Hevşaredarên Artemêtanê xwestin xebatkarên wan bên berdan
Hevşaredarên Artemêtanê xwestin, xebatkarên şaredariyê yên hatine binçavkirin, serbest bên berdan.
Hevşaredarên Artemêtanê xwestin, xebatkarên şaredariyê yên hatine binçavkirin, serbest bên berdan.
Hevşaredarên Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn û Abdulkerîm Sayan, der barê binçavkirina xebatkarên şaredariyê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî pevçûna li taxa Şehîd Firat a li Artemêtanê, polîsên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Wanê li hemberî xebatkarên Şaredariya Artemêtanê dest bi operasyona binçavkirinê kirine û ev operasyon hat şermezarkirin.
'BILA SERBEST WERIN BERDAN'
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi şêweyeke dûrî ji bingeha hiqûqî 3 xebatkarên şaredariyê hatine binçavkirin û hat gotin, "Piştî ku operatorê me yên kefçeyê Firat Çarti û amîrê me yê xerajê Îsmalî Kutukoglû ji aliyê ekîbên polîsan ên Midûriyeta Emniyetê ya Wanê ve hatin binçavkirin, Midûrê Karên Fen ê Şaredariya me Ûgûr Cîhan jî bi heman sedeman hat binçavkirin." Hevşaredaran xwestin, binçavkirî tavilê serbest werin berdan.