Hejmara cenazeyên li Murşîtpinarê tên sekinandin bû 20
Cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê yên di şerê li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dan û li deriyê sînor ê Murşîtpinarê ji aliyê hikûmetê ve destûr nayê dayîn bên derbaskirin, gihîşt 20'an.
ZEYNEP KÛRAY/ANF
STENBOL
sêşem, 11 gelawêjê 2015, 07:00
Cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê yên di şerê li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dan û li deriyê sînor ê Murşîtpinarê ji aliyê hikûmetê ve destûr nayê dayîn bên derbaskirin, gihîşt 20'an. Parlamenterên HDP'ê Îbrahîm Ayhan û Ferhat Encu der barê mijarê de agahî dan ANF'ê û diyar kirin ku hejmara cenazeyan ji 9'ê Tebaxê û pê ve gihaştiye 20'an. Parlamenteran bang li rayedaran kirin ku cenazeyan tavilê radestî malbatan bikin. Ayhan ê ku bi malbatan re ev 8 roj in li ser sînor nobedê digire anî ziman, ku AKP hewl dide cenazeyan bike amûreke şantajê. Encu jî destnîşan kir ku ew ê vê pêkanîna li ti devera cîhanê nîne, bixin rojeva platforma navneteweyî.
SEROKWEZÎR FERMAN DA
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê ku bi malbatan re ji bo wergirtina cenazeyan ev 8 roj in li ser sînor nobedê digire da xuyakirin, ku li hikûmeta demkî li pêş çavê mirovan sûcê li dijî mirovahiyê dike. Ayhan diyar kir ku ji 9'ê Tebaxê û vir ve hejmara cenazeyên li ser sînor tên sekinandin gihaştiye 20'an û anî ziman ku her çend ji bo debaskirina cenazeyan gelek caran bi rayedaran re hevdîtin kiriye jî, ji ber ku Serokwezîr di vî warî de ferman daye, destûr ji derbaskirina cenazeyan nayê dayîn. Ayhan ragihand ku malbat duh careke din bi qeymeqam re hevdîtin kirine, lê bi heman hincetê daxwaza wan hatiye redkirin û destnîşan kir ku heta ew cenazeyan werbigirin, ew ê li ser sînor bisekinin. Ayhan got, "Ev pêkanîneke kêfî û siyasî ye. Bi temamî li dijî hiqûqê ye" û da zanîn ku ev pêkanîna li dijî mirovahiyê bê wijdaniya hikûmeta demkî radixe pêş çavan.
'EM Ê RÊ NEDIN VÊ ŞANTAJÊ'
Ayhan, der barê propaganda reşkirinê ya medya alîgirê hikûmetê, ku îdîa dikin bi cenazeyên dawî re HDP û AKP'ê li ser careke din nehatina cenazeyan li hev kirine, anî ziman ku ti peymaneke bi vî rengî nîne û diyar kir ku parlamenterên HDP'ê ji bo derbaskirina cenazeyên li deriyê sînor ê Murşîtpinarê tên sekinandin, di nava trafîkeke berfireh a hevdîtinan de ne. Ayhan da zanîn ku dema pêvajoya çareseriyê xitimî AKP'ê konsepteke bi vî rengî xistiye meriyetê û anî ziman ku hikûmeta demkî bi şantajeke bi vî rengî re dixwaze zexta psîkolojîk li malbatan bike û bi vî rengî siyasetê dîl bigire. Ayhan destnîşan kir ku ew ê serî li ber vê şantajê netewînin û çi dibe bila bibe, heta ku cenazeyên xwe wernegirin ew ê deriyê sînor neterikînin.
EV YEK LI SER NAVÊ MIROVAHIYÊ ŞERMEKE MEZIN E
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî diyar kir ku AKP bi awayekî vekirî sûcê li dijî mirovahiyê dike. Encu bibîr xist ku beriya niha cenaze 13 rojan bi awayekî kêfî li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatin sekinandin û got, "Nedayîna cenazeyan ji bo malbatan, astengkirina veşartina li xaka wan, ne hiqûq, ne wijdanî ye, ne jî bi ti awayekî tê qebûlkirin e." Encu anî ziman ku ev biryar di Desteya Wezîran de bi fermana Serokwezîr Ahmet Davûtoglû û Serokkomar Erdogan ve hatiye kirin û diyar ku ji ber li holê belgeyeke nivîskî nîne, îtiraz nayê kirin. Encu anî ziman ku di diyalogên du alî de ew hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin, lê belê hikûmet li van diyalogan jî deriyê xwe digire. Encu got, "Eger zarokên vî welatî nikarin li welatê xwe, li xaka xwe, li gund û bajarên xwe bên veşartin, hingî cihê gotinê nemaye" û destnîşan kir ku ev yek li ser navê mirovahiyê şermeke mezin e. Encu bibîr xist ku li cîhan ti qanûnên qedexeyê datîne ser cenazeyan nîne û anî ziman ku cenazeyên şervanên biyanî radestî malbatan tên kirin, lê ev astengiya li hemberî ciwanên Kurd helwesteke dijminane ye. Encu diyar kir ku ev helwesta faşîzan parçeyeke ji şerê qirêj ê 30 sal in dewlet dimeşîne ye û destnîşan kir ku heta cenazeyan werbigirin ew ê li ber xwe bidin û vê pêkanîna li dijî mirovahiyê bibin ber destê platforma navneteweyî.