'Em ê ti carî xaka xwe neterikînin'
Bi sedan welatiyên ji Başûrê Kurdistanê yên ji ber êrîşên hewayî yên artêşa Tirk bi xeteriya komkujiyê re rû bi rû ne, li dijî van êrîşan derdikevin.
Bi sedan welatiyên ji Başûrê Kurdistanê yên ji ber êrîşên hewayî yên artêşa Tirk bi xeteriya komkujiyê re rû bi rû ne, li dijî van êrîşan derdikevin.
Bi sedan welatiyên ji Başûrê Kurdistanê yên ji ber êrîşên hewayî yên artêşa Tirk bi xeteriya komkujiyê re rû bi rû ne, li dijî van êrîşan derdikevin. Ji ber êrîşên hewayî yên di 24'ê Tîrmehê de destpê kirin, li Kurdistanê daristanên ji dehan hektaran dişewitin. Şewat bi hevkariya gel û gerîla hewl tê dayîn bê vemirandin. Lê belê ne tenê qadên daristanî, gelek zindî jî ji ber van şewatan tine dibin.
Ji 24'ê Tîrmehê û vir ve artêşa AKP'ê ji Bakur heta Başûr, ji Qendîlê heta Behdînanê bombeyan li gelek herêman dibarîne. Daristanên Kurdistanê ji Liceyê heta Xakurkê tên şewitandin. Li gundê Zergelê yê Qendîlê 8 sivîlên Kurdistanê bi hovane hatin qetilkirin. Di êrîşên hewayî yên terora AKP'ê de ku ev demeke bê navber dewam dike, zomên gundiyên Başûrî bûn hedef, cih û warên wan hatin hilweşandin û heywanên wan telef bûn.
Bi van êrîşên ku xwezaya Kurdistanê û hemû ruhberên li ser hedef tên kirin re, dijminatî li tevahiya mirovahiyê û xwezayê tê kirin. Dewleta AKP'ê ku komkujiya li gundê Zergelê înkar kir û hewl dide berpirsyariya vî sûcî ji ser xwe biavêje, di rewşeke welê de ye ku nikare ser sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê binixumîne.
Welatiyên ji Başûrê Kurdistanê yên li herêmê dijîn, zilm û terora ji ber êrîşên dawî yên hewayî bi serê wan de hat, ji ajansa me re nirxandin. Malbatên li zoman destnîşan kir ku tevî van êrîşan jî ew ê ti carî xaka xwe neterikînin û li hemberî êrîşên topyekûn ên li her qadê li hemberî Kurdan hatine destpêkirin, bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û tevahiya cîhanê şermezar kirin û xwestin dawî li vê bêdengiyê were anîn.
DIVÊ KURD DENGÊ KURDAN BIBIHÎZE
SÛLTAN: Em li zoman bûn, balafirên şer hatin li cihê em lê bûn xistin. Mala me, alavên me li vir bûn. Dema balafiran lê dan, em reviyan. Kes xwedî li me derneket. Eger xwedî derketibûya wê balafir nikarîbû bihata li xaka me bida. Bombeyan li me bibarînin jî em ê Kurdistanê ji kesî re nehêlin. Naxwazin li ser rûyê erdê Kurdek bimîne, lê em naqedin. Em ê xaka xwe biparêzin û ji kesî re nehêlin. Em Kurd in. Diviyabû bang li dewleta Tirk bihata kirin, bihata hişyarkirin, bihata astengkirin. Eger Kurd dengê Kurdan nebihîze, em ê çawa bi ser bikevin?
ZERÊ: Balafirên şer saet di 11 ê şevê de li ser serê me geriyan. Bombe li xaka me barandin, zarokên me tirsiyan. Her yek ji me berê xwe da aliyekî. 4 şevan ev êrîşên xwe dewam kirin. Jiyana me di xeteriyê de ye. Cîranên me jî ji ber bomberdûmanê reviyan û bi şev li derdorê belav bûn. Her roj balafiran li ser serê me bigerînin û bombeyan bibarînin jî em ê xaka xwe ti carî neterikînin û neçin ti cihê din. Pêwîste ti kes destekê nede yên bombeyan li ser Kurdan dibarînin. Bi vî rengî nabe. Em Kurd in, lê hikûmeta Başûr rojekê nehat li halê me nepirsî.
LI HER DERÊ BOMBE LI KURDAN DIBARIN
XAKIM Û GULÊ: Em naxwazin top û balafirên şer di ser serê me re bifirin. Mîna her kesî em jî dixwazin jiyaneke asayî bijîn. Yên me bi rê ve dibin, xwedî li gelê xwe dernakevin. Dema balafirên tên em neçar dimînin ji xaniyan derkevin û li derdorê belav bibin. Ev zilm e.
Em dixwazin êdî bi dilrehetî li mala xwe bijîn. Ev mafê me ye. Ya li me tê kirin zilm e, nexweşiyeke. Bi şev balafirên Tirk tên. Em ji xwe re dibêjin gelo wê me bi şev bikujin an bi roj. Nahêlin em jiyana xwe bidomînin. Ji ber bombeyan derdora me şewitî. Bomberdûman bandorê li heywanên me jî dike. Em ê ti carî dest ji xaka xwe bernedin. Bi top, tiving, bombeyan be jî, em zanibin em ê li vir bimirin, em ê neçin ti cihî. Ev xak xaka bav û kalên me ye, em ji kesî re nahêlin. Ewqas êrîş bûn. Kesek nehat li halê me nepirsî. PDK nehat cem me jî, me hînê PDK nedîtine. Kesek napirse gelo em mirine yan mane. Bi tenê heval tên cem me, li halê me dipirsin û dibin alîkar. Dema ev êrîşên hewayî dibin em dibêjin em biçin cem hevalan. Li cem wan em xwe ewle dibînin. Lê belê heval ji ber ku vê rewşê ewle nabînin, destûrê nadin.
XWEDÎDERNEKETINA LI GELÊ XWE XIYANET E!
MAM RAMAZAN SOFÎ: Têkoşîna Kurdistanê hem li herêmê hem jî li hemberî cîhanê dewam dike. Em neçar in li hemberî dijmin xaka xwe biparêzin.
Balafirên şer her tim li ser serê me bigerin jî, bombeyan jî bibarîne em ê xaka xwe neterikînin. Dijmin bêje dest jê berdin jî em bernadin. Ji Qendîlê heta Zaxo, Xakurê, xaka me bi rojane tê bombekirin. Sivîl li ser xaka xwe tên qetilkirin. Kesek bi wan re eleqedar nabin. Hikûmeta Başûr nehat li halê me nepirsî. Heta niha me bi tenê heval dîtin. Erd hemû dişewitin. Em neçarin zarokên xwe, malbatên xwe biparêzin. Ji bo tedbîrê bi awayekî demkî em neçar man cihê xwe biguherînin. Lê belê em ê ji xaka xwe dernekevin. Her tim gelê xizan dimire. Divê hesabê vê were pirsîn. Dijderneketina li van êrîşan xiyanet e. Xwedîderneketina li gelê xwe xiyanet e.