Kalkan: Divê tevgera me bi Rêber Apo re hevdîtinê bike-HAT NÛKIRIN

Dûran Kalkan: Eger wê tiştekî nû bibe, ji bo vê peyman divê, bingeha qanûnî divê. Pêwîste Rêber Apo karibe bi awayekî azad bi her kesî re hevdîtinê bike. Divê tevgera me bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de ye bên guhertin û got, "Eger wê tiştekî nû bibe, ji bo vê peyman divê, bingeha qanûnî divê. Pêwîste Rêber Apo karibe bi awayekî azad bi her kesî re hevdîtinê bike. Divê tevgera me bi Rêber Apo re hevdîtinê bike."

Kalkan bû mêvanê bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE û bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk.

Kalkan di destpêka axaftina xwe de 31. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd, gelê Kurdistanê û hêzên gerîla yên li çar parçeyên Kurdistanê şer dikin pîroz kir û got, "Di şexsê hevrê Egîd de hemû şehîdên me bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînim. Silav û hurmetên xwe pêşkêşî malbatên şehîdan, dayikên şehîdan dikim. Li ser vê bingehê şehîdên dawî yên komkujiya li Silpiyayê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînim. Soza bicihanîna armancên wan dubare dikim."

Kalkan bal kişand ser êrîşên li gelemperiya Kurdistanê yên di çarçoveya şerê topyekûn ê AKP'ê li hemberî gelê Kurd û tevgera azadiyê daye destpêkirin û gef û heqareta leşkerên Tirk ên li hemberî Kurdên li binê çavan dikin bibîr xist.

Kalkan bal kişand ser gefên tîmê taybet ê li Geverê bi gotina 'hûnê hêza Tirkan bibînin' û got, "Ez ji wî kesê li Geverê diaxivî re dibêjim: Em wî nas dikin! Em navê wî jî dizanin, sûretê wî jî dizanin! Yên zextê li gelê Kurd dikin bila zanibin, ku xwe li ku veşêrin jî wê rojekê werin dîtin û hesabê sûcên kiriye bidin! Bila ti kes vî gelî bê xwedî nebîne."

Kalkan ji bo gotinên 'Bila gerîla bisekine, gerîla çekê deyne, bila gerîla vekişin' ev nirxandin kir:,

"Aştiya çi? Kîjan aştî? Bûyerên li Geverê, li Silopiyayê qewimîn aştî ye? Şert danîne pêşiya aştiyê. Dibêjin 'Hûn derkevin, ez ê jî hingî li gorî dilê xwe we bieciqînim, her tiştî bînim serê we...' Ew aştî ji bo te aştî ye, ji bo min ne aştî ye. Zarok jî bi van gotinan nayê xapandin. Radibin dibêjin qey wê civaka Kurd bixapînin."

Kalkan komkujiya li gundê Zergelê û hovîtiya li Silopiyayê ya dewleta Tirk bibîr xist û got, "Bi namerdî guleyan li mirovan direşînin, malên mirovan dişewitînin. Ji vê mezintir hovîtî heye? DAIŞ çiye, DAIŞ ev e. Divê AKP, hêza şerê taybet a Tirk, kontrgerîla ya Tirk zanibe, ku her kes wan nas dike."

'ZEXTÊ LI RÊBER APO DIKIN'

Kalkan da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştî û çareseriya siyasî ya demokratîk, ji sebra Eyup bêhtir hewldaneke mezin nîşan daye, lê ji 5'ê Nîsanê û vir ve bersivê nabînin û rastî her şêwe zextan tê.

Kalkan got, "Zextê lê dikin û jê re dibêjin 'tu yê vê bikî'. Dibêjin 'hûn nikarin biçin, em diçin û hevdîtinê dikin!'. Bi hevdîtinê re tu diçe zextê dike. Gelo hevdîtina te ji bo me hevdîtin e? Em dikarin ji hevdîtina kontrgerîla re bêjin 'hevdîtin'? Ji bo zextê li Rêber Apo bikin diçin. Li ser Rêber Apo zexta herî mezin a dîrokê heye. Pêwîste gelê Kurd û her kes vê baş bizanibe. Ji gotinên kesekî din bawer nekin. Li ser Rêber Apo, zilm heye, îşkence heye. Dixwazin daxwaza xwe bi Rêber Apo bidin qebûlkirin. Li Silopiyayê, Zergelê, Geverê çi hat kirin, heman tiştî bi şêweyê psîkolojîk li hemberî Rêber Apo dimeşînin. Lewma nikarin kesî bixapînin. Gelê Kurd serî li ber vê zilmê natewîne. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe wê li ber xwe bide."

KALKAN: RÊBER APO GOT; 'BANGA TESLÎM BIBE LI MIN DIKIN, EZ VÊ TI CARÎ QEBÛL NAKIM

Kalkan der barê hevdîtina dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya 5'ê Nîsanê bi heyeta HDP'ê re kir, ev agahî da:

"Rêber Apo got, 'banga teslîmbûnê li min dikin. Ez vê ti carî qebûl nakim'. Em vê gelekî baş dizanin, hem nameya ji Başûrê Kurdistanê ji Rêbertî re hat şandin, hem jî ya li ser navê dewlet û hikûmetê hat bilêvkirin, bi vî rengî nirxand. Rêber Apo li hemberî helwesta Tayyîp Erdogan a redkirina mutabaqata Dolmabahçeyê û biçûkxistin-redkirina peyama Newrozê gelekî hêrs bû. Halbûkî ev li ser bingeha mutabaqatê dibû. Ne tiştên li gorî daxwaza bi tenê ya Rêber Apo bû. Daxuyaniyên di encama hevdîtinan de derket holê bûn. Hem daxuyaniya hevpar hat dayîn, hem jî daxuyaniya Newrozê. Tevî ewçend daxuyaniyên ehvpar jî Tayyîp Erdogan hemû red kir. Ev yek darbeke li dijî hikûmetê bû. Darbeyek li hemberî hikûmeta Ahmet Davûtoglû bû. Hikûmet ji tirsa nikare vê bêje, nikare li dij derkeve. Di nava AKP'ê de gelek nakokî, gelek nêrînên cuda hene. Ji bo ti ji wan dernekeve holê Tayyîp Erdogan zextê dike. Ev şer jib o wê derxistin. Lê belê wê nikaribin xwe rizgar bikin, wê parçe bibin."

'YA KU DAIŞ LI ROJAVA Û BAŞÛR DIKE, AKP JÎ LI BAKUR DIKE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dewama hevpeyvîna xwe de destnîşan kir ku AKP ji bo DAIŞ'ê biparêze li hemberî PKK'ê şer dike got, "Berê bi dizî destek didayê, lê ji 24'ê Tîrmehê û pê ve bi awayekî vekirî destekê dide. Ya ku DAIŞ li Rojava û Başûrê Kurdistanê dike, AKP û dewleta TC li Bakurê Kurdistanê dikin."

'BILA BIÇIN HÊZA KURDAN JI DOSTÊ XWE DAIŞ'Ê BIPIRSIN'

Kalkan der barê bangên ji bo agirbestê tên kirin û pêvajoya ji niha û pê ve de ev nirxandin kir:

"Ev şer û pevçûn bê sedem naqewimin. Eger pirsgirêkên gelekî dîrokî yên weke man-nemanê nebûya, ti kes dernediket serê çiyê. Rêber Apo ev tişt got: 'Eger rêbazeke din a çareseriyê heye û tevî vê yekê jî xwîn bê rijandin, ev cînayet e'. Felsefeya me ev e. Ji ber vê yekê divê ti kes bi sivikî nêzî me nebe. Em tevgereke 43 salan e, 35 sal in li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê em şer dikin. 31 sal in bê navber em şerê gerîla dimeşînin. Ne tenê derket serê çiyê, em li tevahiya Kurdistanê belav bûn. Îro li hemû qadên çiyayî yên stratejîk ên Kurdistanê gerîla hene. PKK hêzeke mezin e. Ahmet Davûtoglû dibêje 'ez ê lê bidim, ez ê hilweşînim'. Me gelek kesên ev peyv gotin dîtin. Çîller jî got, Agar jî got, Kenan Evren jî got. Bila li xwe vegere û li wan binêrin. Yê li Geverê digot, 'Hûnê hêza Tirk bibînin!' Lê wan hêza Kurdan dîtin, wê hînê jî bibînin. Bila biçin ji dostê xwe DAIŞ'ê bipirsin bê hêza Kurdan çawa ye."

'TINEBÛNA KURDAN TINEBÛNA TIRKAN E'

Kalkan diyar kir ku wan beriya niha jî dane xuyakirin ku ew hurmetê nîşanî bangên tên kirin didin û got, "Tê gotin, 'bila PKK destê xwe ji ser tetîkê bikişîne'. Ez careke din dibêjim; PKK'ê hînê destê xwe nebiriye ser tetîkê ku vekişîne. Ya ku tê kirin di asta bersivdayînê de ye. Dema bi wî rengî tê bilêvkirin, mîna ku PKK dike, tê fêmkirin. Divê mirov rasteqîn bin. Êrîşa 24'ê Tîrmehê çi ye? Ewqas mirov hatin girtin. Çima siyaseta demokratîk, rêxistinên civakî yên sivîl pêşî li vê nagirin, xwedî lê dernakevin?

Li pêş çavan e ku êrîşên hewayî fiyasko ne. Heta niha li hemberî PKK'ê bi hezaran êrîş hatin kirin, lê PKK hînê li ser piyan e. Biryargeha me ya navendî jî encamên wê aşkera kir. Ev êrîş ji xwe nikarin AKP'ê rizgar bikn. Kurd tine bibe, Tirk jî wê tine bibe. Ez vê îdîa dikim. Têkiliya Kurd û Tirk di vê astê de ye. Tu Kurd qels bike Tirkê jî qels bibe. Tu li Kurd bide, hingî wê derb li Tirk jî bikeve.

Tê gotin ku bila bi vî rengî-bi wî rengî be. Lê belê ti tişt êdî mîna berê nabe. Me gelek caran agirbest îlan kirin. Çend caran projeya aştiyê weşandin. Ji Newroza 2013'an û vir ve di nava du sal û nîvan de agirbest hebû. Ev derket holê, ku bi dayîna sozan nabe. Eger wê tiştekî nû bibe, peyman ji vê re dibe, bingeha qanûnî divê. Rêber Apo jî got, 'Heta ku bingeha qanûnî nebe em nikarin ti tiştî bikin'. Di vê şert û mercên Rêber Apo tê de ye bên guhertin. Pêwîste Rêber Ap karibe bi awayekî azad bi her kesê dixwaze hevdîtinê pê re bike re, hevdîtinê bike. Divê tevgera me bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.

'ÊDÎ HER TIŞT BI PEYMANA ALIYAN RE DIBE'

Dibêjin Rêber Apo li Îmraliyê ji bo pêvajoya nû amadekariyan dike. Dibe, lê heta ku bi tevgerê re hevdîtinê neke û nîqaş neke, encam jê dernakeve. Divê her kes vê bizanibe. Mîna berê; bila bang bike, PKK jî li gorî wê tevbigere, êdî anbe. Me ev kir, me pên caran kir, deh caran kir, hînê çend carên din em dikarin bikin? Em nikarin bikin. Ji ber çi? Ji ber ku encam jê dernakeve. Di dawiyê de dîsa Kurd û Tirk digirîn. Şer heye, mirov dimirin, her kes cenazeyan radike. Encama wê rêbazê ev e. Ew rêbaz çareseriyê bi xwe re nîne, dirêj dike, êşan girantir dike. Ji bo ev hemû ji holê bên rakirin, divê rêbaz were guhertin. Êdî her tişt bi mutabaqat û peymaên du alî dibe. Li Dolmabahçeyê mutabaqat çêbû, ew jî red kirin. Ez, ji yên wê bangê dikin re vê dibêjim.

Ji bo civakê jî dixwazin vînê bişikînin, rêxistinbûyîna civakê belav bikin. Wî kontrgerîla yê li Geverê jî digot, rêveberiya Enqereyê-Ahmet Davûtoglû jî heman tişt digot: 'Ji bilî mîn vîn nabe'. Wê demê divê her kes vîna xwe nîşan bide. Gund bi gun, tax bi tax, bajarok bi bajarok, bajar bi bajar her kes vîna xwe nîşan bide. Demokrasiya xwe bi rêxistin bike.

Pêwîste êdî bajarok, bajar ji bin rêveberiya qeymeqam, waliyan derkevin. Rêveberiya yên hatine wezîfedarkirin dîktatorî ye. Rêveberiya yên hatine hilbijartin demokrasî ye. Vê yekê her kes dibêje, A, B, C ya demokrasiyê ev e. 

Lewma divê rêveberiya walî, qeymeqaman neyê naskirin. Êrîşên li hemberî hemû navçeyan ji aliyê walî û qeymeqaman ve tên kirin. Divê Walî jî, qeymeqam jî werin hilbijartin. Rêveberî hemû bi hilbijartinê bê û biçe. Divê mirov li cihê lê ye xwe bi rêve bibe. Vîna xwe ya siyasî-rêxistinî derxîne holê û bêjin 'em ê xwe bi xwe bi rêve bibin'. 

Eger li hemberî wan êrîş pêk bê, divê karibin xwe biparêzin. Ji bo parastinê jî zanebûn û rêxistinbûyîn divê. Bila her kes xwe biparêze. Gerîla li Bakur heye, lê gerîla li çiyê ye, li çiyê têdikoş e. Gerîla nikare xwe bigihîne her derê, nikare her kesî biparêze. Li bajar, bajarokan gerîla nîne, li qada çiyê têdikoş e. Lewma li dijî êrîşên kontrgerîla û polîsan ên li nava tax, bajarok û bajaran divê gel xwe bi xwe biparêze. Xwe parastin rewa ye û demokrasî bê xwe parastinê nabe, ji ber ku azadî bê ewlekariyê nabe.

Di serî de gelê yê li Gever û Silopiyayê berxwedana tevahiya gelê me silav dikim û şehîdên Silopiyayê bi rêzdarî bibîr tînim."