Şervanê YBŞ'ê yê ji Kayseriyê: Ez hatim ji bo mirovahiyê şer bikim
Yekîneyên Berxwedana Şengalê roj bi roj mezin dibe. Şervanê Tirk ê ji Kayseriyê Rojat Alî got, "Ez hatim Şengalê ku ji bo mirovahiyê şer bikim."
Yekîneyên Berxwedana Şengalê roj bi roj mezin dibe. Şervanê Tirk ê ji Kayseriyê Rojat Alî got, "Ez hatim Şengalê ku ji bo mirovahiyê şer bikim."
Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) roj bi roj mezin dibe. Şervanê Tirk ê ji Kayseriyê Rojat Alî got, "Ez hatim Şengalê ku ji bo mirovahiyê şer bikim."
Çeteyên DAIŞ'ê yên di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kirin, bi hezaran Êzidî qetil kirin û bi hezaran esîr girtin. Piraniya mirovên esîr hatine girtin jin û zarok in. Li dû komkujiyê, ji bo parastina Şengalê û civata Êzidî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava bû. Yek ji şervanên YBŞ'ê Rojhat Alî da xuyakirin ku wî nikarîbû komkujiya li civata Êzidî hat kirin, qebûl bike. Rojat Alî diyar kir ku ew gelekî bi şens e, ji ber ku li cihê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazî lê be dimîne û li gorî vê yekê hewl dide hemû berpirsyariyan bi şêweyê herî baş bi cih bîne.
'ZIMAN, ÇAND, OLA ŞERÊ JI BO MIROVAHIYÊ NÎNE'
Alî, ji bo parastina civata Êzidî ya rastî komkujiyê hat û ji bo li dijî DIAŞ'ê şer bike ji Tirkiyeyê hat bajarê Şengalê yê Başûrê Kurdistanê û tevlî refên YBŞ'ê bû. Alî got, "Ziman, çand û ola mirovan hene, lê ziman, çand û ola şerê ji bo mirovahiyê nîne. Min jî komkujiya li civata Êzidî hat kirin bi vî rengî nirxand û tevlî YBŞ'ê bûm. Em dizanin ku çima çeteyên DAIŞ'ê hatine Rojhilata Navîn û armancên wan çi ne. Di bi navê şerê ol de şerekî mêtîngeriyê dikin û em gelekî baş dizanin ku ev şer ji aliyê kê ve tê meşandin. Li Kurdistanê mirovahî, bi taybetî jî gelê Kurd gelekî berdêl da. Li Rojhilata Navîn ji her cureyî, ji her olî mirov hene; Misilman, Êzidî, Yahûdî, Suryanî, Elewî, Sûnî û hînê gelek olên cuda hene. Lê belê ev ne şerekî navbera olan e. Em vê yekê wiha nanirxînin. Em propaganda û siyasetên çewt ên li dijî me tên meşandin, li ber çavan nagirin, tawîzê nadin; ji ber ku diyar e em li dijî kê şer dikin. Û ya herî girîng jî em li cihê mirovahiyê lê destpê kiriye ne û ji bo mirovahiyê şer dikin."
'PÊŞKÊŞKIRINA ŞENGALEKE AZAD RÛMETDARÎ YE'
Alî da xuyakirin ku armanca wan ne tenê jêbirina çeteyên DAIŞ'ê ji Rojhilata Navîn e, ew dixwazin zîhniyeta DAIŞ'ê bi temamî ji ser rûyê cîhanê bibin û got, "Em li cihê ku Serok Apo dixwaze lê be, ne. Divê em li gorî vê tevbigerin. Azadkirina Şengalê û pêşkêşkirina Şengaleke azad ji bo civata Êzidî, wezîfe û rûmeta hemû mirovahiyê ye. Armanca dewletên mêtînger tinekirina felsefeya Serok Apo ye. Lê belê weke hêzên YBŞ û YPJ-Şengal, em sîstema konfederal a ku Serok Apo di felsefe û parastina xwe de diyar kir û avakirina jiyana hevpar a hemû mirovahiyê esas digirin. YBŞ, gerîlayên HPG û YJA Starê wê weke hêzên parastina Şengalê li dijî sîstemên mêtînger şer bikin. Bi artêşa xwe ya gel, bi rêxistinbûyîna xwe ya gel re di serî de şoreşa Şengalê em ê şoreşê li tevahiya Rojhilata Navîn pêk bînin."