Di salên 1989’an de ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk bi sedan gundên Kurdistanê hatin şewitandin û talankirin. Yek ji van gundan jî gundê Bacrîtê Bestaya Şirnexê ye. Welatiyên gundê Bacrîtê piştî 27 salan vegeriyan ser axa xwe.
OMER ÎKE - ANF
ŞIRNEX
çarşem, 12 gelawêjê 2015, 09:14
Di salên 1989’an de ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk bi sedan gundên Kurdistanê hatin şewitandin û talankirin. Yek ji van gundan jî gundê Bacrîtê Bestaya Şirnexê ye. Welatiyên gundê Bacrîtê piştî 27 salan vegeriyan ser axa xwe.
Ji ber polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk di sala 1989’an de bi sedan gundên Kurdistanê hatin wêrankirin û şewitandin. Gundê Bacrîtê Bestaya Şirnexê jî ji yek ji van gundan e. Welatiyên gundê Bacrîtê di sala 1989’an de ji ber zext û ferzkirina cerdevaniya bi darê zorê jî nepejirandibûn û ji ber ku xwestekê dewleta dagirker bi cih neanîbûn, gundê wan ji aliyê leşkeran ve hatibû şewitandin. Piştî vê yekê gundî neçar man koç bikin. Gelek ji wan koçî navenda Şirnexê û metropolên Tirkan kirin, gelek ji wan jî ji neçar man derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bibin. Welatiyên li Şirnexê bi cih bûn piştî 27 salan vegeriyan li ser axa xwe û kêfxweşiya xwe ji ANF’ê re anîn ziman.
‘GUND ŞEWITANDIN’
Welatiya bi navê Asya Îke (60) ya vegeriyaye gund diyar kir ku ji ber polîtîkayên qirêj ên şer ên dewleta Tirk di sala 1989’an de neçar mane ku cih û warê xwe biterikînin û wiha got: “Di sala 1989’an de gundê me ji aliyê leşkeran ve hatibû dorpêçkirin. Mêr û xortên me digirtin û îşkence li wan dikirin. Dixwestin em li herêmê bibin cerdevan. Di nava rojê de 4-5 caran leşker dihatin gund jin, zarok, kal û mêr dikirin rêz bi çek û daran li wan dixistin. Xizmeta xwe bi lêxistina me dikirin. Digotin; ‘Hûn terorîst in’. Herî dawî gundê me şewitandin, me bi zorê canê xwe û zarokên xwe xilas kir lê ajalên me û hemû tiştên me şewitandin. Piştî vê yekê me ji neçarî cih û warê xwe terikandin û li bajarên cuda bi cih bûn.”
‘KEDA RÊBER APO’
Dayika Asya Îke bi lêv kir ku piştî pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin rêya gund ji bo wan vekirine û wiha pêde çû: “Eger em îro hatine li ser gundê xwe. Em kêfxweşiya gundê xwe dijîn ev yek jî di saya serê têkoşerên PKK’ê, girtiyên li zîndanan, şehîdan û Rêber Apo pêk hatiye.”
‘GULE DIBARANDIN’
Dayika Turîn Îke (55) jî bal kişand ser rojên berê û wiha axivî: “Dewletê me ji ser cihên me kirin. Malên me şewitandin û ajalên me li ber çavên me gulebaran kirin. Leşkeran gef li me xwarin û gotin hûn ê bibêjin PKK’ê malên me şewitandin. Êdî me nedikarî li ser cih û warê xwe bijîn me berê xwe dan bajaran.” Dayika Turîn daxuyand ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tecrîd tê wateya çewisandina li ser gelê mazlûm. Ti kes nikare girêdana Rêbertî û gelê Kurd ji hev qut bike. Em gelê herêmê bi têkoşîna PKK’ê û berxwedana Rêber Apo ya di girtîgehê de em vegeriyan ser axa xwe.”
‘ÎŞKENCE Û KOÇKIRIN’
Gundiyê bi navê Abdulkerîm Îke (75) jî bi lêv kir ku leşkeran mêrên gund bi darê zorê ji mal derdixistin paşî dibirin di îşkenceyan re derbas dikirin û ev tişt anîn ziman: “Dewletê di sala 1989’an de cerdevanî li ser me ferz kir. Ji ber ku me cerdevanî qebûl nekir, êrîşên herî dijwar li ser gundiyan didan meşandin. Ji ber ku gundê me gundê welatparêzan bû dewletê dixwest gundê me vala bike. Dema em dihatin girtin û binçavkirin jî bi rojan li me îşkence dikirin. Piştî leşkeran gundê me şewitand, em neçarman ku berê xwe bidin bajaran. Lê belê di bajaran de jî dewletê bela xwe ji me venekir. Her roj bi ser malê me de digirtin. Di sala 1994’an de dema hinek malên mirovên me koçî Herêma Federal a Kurdistanê kirin û zarokên me tevli PKK’ê bûn leşkeran mêrên gund hemû girtin. Bi rêbazên îşkenceyê cur bi cur di nava bajarê Şirnexê de gerandin û ji me re gotin ev malbat terorîst in.”
‘PITIK ŞEWITANDIN’
Gundiya bi navê Feyruz Îke ya ji gundê Avyanê ye û weke bûk hatiye gundê Bacrîd jî ev tişt tîne ziman: “Weke hemû gundan, gundê me jî rastî zilm û zordariya dewletê hat. Dewletê îşkence li me kir, mêr, zarok û jin kuştin gotin PKK’ê kiriye. Tevî pitikên 6 mehî yê di landikê de jî leşkeran xaniyên me şewitandin. Niha jî di saya serê Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd em dikarin werin ser gundê xwe. Em ê gundê xwe ji nû ve ava bikin û ji ber ku em niha li ser gundê xwe ne em gelek kêfxweş in.”
‘LI SER AXA XWE EM BIMIRIN’
Ciwanê bi navê Methî Îke (29) diyar kir ku ew di temenê 3 salî de bi malbata xwe re neçar maye ku koç bike û wiha derbirî: “Di temenê zarokatiya xwe heya niha ez rastî zilm û zordariya dewletê têm. Di temenê min ê 3 salî de mala me hat şewitandin û em bi darê zorê ji gund hatin derxistin. Bavê min gelek caran di îşkencê re derbas kirin û kurapê min û birayên min ji ber kirinên li ser malbatê tevli nav refên PKK’ê bûn. Îke di dawiya axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ya vegera gund bi van gotina anî ziman: “Piştî 27 salan ez vegeriyam li ser cih û warê xwe. Ez 3 salî ji vir çûm, niha ez 29 salî me. Eger em bimirin jî em dixwazin li ser xaka xwe bimirin.”