşiya wan û got, "Polîtîkayên qirêj ên li hemberî gelê me, ku ti exlaq û pîvanan nas nake, cenazeyên hêviya azadiyê ya vî gelî di bin germa ji 50 pileyî de li pêş çavên malbatan disekinîne û nahêle werin veşartin. Yên ku ji bo parastina desthilatdariya xwe dest bi şer kirin, karê ku destpêkê kirin; meşandina polîtîkaya qirêj li ser cenazeyan bû.
Mînaka dawî, li Deriyê Sînor ê Xabûrê 15 rojan hatin sekinandin. Di encama berxwedana gelê me û malbatên me yên şehîdan de neçar man cenazeyan teslîm bikin. Ji ber ku Deriyê Sînor ê Xabûrê deriyekî bazirganiyê ye, dewletê ev rîsk nirxand û neçar ma bi paş ve gavê biavêje. Lê belê em dibînin ku li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê yê berê xwe li Kobanê ye, helwesta xwe gelekî cuda ye. Ji xwe ew jî ji bo girtina Deriyê Sînor ê Kobanê li bahaneyan digerin. 15 cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê yên 15 roj in tên sekinandin, niha bûne 20. Ji ber vê yekê gelê me, nûnerên saziyên li Kurdistanê hatin ber derî. Heta ku em cenazeyên xwe wernegirin, em ê ji vir neçin. Bi bikaranîna cenazeyên şehîdan re dixwazin çavê gelê me bitirsînin. Xwîn rijiyaye ser çavê rêveberên welêt. Zarokên me yên hêviya vî gelî ne, xeta me ya sor in. Ev şehîd wê bi awayekî hêja werin veşartin. Berdêla wê çi dibe biba bibe em ê nehêlin bêhurmetî li wan bê kirin."
Baytar anî ziman ku ji bo veşartina cenazeyên şervanên Kurd dema serî li saziyên fermî yên dewletê didin, zor û zehmetiyên mezin dibînin û diyar kir ku ji bo cenaze bi şev teslîm bikin, nebûna dozger û doktoran hincet tê nîşandan. Baytar da xuyakirin ku her wiha cenazeyên şervanan ji morgên nexweşxaneyê re jî nayên qebûlkirin.
Baytar diyar kir ku ev 11 meh in hema hema qet ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê veneqetiya ye û û got, "Di berxwedana Kobanê de bi tenê Êlihê zêdeyî 40 cenazeyên şehîdan rakir. Gelek caran di nava gulebaranê de me cenazeyên xwe wergirtin. Di nava bomberdûmanê de me cenazeyên xwe ji mewziyên şer wergirtin. Lê belê dewleta Tirk li hemberî cenazeyên şervanên azadiyê yên Kurd û malbatên wan, hiqûqa dijminatiyê meşand. Gelek caran di dema wergirtina cenazeyan de, bi tenê ji bo bêzar bikin, cenaze di nava germa ji 50 pileyî de tên sekinandin. Dozgerî cenaze dide sekinandin, dûre ji Saziya Tipê ya Edlî re dişîne. Li wir jî bi awayekî kêfî tê sekinandin û dûre ji malbatan re tê dayîn. Bi hinceta 'dozger nîne, doktor nehatiye' cenaze nîvê şevê tê teslîmkirin. Mînak; li Êlihê ji ber ku nahêlin em morga dewletê bikar bînin, ji neçarî em cenazeyên xwe rojekê li Amedê disekinînin."
Baytar ragihand ku li ti devera cîhanê nehatiye dîtin dewleteke medenî û hiqûqî bi kîn û hêrs nêzî cenazeyan bûye û destnîşan kir ku cenazeyên li Kurdistanê li pişt panzeran bi erdê ve hatine kaşkirin, hêrsa dewleta Tirk a li hemberî Kurdan raxistiye pêş çavan.
Baytar da zanîn ku ji sekinandina bi rojan a cenazeyan li ser sînor jî tê fêmkirin AKP Tirkiye ji bo DAIŞ'ê kiriye qadeke were bikaranîn û anî ziman ku ji bo kêfa DAIŞ'ê bîne li hemberî şervanên Kurd helwestên bi vî rengî nîşan dide.
Baytar da xuyakirin malbatên şervanên Kurd ne ji ber mirina zarokên xwe, ji ber îşkenceya li cenazeyên wan tê kirin ji aliyê manewî ve travma derbas kirine û axaftina xwe wiha dewam kir: "Malbatên şehîdan dema dibînin cenazeyên wan di bin germa havînê de li pêş çavan tên sekinandin, travma psîkolojîk derbas dikin. Bilêvkirina vê yekê bi xwe, ji aliyê wijdanî ve gelekî zehmet e. Ji ber vê yekê em bang li raya giştî ya cîhanê, Neteweyên Yekbûyî û hemû rewşenbîrên bi wijdan dikin ku bibin dengê me û li dijî vê rewşê derkevin."