Parêzvanên jiyanê li hember qirkirina xwezayê dikevin nav tevgerê

Parêzvanên jiyanê yên li hember polîtîkaya şer a AKP’ê hatin gel, wê 3 rojan qirkirina xwezayê li cihê wê lêkolîn bikin.

Parêzvanên jiyanê yên li hember polîtîkaya şer a AKP’ê hatin gel, wê 3 rojan qirkirina xwezayê li cihê wê lêkolîn bikin.

Komîsyona Ekolojiyê ya KCD’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya ji bo qirkirina xwezayê ya dewleta Tirk li Kurdistanê pêk tîne dikevin nav tevgerê.

'DARISTANÊN ME JI POLÎTÎKAYÊN TINEKIRINÊ RE DIKIN QURBAN'

Di daxuyaniya têkildarî mijarê de wiha hat gotin, "Qesr, AKP û hikûmeta demkî û di cewher de dewleta nêrza bi konsepta şerê dawî yê li erdnîgariya me kiriye meriyetê daristanên me bi awayekî topyekûn ji polîtîkayên tinekirinê re dibin qurban."

'EM Ê LI CIHÊ WÊ TESPÎTAN BIKIN Û POLÎTÎKAYÊN ŞER RED BIKIN'

Parêzvanên jiyanê wiha dewam kirin: "Em wek parêzvanên jiyanê, kesên li Derya Reş li hember Rêya Kesk berxwedanê dikin, em li Ege û Somayê madenvan, li Yirca li hember qirkirina darên zeytûnan bi hev re têdikoşin û qîr dikin. Em kesên li Mersîn û Sînopê li hember santralên nukleerî radiwestin û li Geziyê bi hev re li hember dîkta, mêtinkarî komkujiya mirov û xwezayê derdikevin, tên gel hev. Em şewatên li çiyayên Kurdistanê û talana xwezayê li cihê wê tespît dikin, ji polîtîkayên şer ên topyekûn re dibêjin, ‘na’ û têkoşîna ekolojiyê hevpar dikin.”

PLANSAZÎ

Parêzvanên jiyanê yên 16-17-18’ê Tebaxê saet 08.00'an wê ji ber avahiya KCD’ê ya Amedê hereket bikin, têkildarî plansaziya çalakiyan ev agahî dan:

"Koma 1.

Roja 1.

Licê /Deşta Fîs-Gundê Huseyînîk

Hezro /Geliyê Godernê-Gundê Sedêgna

Farqîn /Babakaya-Malabadî

Bedlîs

Roja 2.

Bedlîs /Şêx Cûma

Agirî

Vegera Amed

Koma 2.

Roja 1.

Mêrdîn /Nisêbîn-Bagok

Cizîrê

Şirnex

Şirnak Bicihbûn

Roja 2.

Silopiya

Colemêrg

Vegera Amedê

Koma 3.

Dêrsim /Mûnzûr-Kûtû Dere-Pilemûr-Xozat (Gundê Çig ê Navend, Kûtû Dere Çiyayê Zel, gundên Koca Koç, Teşmik, Ambarli)

Roja 4.

Li Amedê daxuyaniya çapemeniyê (Çavdêrî)."