Duyemîn heyeta HDP’ê li Silopiyayê lêkolînan dike

Heyeta ku ji parlamenterên HDP'ê, endamên KCD'ê, Baroya Amed'ê û ÎHD'a Amedê pêk tê li Silopiyayê lêkolîn kirin.

Heyeta ku ji parlamenterên HDP'ê, endamên KCD'ê, Baroya Amed'ê û ÎHD'a Amedê pêk tê li Silopiyayê lêkolîn kirin. Heyet li malên ku polîs û tîmên taybet êrîş kirine û şewitandine lêkolîn kirin û welatî guhdar kirin. Di serdanan de derket holê ku polîsan Qurana Pîroz jî gulebaran kirine.

Heyeta HDP'ê ku ji Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Çaglar Demîrel, Îmam Taşçier, Nîmettullah Erdogmuş, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulseren Yildirim, Ji Baroya Amedê Abdullah Çager, Ji ÎHD'a Amedê Vetha Aydin û endamên KCD'ê li gel parlamenterên HDP'ê yên Şirnex Aycan Îrmez, Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu û Leyla Bîrlîk, Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer, hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê ên Şirnexê pêk tê, li Taxa Zapê ya navçeya Silopiya li ser êrîşên polîsan ên 7'ê Tebaxê lêkolîn kirin û malbatên welatiyên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne ziyaret kirin.

POLÎSAN QURANA PÎROZ GULEBARAN KIRINE

Heyet li malên ku polîs û tîmên taybet êrîş kirine û şewitandine lêkolîn kirin û welatî guhdar kirin. Welatiyên li taxê dijîn anîn ziman ku ew bê elektrîk, bê av û her şev di nav şer de dijîn. Dîsa welatiyan Qurana ku ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatibû gulebarankirin nîşanî heyetê dan û gotin ku kirinên polîsan ji ya çeteyên DAIŞ'ê ne cudatir e.

Piştre heyet çû serdana malbata Hamdî Ulaş û Mehmet Hidir Tamboga ku di êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest dabûn û sersaxî ji malbatan re xwestin. Li mala Hamdî Ulaş Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş axaftinek kir û got ku nîşandana hêzê ger bi êrîşkirinê be ev yek tirsonekiyê dide der û wiha axivî: "Ger li derekê edalet hebe wê hêz jî hebe. Ger edalet nebe gotinek din li ser nayê gotin, li wir zilm heye, bê heqî heye."

'GELÊ SILOPIYA NÎŞAN DA KU AŞTÎ, HEQÎQET Û AZADÎ NE KARÊ TIRSONEKAN E'

Erdogmuş anî ziman ku kesên hêzê bikar tînin bi hêza çekê dikin ku xwe bidin jiyîn û axaftina xwe wiha domand: "Em dibêjin ku em ti dem natirsin û ti dem rê nadin tirsonekiyê. Gelê Silopiya bi sekna xwe nîşan da ku aştî, heqîqet û azadî ne karê tirsonekan e. Ev sekin, helwest û wêrekiya gelê Silopiya mafdariya wan nîşan dide. Ji ber vê yekê heq li ku be hûn li wir in û em jî bi we re ne."

Heyet li Silopiyayê serdan û lêkolînên xwe didomîne.