'Me kanton îlan nekir, lê em bê alternatîf nînin'

Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Salih Gulenç bersiv da nûçeyên bi serenavê "Li Şirnexê xweserî hat îlankirin" û got, "Me xweserî îlan nekir, me kanton ava nekir. Me got em vê dewleta faşîst nas nakin."

Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Salih Gulenç bersiv da nûçeyên bi serenavê "Li Şirnexê xweserî hat îlankirin" û got, "Me xweserî îlan nekir, me kanton ava nekir. Me got em vê dewleta faşîst nas nakin. Lê eger dewlet bi vî rengî tevgera xwe dewam bike wê gel tercîha xwe bike, xweseriya xwe îlan bike. Gel bê alternatîf nîne."

Daxuyaniya Meclîsa Gel a Şirnexê ya der barê terora dewletê de, ku rê li ber mirina 3 kesan û birîndarbûna gelek kesan vekir, ji aliyê medya navendî ve weke "îlana xweseriyê û damezrandina kantonan" hat pênasekirin.

Di daxuyaniya duh a Meclîsa Gel de hat gotin, "Hemû saziyên dewletê yên li bajêr ji bo me êdî rewabûna xwe winda kirine. Weke gel em ê rêveberiya xwe esas bigirin û li ser bingeha demokratîk jiyana xwe bimeşînin."

Li Şirnexê xweserî hat îlankirin?

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê Şirnexê Salih Gulenç, ku di nava Meclîsa Gel a Şirnexê de cih digire, bersiv da vê pirsê.

'DAXUYANIYA ME BI BEREVAJÎ HAT RAGIHANDIN'

Gulenç da xuyakirin ku daxuyaniya wan a duh ji aliyê hin derdora ve bi zanebûn bi awayekî berevajî hatiye ragihandin û got, "Me xweserî yan jî kanton îlan nekirin. Ji bo li dijî rêveçûna dewleta faşîst dibe bisekinin, me xwest bê zanîn ku gel dikarin xwe bi xwe bi rêve bibin."

Gulenç axaftina xwe wiha dewam kir: "Em sazî û dewleta înkar, mêtînger û faşîst a niha nas nakin. 13 cenazeyên me bi rojan li deriyê sînor ê Xabûrê hatin sekinandin. Niha 20 cenazeyên me li deriyê sînor ê Murşîtpinarê tên sekinandin. Li ti meydaneke şer ev nehatiye kirin û hurmet ji cenazeyan re hatiye nîşandan. 11 rojan em li deriyê sînor ê Xabûrê sekinînin, me xwestin bi amîrên mulkî re hevdîtinê bikin, lê bersiv nedan telefonên me jî. Me mûxatab nabînin. Hûn dewletekî bi vî rengî nas dikin? Eger hûn bin, hûn ê çi bikin? Sîstemeke ku me nas neke, bi rastî em jî wê nas nakin. Bê guman em hene bi sazî û partiyên siyasî yên alîgirên aştî û demokrasiyê te bixebitin."

Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Salih Gulenç anî ziman ku wan li hemberî helwesta siyasî û şîdeta dewletê ya li hemberî gel helwest nîşan dane û got, "Eger ev pêkanînên dewletê bi vî rengî dewam bike, ev gel wê xweseriya xwe jî îlan bike, wê kantonan jî ava bike." Gulenç Rojava bibîr xist û got, "Eger dewlet demokratîk nebe, bê guman wê gel şêweyê xwe îfadekirinê bibînin, kanton an jî xweserî bibe neçariyek. Ev gel bê alternatîf nîne."

Gulenç bal kişand şîdeta dewletê ya bi rojan li Silopiyayê li gel dike û got, "Leşker, polîs, tîmên taybet bi rojane mîna rêbaza DAIŞ'ê li Silopiyayê gule li gel direşînin."

Gulenç her wiha şewatên li daristanan bibîr xist û got, "Malbata min, bi pêvajoya çareseriyê ya Rêber Apo da destpêkirin re, berî 2 salan li gundê xwe yê beriya 25 salan hatibû valakirin vegeriya. Ne tenê malbata min, gelek malbatên din li gund vegeriyan. Lê belê dema vegeriyan balafirên vê dewletê zozanên wan bombe kirin, şewitandin. Çiyayên Cûdî û Gabarê bi rojane tên bombekirin."

Gulenç da zanîn ku tevî van polîtîkayên şer ên dewletê, wan ji bo hevdîtinê li bajêr li mûxatap geriyane, lê kesek nedîtine û got, "Ev ne biryareke ku ji aliyê amîrên îdarî yên xwecihî ve hatiye girtin. Rayedarên îdarî û polîsên li vê derê dibin amûrek ji desthilatdariya siyasî ya Serokkomar Erdogan re. Ev pêvajoyeke û wê ji sedî sed li muzakereyê vegere. Pêwîste rayedarên li vê derê nebin amûrek ji polîtîkayên desthilatdariya siyasî ya demkî re."