Bi nedana cenazeyan re zilm li malbatan tê kirin

Heyetek ji parlamenterên HDP'ê, ji bo wergirtina cenazeyên 20 YPG/YPJ'yî yên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, malbatên li ber Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ziyaret kir.

Heyetek ji parlamenterên HDP'ê, ji bo wergirtina cenazeyên 20 YPG/YPJ'yî yên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, malbatên li ber Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ziyaret kir. Wekîlan nerazîbûneke tund nîşanî astengiya li pêşiya derbaskirina cenazeyan, dan.

Heyeta ji parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Sîbel Yîgîtalp û Gulser Yildirim, der barê cenazeyên li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tê sekinandin de bi rayedarên dewleta Tirk re hevdîtin kir. Hat ragihandin ku rayedaran gotine 'ji ber biryara hikûmeta navendî' ew destûra derbaskirina cenazeyan nadin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û got, "Rayedarên AKP'yî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî li odeyên xwe yên hênik rûdinên û bi sekinandina cenazeyan di bin germa 50 pileyî de zilmê li malbatan dikin. Davûtoglû û Erdogan li şûna xwe dema xwe ji lêkolînkirina anketên dengan veqetînin, bila werin li van malbatan guhdarî bikin. Hikûmeta ku cenazeyan radestî malbatan nakin, bi pêkanîna sûcê şer re birîndaran teslîmî El Nûsra dike."