Nobeda malbatan a ji bo wergirtina cenazeyan wê li Pirsûsê bidome

Malbatên li ser sînor li benda wergirtina 20 cenazeyên xwe yên şervanên YPG/YPJ'ê ne, çalakiya xwe ya nobedê birin navenda navçeyê. Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Koştî diyar kir ku heta wergirtina cenazeyan ew ê çalakiya xwe dewam bikin.

Çalakiya nobedê ya malbatên şervanên YPG/YPJ'ê yên li taxa Mehser a li ser sînorê Kobanê li benda cenazeyên zarokên xwe ne, di roja 8. de derbasî avahiya DBP'ê ya li navenda navçeya Pirsûsê bû. Li ser daxwaza 20 malbatên YPG/YPJ'yiyan çalakî wê li avahiya DBP'ê dewam bike. Çalakiyê bi serdana Şehîgeha Kobanê ya li ser rêya Ziyaretê destpê kir. Li vir malbat bi parlamenterên HDP'ê Îbrahîm Ayhan, Leyla Guven û Dîlek Ocalan re gorên YPG'î û YPJ'iyan ziyaret kirin û piştre ji bo nobedê derbasî avahiya DBP'ê bûn. 

Hevserokê DBP'ê yê Pirsûsê Mehmet Koştî li vir axivî û bal kişand li ser êrîşa bombeyî ya li dijî ciwanên SGDF'î. Keştî diyar kir ku ji ber daxwaza malbatan û ewlehiyê cihê wan çalakiyê guherandine. Koştî anî ziman ku ji bo wergirtina cenazeyan ketine nava hewldanan lê biryar di nava du lêvên Serokwezîrê demkî Ahmet Davûtoglû de ye. Koştî destnîşan kir ku heta cenazeyan bigirin wê çalakiya xwe bidomînin.