Şervanekî YPG’ê li Hesekê spartin axê
Cenazeyê Şervanê YPG‘ê Mihemed Casim (Ferhad Hesekê) yê 9’ê Tebaxê li Hesekê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê spartin axê

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê û gundên derdora wê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê YPG‘ê Ferhad Hesekê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn. Girse cenaze ji saziyê wergirtin û bi kerwanekî ji wesayîtan ku bi al û sembolên Kurdî hatibû xemilandin ber bi goristanê bi rê ketin. Girseyê bênavber dirûşm berz kir.
Li goristanê cenaze li aliyê bi dehan ji şêniyên gund hate pêşwazîkirin, li wir jî merasîmek hate lidarxistin.
Merasîm, bi rêzgirtinê destpê kir, piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Dawê, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ekrem Mehşûş, li ser navê TEV-DEM Îsa Hesen, li ser navê YPG‘ê Zîndan Dêrik û li ser navê Yekîtiya Star Rohanî Hesekê axivîn.
Di axaftinan de rola şervanên YPG/YPJ‘ê di parastina ewlekariya hemû pêkhateyên herêmê de hate gotin, her wiha hate diyarkirin ku têkoşer Ferhad bi şehadeta xwe biratiya gelan û yekîtiya wan gelên Rojava imze kir.
Her wiha di axavtinên xwe de siyaseta dewleta Tirkiyê ya piştgiriya çeteyên DAIŞ‘ê dike hate şermezar kirin, hate gotin ku derbasbûna çeteyên DAIŞ‘ê yek ji planên hikûmeta Tirkiyeyê ye ku bi hinceta têkoşîna li dijî terorê dixwaze li Rojava bi cih bibe. Her wiha radestkirina 6 şervanên YPG‘ê jî ji bo Cebhet El-Nusra hate şermezar kirin.
Pişt axaftinan nasnameya şervanê YPG‘ê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Malbata têkoşer jî soza şopandina doza kurê xwe dan heta hemû xaka Rojava ji çeteyên DAIŞ‘ê were rizgarkirin.
Welatiyan cenazeyê şervanê YPG’ê Ferhad li ser milên xwe kirin û di nava tilîlî û dirûşman de spartin axê.