KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YDG-H/YDG-K: Eger cenaze neyên dayîn em ê çalakiyên bersivdayînê pêk bînin
YDG-H/YDG-K dan xuyakirin ku eger cenazeyên li ser sînorê Murşîtpinarê tên rawestandin di nava 24 saetan de neyên teslîmkirin, ew ê çalakiyên bersivdayînê lidar bixin. -
Taşdemîr: Ya li Giyadînê hat kirin înfaz e
Parlamentera HDP'ê ya Girî Diyaret Taşdemîr got, "Ev yek bi awayekî vekirî înfaz e. Li cihê bûyerê şopeke şer nîne. 5 kesên bûn şahidê înfazê hatin binçavkirin. Hewl tê dayîn ser înfazê bê nixumandin." -
Gerîlaya HPG'ê Ekîn Van hat veşartin
Gerîlaya HPG'ê Ekîn Van (Kevser Erturk) a li navçeya Mûş Gimgimê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
KCD-E, Cejna Vejînê pîroz kir
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-E) 15'ê Tebaxê Cejna Vejîna Neteweyî pîroz kir. KCD-E bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku di 15'ê Tebaxê de dewleta Tirk û Erdogan protesto bikin. -
Navendîparêzî dijberiya demokrasiyê ye - Cemîl Bayik
"Êdî navendîbûn mîna têgihiştineke rêveberiyê ya li dij demokrasî û azadiyê tê dîtin. Diyalektîk a çiqas zêde navendîbûn, ew qasî hindik demokrasî, çiqas hindik navendîbûn, ew qasî zêde demokrasî lê ye." -
Ok: Çima kurê Erdogan û fermandarên wan li Şirnexê eskerî nekirine
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bibîr xist ku di serî de Erdogan zarokên ti ji payebilindên dewletê li eniya şer nînin û got, "Zarokên feqîran weke pez dişînin şer û didin kuştin. Ev gunehekî mezin e." -
YRK: Li Kamyaranê 12 pasdar û caşên rejîma Îranê hatin kuştin
YRK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyek li çiyayê Şaho yê Kamyaranê de 12 pasdar û caşên rejîma Îranê hatine kuştin û destnîşan kir ku ev çalakî ji bo bersivdayîna li darvekirina girtiyê Kurd Sîrwan Nejawî hatiye lidarxistin. -
Girtiyên PKK û PAJK'î 15'ê Tebaxê pîroz kirin
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi daxuyaniyekê, Pêngava 15'ê Tebaxê bi hêviya serketina dilxwazên azadiyê li gelê Kurd û tevahiya gelên Mezopotamyayê pîroz kirin. -
Tecrîd li Parîs û Freîbûrgê hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytxta Fransa Parîsê û li bajarê Elmanya Freîbûrgê hat şermezarkirin. -
'Ruhê 15'ê Tebaxê îro li çeperên berxwedanê ye'
Gerîla li ser salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê axivîn û gotin, "Li dijî êrîşên li hemberî gelê me û li dijî faşîzma AKP-DAIŞ'ê, gerîla dest bi pêngaveke nû ya 15'ê Tebaxê kiriye. Ev ruhekî fedaî ye û wê heta serketinê têkoşîna me bidome." -
Colemêrgê gerîlayê HPG'ê Bariş Tekçe ber bi rêwiya dawî ve oxir kir
Gerîlayê HPG'ê Bariş Tekçe (Andok Colemêrg) ê duh di şerê li hemberî leşkeran a li ser pira Şinê ya navbera Colemêrg û Çelê de ye jiyana xwe ji dest da, li gel êrîşa polîsan li Colemêrgê ji aliyê zêdetirî 50 hezar kesan ve hat oxirkirin. -
Li hemberî karkerên Kurd êrîşa nîjadperest
Li Erziromê dîsa karkerên Kurd rastî êrîşa komeke nîjadperest hatin. Di êrîşa ku çek li karkeran hat kişandin 2 karker birîndar bûn, 2 karker hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku karker li înşaeta lê kar dikin asê mane. -
Rêveberên Kantona Cizîrê serdana Hesekê kirin
Rêveberiya Kantona Cizîrê Hesekê ya ji aliyê şervanên YPG / YPJ’ê ve ji çeteyan hat paqijkirin ziyaret kirin. -
Polîsan bi guleyên rastî êrîşî merasîma cenazeyê Andok Colemêrg kirin - HAT NÛKIRIN
Li Colemêrgê polîsan bi bombeyên gazê û guleyên rastî êrîşî bi dehhezaran welatiyên tevlî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bariş Tekçe (Andok Colemêrg) bibûn kirin. -
Ji gerîlayên HPG û YJA Star çalakiyên bi bandor
Gerîlayên HPG û YJA Starê bi çalakiyên bi bandor bersiv didin operasyon û êrîşên artêşa Tirk. -
Rapora ÎHD û TÎHV: Polîsan li Silopiya sîvîl qetil kirin
Heyeta ÎHD û TÎHV'ê ya li Silopiya lêkolîn kirin rapora amade kirin aşkera kir. Di raporê de hat gotin ku di dema bûyeran de li derdora taxan polîsên sekvan bi cih kirin, welatî û mal hedef girtin û gulebaran kirin. -
Li Artemêtan protestoya ‘qirkirina siyasî'
Hilbijartî û xebatkarên Şaredariya Artemêtanê, binçavkirin û girtinên li hember personelên şaredariyê protesto kirin. -
Êrîşên artêşa Tirk ên bi obus û hawanan li dijî qadên gerîla didomin
Hêzên Parastina Gel da xuyakirin ku artêşa Tirk bi çekên giran obus û hawanan êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye. -
Demîrtaş: Em stûyê xwe li hember polîtîkayên şer xwar nakin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş li Mêrdînê di lihevhatina gelên Erep de got: "Ji polîtîkayên şer re em nikarin stûyê xwe xwar bikin. Ger civak aştiyê dixwaze divê aştî pêk bê." -
KCK: Ji bo gelê Kurd ji bilî xwerêveberiyê ti alternatîf nema
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, îlana xwerêveberiyê yên Meclîsên Gel destek kir û ragihand ku li hember israra desthilatdariya AKP’ê ya di dewleta netewe de ji bo gelê Kurd ji bilî xwerêveberiyê ti alternatîf nemaye. -
Cemîl Bayik: Gerîla wê xwe venekişîne
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku gerîla wê xwe venekişîne û got, "Ti kes nikare vekişîna gerîla ji Bakur û çekdanînê li ser me ferz bike. Ev xisûs pêk nayên." -
Li Stenbolê 2 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê polîsan bi ser gelek malan de girt û di encama serdagirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin. -
Piştî 27 salan vegeriyan ser axa xwe
Di salên 1989’an de ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk bi sedan gundên Kurdistanê hatin şewitandin û talankirin. Yek ji van gundan jî gundê Bacrîtê Bestaya Şirnexê ye. Welatiyên gundê Bacrîtê piştî 27 salan vegeriyan ser axa xwe. -
Êzidiyan çalakiya azadiyê dewr girtin
Nobeda azadiyê ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî destpê kir, ji aliyê endamên Federasyona Komeleyên Êzidiyan ve dewr hat girtin. -
Şahîn: Aştî bi qedexekirinê nayê
Parlamentera HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, herêmên qedexekirî yên weke 'herêmên ewlekariyê yên taybet' hatin îlankirin, ziyaret kir.