Li Agirî û Tendurekê gel ji bo aştiyê bûye mertalê zindî

Li çiyayên Agirî û Tendurekê ku Walîtiya Agirî weke 'Herêma Ewlekariya Leşkerî ya Demkî' îlan kiriye, çalakiyên mertalê zindî dewam dikin. Di axaftinên li çalakiyan de hat destnîşankirin ku berxwedana li li dijî AKP û Erdogan wê bidome.

Li çiyayên Agirî û Tendurekê ku Walîtiya Agirî weke 'Herêma Ewlekariyê ya Leşkerî ya Demkî' îlan kiriye, çalakiyên mertalê zindî dewam dikin. Di axaftinên li çalakiyan de hat destnîşankirin ku berxwedana li li dijî AKP û Erdogan wê bidome.

Walîtiya Agiriyê di 5'ê Tebaxê de çiyayên Agirî û Tendûrekê weke "Herêma Ewlekariyê ya Leşkerî ya Demkî" îlan kir. Di heman rojê de li hemberî vê yekê welatiyan li her du çiyayan çalakiyên mertalê zindî dan destpêkiri. Her du çalakî di roja 6. de dewam dikin. Meratalên zindî li gundika Elê yê li quntarê Çiyayê Agiriyê kon vedan û çalakiya xwe didomînin. 

Rêveberên HDP û DBP'ê yên ji Îdîrê hatin ziyareta çalakvanan. Li ber kon Parlementerê HDP'ê yê Îdîrê M. Emîn Adiyaman daxuyanî da û diyar kir ku Erdogan û hikûmeta AKP'ê ya demkî li ser zarokên gelê xizan ê ku 18 hezar TL. peyda nekirin şerê desthilatdariyê dimeşînin. Adiyaman got: "Dema şer bi dawî dibe û aştî tê, xeyalên Erdogan ên dîktatoriyê têk diçin Lewma berxwedana me wê bidome." Adiyaman anî ziman ku ji bo berxwedan li tavahî erdnîgariya Kurdistanê belav dibe wê bixebitin.

BERXWEDANA TENDUREKÊ

Li gel çalakiya li Çiyayê Agirî li Çiyayê Tendûrekê jî çalakiya gel didome. Duh li çiya tevgera helîkpteran û heronan pêk hat, lê gel kon terk nekir. Çalakiya welatiyan li quntarê Çiyayê Tendûrekê di 2 konan de berdewam dike. Girseya di nav de parlementerên HDP'ê Dirayet Dîlan Taşdemîr û Berdan Ozturk jî hene gelek caran govend gerand çalakiya xwe domandin. Roja bihurî helîkopteran Girê Neriya û Qada Gurd bombebaran kirin. Parlamenterê HDP'ê Berdan Ozturk diyar kir ku li gel bombebaranê morala wan bilind e û armanca dewletê ew e ku welatiyên li zozanan derbixe û got: "Em dest ji çalakiya xwe bernadin. Em ê heya dawî li vir bin. Armanca me aştî ye. Em ji bo pêşiya mirina bigirin li vir in."