DBP: Li dijî şer em seferberiyeke topyekûn nîşan bidin

DBP'ê nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkaya şer a AKP'ê da û got, "Ji bo pêşîgirtina li şer, girîng e em bi ruhê seferberiyeke topyekûn li dijî vê rêveçûnê dengê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin."

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek bi daxuyaniyeke nivîskî banga berxwedan û çalakiyan li gel kir.

Şîmşek got, "Li dijî hovîtiya derveyî mirovahiyê û komkujiyan, li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dijî bê exlaqiya li hemberî cenazeyên YPG, YPJ û HPG'yiyan, li dijî operasyon, binçavkirin û girtinan, li dijî talan, êrîş û şewitandina qadên me yên jiyanê, li dijî qirkirin û şerê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê meşandin, em bang li gelê xwe dikin ku timî li ber xwe bide."

'DI ASTA HERÎ BILIND DE EM LI DIJ DERKEVIN'

Şîmşek ragihand ku AKP bi dûrxistina ji hev a civakê re dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne û got, "Ji bo ji vê polîtîkaya AKP'ê re em bêjin 'bisekine', divê aştîxwaz li ber xwe bidin û ji bo pûçkirina polîtîkaya şer, sekneke xurttir nîşan bidin. Hemû derdorên civakî ji bop êşeroja vî welatî, ji bo pêşeroja zarokan, girîng e li hemberî şerê tê ferzkirin derkevin û berî dereng bimînin, dengê xwe bilind bikin.

Di vê mijarê de hemû beşên civakî bi taybetî jî gelê Amedê yê ku rola xwe ya dîrokî her tim bi cih aniye, neazîbûn û dijderketina xwe ya li hemberî şer di asta herî bilind de nîşan bide. Ji bo pêşîgirtina li şer, girîng e em bi ruhê seferberiyeke topyekûn li dijî vê rêveçûnê dengê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Ji ber vê yekê em bang li gelê Amedê dikin ku her êvarê saet di 20:00 de deng derxîne, elektrîkê bitefîne û veke."