Gerîlayê HPG’ê Gulce ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nedîm Gulce (Tolhildan Firat) di çalakiya fedayî ya li hemberî qereqola Bebleşînê de jiyana xwe ji dest da, li Taxa Xencûlîsê ya Wanê ji hêla hezaran welatiyan ve hat definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nedîm Gulce (Tolhildan Firat) di çalakiya fedayî ya li hemberî qereqola Bebleşînê de jiyana xwe ji dest da, li Taxa Xencûlîsê ya Wanê ji hêla hezaran welatiyan ve hat definkirin.

Gerîlayê HPG'ê Nedîm Gulce (Tolhildan Firat) ê 6'ê Tebaxê li hemberî Qereqola Bebleşînê ya li ser rêya Elbaxa Wanê ye bi wesayîta bombebarkirî çalakiya fedayî pêk anî. Di encama çalakiyê de Gulce yê di sala 1993'an de hatiye dinyayê û di sala 2011'an de tevlî nav refên gerîla bûye jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê gerîla Gulce ji hêla hezaran welatiyan ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Elbaqê hat wergirtin û heta navenda sûkê meşiyan. Esnafan ji bo Gulce derabeyên dikanên xwe girtin û tevlî merasîma cenazeyê bûn. Piştî wecîbeyên olî cenaze ji mizgeftê hat wergirtin û bi karwanenekî ber bi Taxa Xencûlîsê ve bi rê ket. Welatiyan cenazeyê Gulce di têketina taxê pêşwazî kirin û heta goristanê meşiyan. Cenazeyê Gulce ji hêla hezaran welatiyan ve hat definkirin.

'JI BER AKP'Ê DAYIK DIGIRÎN'

Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê rêveberê MEYA-DER'a Wanê Îdrîs Şaybak sersaxî ji malbatê xwest. Hevserokê DBP'a Elbaqê Senar Yeşîlirmak di merasîmê de axivî. Yeşîlirmak sersaxî ji malbata Gulce xwest û ev tişt anî ziman: "Ji ber bêtehemuliya AKP'ê ya piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê îro li Kurdistan û Tirkiyeyê ciwanên me jiyana xwe ji dest didin. Ji ber AKP agirbest ji holê rakir îro dayikên me digirîn. Em ev polîtîkaya wan a şer lanet dikin."

'AKP ÇARENÛSA XWE BI DAIŞ'Ê VE GIRÊDAYE'

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan jî di merasîmê de axivî û got ku AKP hêviya xwe bi çeteyên DAIŞ'ê ve girêdaye û wiha axivî: "Mixabin Tayyip Erdogan û AKP çarenûsa xwe bi DAIŞ'ê ve girêdane. Wan çarenûsa xwe bi kuçikên ber deriyê dojehê ve girêdane. Me gelek Nemrûd, Firewn û Sezar dîtin. Tolhildan ne tenê şehîdê gelê Kurd e, ew şehîdê hemû gelên Rojhilata Navîn e. Mirovahî vê rastiyê dibîne. Ey Erdogan, vegere û li dîroka xwe binêre. Ez ji vir bang li birayên xwe yên Tirk dikim. Ey birayên me yên Tirk û dayikên Tirk, va hûn dibînin bê projeya Erdogan çi ye. Projeya wî li ser rijandina hêsirên çavên dayikan û kuştina ciwanên Kurd û Tirkan hatiye avakirin."

Dayika wî Şemsê Gulce û bavê wî Halîl Gulce jî axivî û ev tişt anî ziman: "Nedîm şehîdê Kurdistanê ye. Bila serê gelê Kurd sax be."

Piştî merasîmê welatî ji bo sersaxiyê çûn konê sersaxiyê ya li taxê hatiye vedan.