Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel a di heyeta ku li Silopiyayê lêkolînan dike de cih digire got, “Gelê Silopiya li benda hemû sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî ye. Ji bo tevayî rêxistin tiştên li Silopiyayê rû didin bibînin dixwaze werin.”
Heyeta ji parlamenterên HDP’ê, ÎHD û Baroya Amedê pêk tê li Silopiyaya ku polîsan 3 sîvîl qetilkirin lêkolînan dike.
Di heyetê de parlamenterên HDP’ê Çaglar Demîrel, Nîmetullah Erdogmûş, Îmam Taşçier, Gulser Yildirim, endama KCD’ê Aynûr Ozgur, endama ÎHD’ê Vetha Aydin û endamê Baroya Amedê Abdullah Çagar cih digirin.
Heyet ji aliyê parlamenterên HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Leyla Bîrlîk, Aycan Îrmez, Ferhat Encu û Hevşaredara Silopiya Emîne Esmer û HDP’yiyan ve hat pêşwazîkirin.
Heyeta çû Taxa Başak a êrîşan lê rû da, li wir cihê teqînê xanî û dikanên hatine gulebarankirin lêkolîn kir. Heyetê her wiha 3 taziye û birîndar ziyaret kir. Heyet bi qeymeqamê Silopiyayê re jî hevdîtin pêk anî.
'RASTERAST GULEBARAN KIRINE’
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel a têkildarî lêkolînan axivî ji bo Taxa Zap a bûyeran lê rû da got: "Li taxê li hember gel hêzeke bê pîvan hatiye bikaranîn. Bi şideta polîsan re mal hatine şewitandin, rasterast gulebaran hatiye kirin, mal û xanî tijî şopên guleyan bûn.”
Demîrel diyar kir ku dema birîndar rakirine nexweşxaneyê jî rastî êrîşa polîsan hatine û got: “Heta li gor şahidên bûyerê gule berdane birîndaran jî.”
'GEL DIXWAZE MUZAKERE DESTPÊ BIKIN'
Demîrel tiştên gel ji heyetê re gotine wiha ragihand: "Gel got ku wê vê şîdet û van zextan qebûl nekin. Bi israr xwestin muzakereyên têkildarî pêvajoya çareseriyê werin destpêkirin. Dîsa her kesê me pêre hevdîtin pêk anî, di vê fikrê de ye ku ji bo di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de ji sedî 90 deng ji HDP’ê re derketine Silopiya û Şirnex tên cezakirin. Diyar dikin ku ev polîtîkaya cezayê biryara Serokkomar Erdogan û hikûmetê ye."
'EM DIXWAZIN RÊXISTINÊN JINAN BÊN SILOPIYAYÊ'
Demîrel diyar kir ku wê hevdîtin û lêkolînen heyetê bikin rapor û bi raya giştî re parve bikin. Demîrel herî dawî got: “Gelê Silopiya li benda hemû sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî ye. Ji bo tevayî rêxistin tiştên li Sişopiyayê rû didin bibînin dixwaze werin. Em jî dixwazin bi taybet rêxistinên jinan, însiyatîfên aştiyê bên navçeyê û gel guhdar bikin.”