Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok der barê bûyerên di rojevê de agahiyên girîng da. Ok, ji bo serdana qereqolan a Davûtoglû wiha got: "Niha Davutoglu jî weke qehremanê sexte li qereqolan digere. Lê nikarîbûn ew turbeya Şah Suleyman derxin, PYD ji wan re bû alîkar. Rastî ev e. Lê niha jî tê ser qereqolan, hewa xwe diavêje, dixwaze motîve bike. Ev jî ne tiştekî nû ye. Pirr serokwezîran ev tişt kirin. Encam çi bû? Hîn zêdetir şerekî qirêj, hîn zêdetir bi gelê Tirkiyeyê daye windakirin, hîn zêdetir aliyê demokratîkbûna Tirkiyeyê aliyê aborî, siyaset û jiyana Tirkiyeyê xist xeteriyê. Derveyî wê tiştek nekir. Niha ev jî heman tiştî dubare dikin, encam jî wê heman tişt be." Ok, destnîşan kir ku kesên di şer de jiyana xwe ji dest didin kesên feqîr in û wiha got: "Me ev rastî bi gelê Tirkiyeyê tam nedaye fêmkirin. Mesele hinek kes diçin jiyana xwe winda dikin, em mêze dikin kesên feqîr ên Anatoliyayê ne. Em bêjin kurê Erdogan Bîlal neçûye li Şirnexê, Botanê eskerî nekiriye. Kurê Beşîr Atalay neçûye wan deran, nizanim kurê fermandarê wan neçûne wan deran. Lê diçin milet dixapînin li qereqolan digirin, ên feqîr jî weke pez dişînin şer û didin kuştin. Ev gunehekî mezin e, sûcek e, bi Tirkiyeyê nade qezenckirin. Hemû hesabên wan tenê em çawa bikin? Dîsa weke zihniyeteke faşîzan wek zihniyeteke neteweperest em pûanek an jî du pûan rayên xwe zêde bikin, dîsa kursiya Erdogan çawa karibin biparêzin. Ev bê wijdanî ye, bê exlaqî ye.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bû mêvanê bernameya ‘Rojeva Welat’ a Stêrk TV Pêngava 15’ê Tebaxê û pêşketinên di rojevê de nirxand. Ok, pirsên rojnamevan M.Emîn Yildirim wiha bersivand.
Di atmosfereke çawa de pêngava 15’ê Tebaxê pêk hat û 15’ê Tebaxê çalakiyeke çawa bû ku heta roja îro bandora xwe dide hîskirin?
Em di salvegera 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê de ne. Ez Cejna Vejînê li hemû gelê me, Rêber Apo, hevalên di nav xebat û têkoşînê de ne pîroz dikim. Di kesayeta hevalê Egîd û qehremanên ku îro em rojane didin de li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Rast e, 15’ê Tebaxê di dîroka me de, di dîroka gelê kurd de cihekî pirr taybet heye. Wê atmosferê mirov çawa dikare bîne ziman, tê zanîn wê wextê darbeya Kenan Evren li ser Tirkiye û Kurdistanê pêk hatibû. Hesabên wan hereketa me tune bikin û tasfiye bikin. Bi hemû hêza xwe û bi her awayî êrîşek dijwar li ser me meşandin. Hevalê me weke Kemal, Xeyrî, Mazlûm, Ferhat di zindanan de bûn. Hovîtiyeke mezin û lêdana bê sînor hebû, berxwedan jî di wê astê de berxwedaneke dîrokî bû. Hereketa me bêguman tengaviyek dijiya. Rêber Apo wê wextê biryar dabû weke hazirtiyek hîn baştir bê kirin ku hereket xwe bi rêxistin bike û şerekî demdirêj bike, ji bo vê xwest hêza me bikişîne derveyî welat Rojhilata Navîn ku xwe amade bike. Çunkî beriya wê komkujiya Mereşê hatibû jiyîn, li ser gelê me yê elewî û gelê kurd. Rewşa awarte li hemû Kurdistanê hatibû îlankirin. Yanî rêxistinek hîn ji xwebawer û zana pêwîst bû. Lê ew hovîtiya cûnta weke 12’ê Îlonê Kurdistan careke din ji serî heta binî dagir kir. Hêviya gelê me û mirovatiyê tenê li ser berxwedana zindana Amedê ma. Hêzên me piranî xwe kişandibûn Rojhilata Navîn. Berxwedan li zindana Amedê bû. Li zindana Amedê rûmeta gelê kurd û mirovahiyê dihat parastin û baweriyek xurt ji wê derê dida gel û hereketa me, me jî careke din hewl da ku bibin bersiva cûnta faşîzan. Yan jî careke din ew îsyan û serhildana dawî dê bihata tunekirin. Atmosferek wisa bû.
BI RUHE 14’Ê TÎRMEHÊ ME AMADEKARÎ DIKIR
Tê zanîn berxwedaneke bi rûmet û qehrementiyek mezin pêş ket. Gelê me bi vê berxwedanê li ser piyan ma. Em jî dema li derveyî welat bûn bi ruhê 14’ê Tîrmehê, bi ruhê 21’ê Adarê weke Mazlûm û hevalên din me xwe amade dikir ku em çawa xwe bi rêxistin bikin ku bikaribin bibin bersiv. Dîroka me, têkoşîna me, berxwedana me li Amedê dihat temsîlkirin. Gelê me jî hêvî li wir bû. Lê ew lêdan, zext, operasyon, tinekirinên pirr dijwar tenê li Amedê gel li ser piyan dihişt. Dîrokî bû. Derveyî welat jî bêguman amadekariyek me ya pirr xurt hebû. Rêber Apo bixwe yek û yek li ser disekinî ji bo hereketê bi rêxistin bike. Dagirkerî hesabên wan, jixwe digotin “me pişta wan şikanad”. Heta Kenan Evren ji bo me digot “bermahiyên şûr in” yanî yên bi kêr tiştekî nayên. Bi piranî hêviya kesên din jî ew bû ku careke din xwe komî ser hev kirin û li hemberî dagirkeriyê têkoşîn û xebatek pêşxistin zehmet e, heta bê îmkan dihat dîtin. Tam jî di wê wextê de Rêber Apo tabî hereketa me konferansa xwe ya yekemîn pêk anî. Piştre Kongreya 2’yemîn pêkanî û di kongreyê de biryar girt em careke din berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê, em hewl bidin û bikaribin bibin bersiva berxwedana Amedê û em hewl bidin û bikaribin li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê xeta berxwedanê û azadiya gelê kurd pêş bixin. Piranî tabî hêvî kêm bû. Di nav gel de ew atmosfera heyî, piranî dagirkerî serwer bû. Lê wekî rêveberiya me, hereketa me, Rêber Apo her tim ew hêvî, moral, perwerde, rêxistin, cesaret dayîn hebû. Me bawer dikir ku em karibin ji bin vê rabin. Yên derveyî me jî digotin emrê PKK’ê 4-6 meh in. Digotin biçin çiyayê Colemêrgê piştî 6 mehan ji xwe bên tasfiyekirin. Hinekan digot cûnta ew ê biçe hilbijartinê û desthilatdariyek sivîl, PKK dîsa çoyê xwe dixe nav her tiştî, tu dibêjî ew ê demokrasî bê lê PKK xirab dike. Ev zihniyet wê wextê dîsa hebû. Ji Başûr mirov mêze dike KDP û hereketên din jixwe bi çavekî girîng li me ne dinihêrtin, ew ê PKK bikaribe gaveke dîrokî bavêje û tiştekî bike. Atmosferek bêbawerî, atmosferek bi tirs, atmosferek ji rêxistinkirinê dûr bi giştî raya giştî û civak wisa bû. Lê hereketa me her tim di nav hewldan û rêxistinekê de bû ku bikaribe gavên dîrokî biavêje û bi ser bikeve. Serokatî her tim dibêje “me xwe ji tinebûnê afirand”. Ev rastiyek e.
TENÊ BAWERÎ, CESARET Û HÊZA RÊXISTINKIRÎ HEBÛ
Wexta hevalê Egîd û komên me yên destpêkê gihîştin Lolan û çiyayên Kurdistanê tiştekî me zêde tinebû heqeten. Derveyî bawerî û em bêjin cesaret û hêza me ya rêxistinê ti îmkan û derfetên me yên zêde ku bêjin zêde bibe û xurt be tiştek tunebû. Lê ligel wê perwerde û bawerî rêxistinkirin û ji ku derê mirov dikare derfet û deriyekî veke, bikaribe xwe bi rêxistin bike û gav bavêje, li ser vî esasî israrek û îdiayek hebû. Esas rexneyên Rêber Apo her tim li ser me hebûn çima em dereng dimînin. Rêber Apo dixwest di wextê de û zûtir ew hemle pêş bikeve, mirov ji pêvajoya berxwedana Amedê re bibe bersiv û weke gaveke nû, rûpeleke nû li Kurdistanê veke. Hinek tecrûbeya kêm, hinek nezantî, hinek hesabên weke hêza heyî em biparêzin û windahiyan nedin. Ev hesasiyet me dereng dixist mirov dikare bêje di wextê de tam gav nehatin avêtin. Lê dîsa jî 15’ê Tebaxê bi atmosferek çawa weke reş û tarî, te dît hinek dibêjin weke guleya yekemin ronahî çêkir. Hinek dibêjin gava dîrokê ya yekemîn. Tabî em jî dibêjin vejîna gelê kurd weke berxwedanê. Di dîroka partiya me de û gelê kurd de 15’ê Tebaxê wateyeke xwe wisa heye û wisa cih girtiye. Yanî ji bo hemû kesan bû moralek, bû cesaretek, hat dîtin ku mirov dikare li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê li ber xwe bide û têbikoşe. Mirov dikare hêza xwe biparêze, mirov dikare hêza gel careke din rêxistin bike. Mirov dikare darbeyê li dagirkeriyê bixe. Mirov dikare demdirêj şer bike. Mirov dikare ew kesayet û civaka gelê kurd ku dagirkerî ji cewherê wê derxistiye careke din bizivirîne ser koka xwe, cewherê xwe û ji bo xwe bijî, ji bo xwe bixebite û li xwe bifikire. Ev hatin dîtin tabî, tiştekî cuda bû. Wek ronahî, wek jiyanek nû, wek destpêkek ji bo di dîroka me de bi rastî girîngiya wê cuda ye.
15’Ê TEBAXÊ BANDOR LI DAGIRKERIYA TIRK KIR
15’ê Tebaxê bandoreke çawa li ser kesayeta kurd û civaka Kurdistanê kir?
Destpêkê dagirkeriya dewleta tirk pirr bandor bû. Digotin li Kurdistanê serhildanek giştî çêbû di hundirê demeke kurt de em ê encamê bigirin yan jî tiştekî din biqewime. Hesabên wan ne weke taktîk û stratejiya gelê şoreşgerî yê demdirêj. Tê bîra me, me ji çapemeniyê dixwend. Ta ji Trakya bigire heta Anatoliyê mewziyên xwe li gorî şer xurtkirin, li gorî şer xwe rêxistinkirin heta li wan deran dihat dîtin. Weke psîkolojiyek negatîf bû ji aliyê artêş û dewleta Tirkiyeyê de. Ji aliyê gelê me jî yanî ew zext û qebûlnekirina gelê kurd, tinekirin, lêdan, ew kesayet û civak ji rastiya xwe derxistin û dûrxistin. Tabî civak û mirovê kurd ji vê ne razî bû, ne bi dilê wan bû. Di hundirê wan de nefretek, kînek weke tolek hebû ku em çawa heyfa xwe bigirin. Lê çima tam ne rêxistinkirî, çima tam ne amade bû ev tim di hundirê xwe de hiştibû. Lê wexta hemleya weke 15’ê Tebaxê û çalakiya Erûh-Şemzînan pêk hat. Dema serketî pêk hat, civakê moralekî pirr xurt ji vê girt. Tê bîra me wê wextê. Qereqolek wan a Erûhê, hayê wan ji tiştekî tune û di heman rojê de dixwaze biçe li gundekî din operasyonê bike. Di rê de radyo guhdarî dikin an jî fermandarê wan ji wan re gotiye aman baldar bin an jî bizivirin. Tam dikeve nava gund çend dayikên extiyar ew dibînin. Dayik dibêjin çi îşe we li vir heye, şoreş pêk hatiye ma hûn hîn li vir in. Ew fermandar dibêje ka ev PKK, terorîst li ku derê ne, em ji kîjan hêlê xwe xilas bikin herin cihê xwe. Hema bi dizî direvin û diçin. Yanî psîkolojiyek wisa bû.
GELÊ KURD BI ÇALAKIYA 15’Ê TEBAXÊ KÊFXWEŞ BÛ
Tê bîra min em çûn gundekî, zozan bû. Ji kêf û coşa gundiyan ji çavên wan hêsir dihat. Bi wê kêfxweşiyê, êdî bes e, em jî dikarin li ber xwe bidin, em jî weke gelê din rizgar bibin, em jî bi nasnameya xwe li ser axa xwe bijîn. Me ew coş, moral û kêfxweşî me bi gelê xwe re dît. Dewleta tirk çiqas bi tirs jiya û bandor bû. Gelê me jî berevajî wê bi heyecan û coşeke mezin yanî weke heyfa bi sedan salan ji dagirkerî were girtin û hesab jê bê xwestin baweriyek çêbû em dikarin li ber xwe bidin. Li pişta me PKK heye, li pişta me HRK heye. Wê wextê me HRK digot. Ji xwe baweriyek çêbû. Kesayet jî wisa, ji carekê û ji nişka ve tevlibûnek, seferberiyek çêbû taybet ji aliyê Botanê. Heta 15’ê Tebaxê çi hewldan, xebat û propagandaya me hebû me nedikarî yek kesî ji gund û malbatê biqetîne û tevlî xwe bikin. Soz didan me, lê nedihatin. Herî zêde di navbera du gundan de ji me re rêbertî dikirin. Te dît em li cografyayê tam ne hakîm bûn. Hinekan deriyê xwe bi tirs ji me re vedikirin. Lê piştî hemleya 15’ê Tebaxê heta dawiyê derî ji me re hatin vekirin. Taybet em careke din wan bi bîr bixin wê wextê bi piranî ew şivanên Botanê her tim ji me re alîkar bûn. Weke hêzekê bûn, agahî didan me, bi her şêwazî bi me re alîkar dibûn. Tevlibûn ji her gundan çêbû. Wek ruhekî nû, wek rojek nû, wek dîrokek nû, wek destpêkek nû hatin dîtin. Heqeten tiştekî dîrokî bû. Me bi xwe jî ew moral û coşa mezin, ew gava serkeftî rûmeta wê û kêfxweşiya wê jiyandin cuda, lê ev jî hebû eceb dewleta Tirkiye bi kîjan şêwazî û bi çi hişmê were ser me, em ê çiqas karibin bibin bersiv. Ev xebat û têkoşînê bênavber em bikaribin dewam bikin. Yanî hin nîqaşên me yên bi vî rengî hebûn, lê bi giştî bêguman ew xeta Serokatî û xeta gel û xeta gelê şoreşgerî baweriyek xurt jî hebû.
GUHERTINEKE BINGEHÎN Û CIDDÎ NEBÛ
Di navbera zihniyeta dewleta Tirkiyeyê ya wê demê û zihniyeta di roja îro de çi ferq û guhertin heye?
Yanî ti guhertinên bingehîn û ciddî heqeten tune. Wê wextê Kenan Evren, piştî wê Turgut Ozal, piştî wê êdî nayê bîra me çend serokwezîr û fermandarên giştî hatin û çûn. Lê heta roja îro dema mirov mêze dike encam guhertinek bingehîn tune ye. Çawa tune? Hîn wê wextê nasnameya gelê kurd, mafên gelê kurd, azadî û demokratîkbûna Tirkiyeyê nedihat qebûlkirin û hemû hewldanên dewleta Tirkiyeyê êrîş bûn, zindan bû, lêdan bû ku ev îradeya berxwedanê bişkîne û tune bike. Îro jî mirov mêze dike eynî zihniyet e. Belkî ji aliyê lûgat, uslûb car car dibêjin demokrasî, biratî, aştî ew jî hîn jî xizmeta tasfiye û tunekirina hereketa me PKK’ê û hîn jî siyaseta wan neqebûlkirina gelê kurd e. Hîn jî li dijî demokratîkbûna Tirkiyeyê ne. Taybet desthilatiya AKP’ê yên li ser navê wê baş tê naskirin Erdogan, di zihniyeta wî de tu guhertin tune. Li cîhanê ewqas guhertin çêbû, di navbera van 35 salan de bingehîn çêbû. Sosyalîzma pêkhatî hilweşiya, cuda cuda pêşkêtin çêbûn ji Balkan bigire li rojhilatê Ewropa, ji Rojhilata Navîn bigire heta Rûsya. Lê hîn jî di arguman û zihniyeta Tirkiyeyê de wek me anî ziman bi awayekî bingehîn û cewherî guhertin tune. Di eynî noqteyê de ne. Hîn jî gelê kurd wek gelekî xwedî nasname nayê qebûlkirin. Hîn jî hereketa me ku hereketeke mirovahî ye weke terorîst tê qebûlkirin. Hîn jî siyaseta dewleta Tirkiyeyê bi giştî li ser dijminantî û tunekirina gelê kurd tê meşandin li Rojhilata Navîn. Mirov mêze dike li şewazê wan wek operasyon, propaganda û zihniyet di nêzîkbûna wan de mixabin guhertinek ciddî nîne. Lê çi heye? Dewlet vê baş dizane.
DI OSLOYÊ DE EV RASTÎ ÎTIRAF KIRIN
Me ev ji wan guhdar kiriye dem bi dem. Ji Oslo û hevdîtinên cuda cuda em dizanin. Ev îtirafa wan e “çend gerîla şehîd bikevin jî şûna wan tê tijîkirin, bi tinekirin û kuştinê em nikarin encamê bigirin”. Ev yek ji me re gotine, lê ji civakê re nabêjin. Vê qebûl dikin, lê li şûna wê siyaseteke demokratîk nikarin pêş bixin. Israr dikin, sedema vê heye tabî. Taybet ji bo AKP û Erdogan dibêjim ev zihniyetek weke îdeolojîk, li dijî demokrasî û mirovahiyê taybet jî li dijî gelê kurd e. Qebûl nake, red dikin. Çawa, ev gelê kurd serê xwe ranedikirin û serê xwe rakirine. Çawa ev kurd hîç mafên wan nebûn, îro dixwazin mafên wan hebe û têkoşîna wê didin. Çawa em nikarin van bixapînin. Çawa em nikarin lingê wan bişemitînin? Yanî ev biçûk dîtin, nexistina şûna tiştekî, ew kompleksa ku her tim ji jor de dîtin û bi vî rengî li gelê kurd mêzekirin û nirxandin. Ev hinekî wan har dike, dijminantiyê zêde pêş dixe. Ji bo vê belkî hinek tecrûbe ji xwe re derxistine, bi awayekî veşartî di mejiyê wan de hinek tişt hene. Lê weke siyaseta tê jiyandin, guhertineke bingehîn û ciddî tune.
KDP NE RAZÎ BÛ HEMLEYEK BÊ PÊŞXISTIN
Li hemberî tevgera we, wê demê nêzîkatiya rexistinên Başûr û gelê Başûr çawa bû. Di roja îro de nezîkatiya rêxistinên Başûr û gelê Başûr çawa ye? Guhertinek çawa heye?
Tabî em wextê behsa sala 1982-1983-1984’an dikin. Tiştek hema hema ne weke îro bû. Hem rêxistinên me yên li başûrê Kurdistanê, rewşa KDP û rêxistinên Başûr ne baş bû tabî. Wan jî nû dixwestin xwe komî ser hev bikin. Di navbera wan de şer hebû. Şerê Îran-Iraqê hebû. Em çûn li sêgoşeyê Zagrosê û me dixwest em xwe bi rêxistin bike. Navekî me hebû. Seknek me hebû. Hêviyek ji me hebû. Lê gelê me zêde me nas nedikir, gelê me yê başûrê Kurdistanê. Heta hin rêxistinan jî me tam nas nedikirin. Belkî danûstandina me zêdetir bi KDP, Yekîtî û wekî din hebû. Lê pratîka me, xebata me, têkoşîna me weke ya îro nedîtin. Tabî taybet weke herêm jî herêma Behdînan û Bakur nêzî hev in. Zêdetir di vê noqteyê de em bi KDP’ê re bûn muxatab. KDP hîç ne razî bû em hemle pêş bixin yan jî gaveke nû di têkoşîna xwe de rûpeleke nû vekin, gelê kurd rakin ser piyan. Ne razî bûn. Nerazîbûna wan ji ku dihat? Cuda cuda sedemên wan hene bêguman. Yanî ne dixwestin li ser sînorê Bakur û Başûr em çalakiyê bikin. Ne dixwestin em xwe rêxistin bikin weke ku hemleyê pêş nexin. Tirsa wan ji wir dihat. Dewleta Tirkiyeyê ji wan re çi bêje? Dewleta Tirkiyeyê li ser wan zextan dike. PKK xetek e, xeteke demokrasî û sosyalîzmê temsîl dike. Tabî hesabên wan tenê xwe biparêze. Li wan çiyan û dolan de lê ne xwedî hewldan be, şoreşger û têkoşînê pêş nexe, serê wan neêşe, PKK nebe hêz. Lê car carna di navbera me de nîqaş çêbûn. Ne razî bûn, ne dixwestin, tirsa wan hebû. Zêde di bin bandora Tirkiyeyê de bû, ji berê de têkiliyên wan ên kûr û veşartî hebûn. Ne dixwestin. Bi rêxistinên din re jî hinekî danûstandinên me hebû lê te dît weke herêm hinekî dûr bûn, ji bo wê wekî KDP’ê ne derd bû ji wan re.
GELÊ ME YÊ BAŞÛR JI SEKNA PKK’Ê BANDOR DIBÛN
Gelê me yê li ser xeta Zagros, Behdînan gundên wê tabî ji me bandor dibûn. Weke jiyana PKK’ê, sekna PKK’ê, mutewazî, fedekar, zana, jiyana wan weke ya gel. Yê me temas dikir, em dîtine û nas dikin sedî sed ji me bandor dibûn. Di wan de guhertinek çêdibû, lê weke îro di hundir de bi kûranî têkiliyên me zêde tunebû. Gelê me ji PKK’ê hez dikir tabî. Wê wextê jî jê bawer dikir. Ji bo vê wexta 15’ê Tebaxê dema me pêkanîn, ew hemle pêş xist, nerazîbûna herî mezin ji aliyê KDP’ê derket weke îro. KDP got “eger di navbera me û Tirkiyeyê şer derkeve hûn sedem in, nizanim hinek derfet ji me re kêm bibin û hin kanal bên girtin hûn sedem in, nizanim çi bibe hûn sedem in”. Xêr e, em çawa bikin? Tiştekî nekin, li dolekê rûnên û bisekinin. Wê demê jî nerazîbûn û bertekên KDP’ê hene. Îro em mêze dikin di navberê 30 û çend sal derbas bûne, hereket xwe îspat kiriye, li çar parçeyên Kurdistanê ev paradîgma û rastiya Rêber Apo hatiye rêxistinkirin. Giraniyek wê heye, qîmetek wê heye û taybet li ser dewleta Tirkiyeyê giraniyek me heye û gelê kurd rabûye ser piyan. Çend roj berî vê dema herêmên Qendîl hatin bombebarankirin, berî wê jî di çapemeniyê de jî derket KDP dixwaze PKK ji Başûr derkeve. Em mêze dikin, 30 û çend sal berî vê yên wan jî eynî zihniyet e. Guhertin di wan de jî çênebû. Di aliyê welatparêzî, demokratîkbûn, îradeya gelê kurd bike yek, derfetên heyî bi hev re bi kar bîne ji bo gelê kurd tiştekî wisa tu berpirsyariya wan wê wextê jî tunebû, îro jî tune. Wisa teng difikirin, hîn bi hizbî û partî difikirin, heta mirov dikare bêje bi eşîrî û malbatî difikirin, hîn jî mirov dikare bêje di şexsî navbera wan de yanî ew siyaset li gorî me jî û gelê kurd jî KDP tiştek neda qezenckirin. Yanî ji vê zihniyetê derkeve, çend sal berê eynî zihniyet û îro jî eynî zihniyet dubare dike. Lê gelê me ne wisa ye. Wexta Herêmên Parastina Medyayê hatin bombekirin gelê me yê Başûr rabû ser piyan, pirr partî û rewşenbîr rabûn ser piyan û nerazîbûna xwe anîn ziman. Ji Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava jixwe weke îradeya gelê kurd a rêxistinkirî derdikeve holê û nerazîbûna xwe li hemberî dagirkeriyê diyar dikin. Lê ligel vê KDP weke li şûna xwe sekiniye û guhertineke ciddî di KDP’ê çênebûye. Ev tiştekî ne baş e. Lazim e, ji pêşketina têkoşîna me re, ji bakurê Kurdistanê re, ji azadbûna gelê kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de KDP kêfxweş bû û ji vê netirse. Gelê me jî ji vê îstifade bike. Hem demokratîk bi hev re bijîn û ji vê îstifade bike. Ev zihniyet neyê fêmkirin xeterî ye û ne rast e.
TIRKIYE BI VAN ÊRÎŞAN EW Ê NIKARIBE BI SER BIKEVE
Qasî ku em dizanin li Botanê hûn bi fermandar Egîd re mane, fermandar Egîd xwedî kesayetek çawa bû?
Berî vê pirsa wê dixwazim weke temam dike, te dît me behsa êrîşên li ser Herêmên Parastina Medyayê kir. Êrîşên li ser qadên gerîla di rojevê de ye, hewldanên wan heye bombebaran bikin û operasyonan bikin. Lê êrîşên gerîla motîvasyona wan xerab dike. Destpêkê Davutoglu û Erdogan ew ê ji encamê wê bibînin. Tu dibêjî qey hemûyan stûyên xwe ji bo şûr dirêj kirine ku lê bidin. Tu dibêjî qey em nikarin hesab jê bigirin û jê bistînin. Psîkolojiyek wisa xwestin ava bikin, lê nebû. Min xwest vê bêjim. Êrîşa Tirkiyeyê li ser başûrê Kurdistanê yekem di sala 1983’yan di meha Gulanê de pêk hat. Ji wê çaxê û vir de belkî zêdetirî 40 caran dewleta tirk êrîşî li ser Başûr û hereketa me çêbû. Her tim Herêmên me hatin bombekirin û xwestin operasyonan bikin. Lê ev salên borî wek 35 sal û vir de mirov mêze dike, yanî cudatiyek heye. Hemû êrîşên dewleta Tirkiyê ji NATO bigire Amerîka, ji Amerîka bigire heta Yekitiya Ewropa, Yekitiya Ereban taybet Iraq hemûyan destek dida. Ev ji bo Tirkiyeyê hêzek bû, moral dida. Wan jî bêexlaq, bêînsaf ev hêz bi kar dianî û dixwestin li Kurdistanê kevir li ser kevir nemîne û êrîş dikirin. Lê encam negirtin rewş li ber çavan e. Çend sal şûnde ew lawazbûne, hereket hîn xurtir bûne. Ya cuda çi ye? Te dît careke din êrîş kirin li ser Herêmên Parastina Medyayê û Zergelê kesekî weke dewleta Tirkiyeyê ku alîkariya wê dikir nema ye. Rûsya nerazîbûn nîşan da, Yekitiye Ereban nerazîbûn nîşan da, Iraqê nerazîbûn nîşan da, Amerîka nerazîbûn nîşan da, Yekitiya Ewropa, NATO nerazîbûn nîşan da. Heta ne derveyî welat. Kesên wekî din piştgiriya wê nekirin yanî AKP’ê di vê nuqteyê AKP ket tengasiyekê, çawa ew ê xwe ji vir derxe di nav lêgerînê de ye. Lê em ê vê hemleyê berdewam bikin.
RUHÊ HEVALÊ EGÎD RUHEKÎ HEMLEWARÎ BÛ
Ez werim ser pirsa we. Hevalê Egîd derveyî welat jî em bi hev re bûn weke Lubnan, Filîstîn, dîsa li başûrê Kurdistanê jî. Me bi hev re xebat dikir li Lolanê, wê wextê hêzên me kêm bûn ên heyî weke 60-70 kes bûn. Em bi hev re dîsa çûn Botanê. Beriya 15’ê Tebaxê em dîsa bi hev re bûn. Hevalê Egîd ruhek û kesayetek çawa bû? Ne statîk bû. Her tim hedef nûkirin, hedef mezinkirin, hemle pêşxistin heqeten hevalekî wisa bû. Tê bîra min. Wexta em ketin Botan herêma Besta, tenê 24 saetan diçûn malekê ew jî bi şev diçûn. Kes kesî nebîne û pê nehise. Yanî propagandayek wisa, têkiliyek wisa me encam nedigirt. Hevalê Egîd ez bi aliyê Erûh çûm, li Besta dema me hevdû dît moralê wî ne baş bû. Me hinekî sohbet kir. Min got xêr e. Got “ev kar wisa nameşe”. Min got çawa nameşe mesele çi ye? Got “24 saetan carekê yek kesî bibîne û derveyî te kesek te guhdar neke û bandor nebe. Ew kesê ku te guhdar dike jî bi tirs, bi guman wisa naçe. Lazim e em hêzên xwe xurt bikin weke propagandaya çekdarî.” Hîn wê wextê me nîqaş dikir, ji min re got “lazim e em çalakiyeke dîrokî bikin. Mesele em bavêjin ser Çelê û Çelê bixin destê xwe.” Ew hîn beriya hemleya Erûhê bû. Yanî hevalekî wisa bû, pêşiya xwe didît. Ji yê heyî ne razî bû, ruhekî hemlewarî bi hevalê Egîd re hebû. Di xetê de israrkirinek hebû, Serokatî her tim vê dibêje. Wexta şehadeta hevalê Egîd jî fermandarê herî mezin, şûna wî çawa bê tijîkirin, Rêber Apo vê dibêje. Yek jî wexta hevalê Egîd li derekê be, li nav hevalan be, li nav gerîlayan be hebûna wî tê zanîn. Heval komî ser hev kirin cesaret dayîn, moral dayîn, quwet dayîn. Hemû heval kî li cem hevalê Egîd be, li wê derê çalakiyên serkeftî heye, li wê derê windahî ew ê kêm be yan jî nabe. Ew ê pêşketin hebe. Ji bo hevalê Egîd watedayîn ew e. Rastî jî wisa bû. Derveyî wê bandorek bû, realîteyek wî hebû li ser civakê û li ser gel. Otorîteyek û xwe dayîn qebûlkirin hebû ya hevalê Egîd. Me bi hev re xebat kir, heqeten me pirr hêz jê girt. Sekna wî, meşa wî, xebata wî, em bêjin hunera wî ya di aliyê eskerî de. Fermandarê me yê yekem e. Hîn jî mirov dikare bêje şûna hevalê Egîd hîn nehatiye tijîkirin. Pirr qehremanên me derketin, pirr fermandarên me derketin, bi hezaran şehîd bêguman têkoşîn gihîşt vê astê lê cihê hinek hevalan cuda ye. Hevalê Egîd jî ji wan yek e.
DAVUTOGLU WEKE QEHREMANÊN SEXTE QEREQOLAN ZIYARET DIKE
Dewleta Tirkiyeyê li şûna pirsgirêka kurd çareser bike weke berê Serokwezîr Davutoglu û rayedarên dewletê diçin ziyareta qereqolan, bi leşkeran re wêne dikişîne û tevli merasîmên cenazeyên leşkeran dibin. Hûn vê çawa dinirxînin?
Em vê çawa binirxînin Davutoglu çûne qereqol ziyaret kirine. Tê bîra we belkî, di wextê de Çiller jinek bû. Cilên eskerî li wê jinê dikirin, Dogan Gureş dida kêleka xwe qereqol qereqol digeriya, digotin “em bixurekî xwe jî nadin kesekî”. Zihniyetek wisa ew jin xapandin. Lê ew propaganda û gerîna li qereqolan bû sedema çi? Zêdetir kesên feqîr, kedkar li Tirkiyeyê jiyana xwe winda kirin. Zêdetir aborî û siyaseta Tirkiyeyê ket aloziyekê. Zêdetir Tirkiye û gelê kurd, gelê ereb û gelê elewî êş dan jiyandin. Tu armancê wê derveyî vê tune. Niha Davutoglu jî weke qehremanê sexte li qereqolan digere. Lê nikarîbûn ew turbeya Şah Suleyman derxin, PYD ji wan re bû alîkar. Rastî ev e. Lê niha jî tê ser qereqolan, hewa xwe diavêje, dixwaze motîve bike. Ev jî ne tiştekî nû ye. Pirr serokwezîran ev tişt kirin. Encam çi bû? Hîn zêdetir şerekî qirêj, hîn zêdetir bi gelê Tirkiyeyê daye windakirin, hîn zêdetir aliyê demokratîkbûna Tirkiyeyê aliyê aborî, siyaset û jiyana Tirkiyeyê xist xeteriyê. Derveyî wê tiştek nekir. Niha ev jî heman tiştî dubare dikin, encam jî dê heman tişt be. Çima wisa dikin? Zihniyete dagirkerî wek desthilatî wek aliyê îdeolojîk dijminantî pêşiya wê girtin heqeten zehmet e. Serê wan dizivire, her tişt ji bo desthilatî û her tişt ji bo kursiya Erdogan. Hemû ev e. Lê paradoks ev e.
KURÊ ERDOGAN Û FERMANDARAN ÇIMA NAÇIN ŞIRNEXÊ?
Me ev rastî bi gelê Tirkiyeyê tam nedaye fêmkirin. Mesele hinek kes diçin jiyana xwe winda dikin, em mêze dikin kesên feqîr ên Anatoliyayê ne. Ti kes em bêjin kurê Erdogan Bîlal neçûye li Şirnexê, Botanê eskerî nekiriye. Kurê Beşîr Atalay neçûye wan deran, nizanim kurê fermandarê wan neçûne wan deran. Lê diçin milet dixapînin li qereqolan digirin, ên feqîr jî weke pez dişînin şer û didin kuştin. Ev gunehekî mezin e, sûcek e, bi Tirkiyeyê nade qezenckirin. Hemû hesabên wan tenê em çawa bikin? Dîsa weke zihniyeteke faşîzan wek zihniyeteke neteweperest em pûanek an jî du pûan rayên xwe zêde bikin, dîsa kursiya Erdogan çawa karibin biparêzin. Ev bê wijdanî ye, bê exlaqî ye. Li aliyê din tabî dixwazin hinekî peyaman jî bidin. Davutoglu hatiye wê derê, bila Rojava dengê min bibihîze. Em dikarin nizanim çi bikin, em dikarin pêşiya hin tiştan bikin. Propagandayek e, di heman demê de zihniyetek e. Di vê zihniyetê de şer û windakirina gelan û derveyî vê xizmeta tiştekî nake. Em jî û gelê me bi her awayî dikare bibe bersiv. Ji siyaseta wan a xwe ji jor ve dîtin û şer re bibe bersiv. Gelê kurd bi giştî dikare bêje. Hatiye îspatkirin û dîtin li Kobanê û Şoreşa Rojava de dikare li ber xwe bide, dikare statuya xwe biparêze, dikare êrîşên heyî berteref bike. Ew bawerî, ew tecrûbeya şer, ew ruhê berxwedanê li Kobanê jî heye, li Rojava jî heye. Li Bakur em her tim di nav şerekî de ne. Ev ne tiştekî nû ye. Pirtir îmkan û derfetên me hene. Pirtir perwerde û rêxistinkirina me heye. Ji berê baştir em dikarin ji vî şerê qirêj re li her derê dikarin bibin bersiv. Lê wek dagirkeriyê, zihniyet e, dixwaze çend rojên din, çend mehên din, saleke din emrê xwe dirêj bike. Ji bo vê ez dîsa dubare dikim. Di zihniyeta AKP’ê de dijminantiya kurd pirr zêde ye.
ESAS SALÊN 90’Î DERBAS KIRIYE
Di rojevê de hin şîroveyên em vedigerin salên 90’î tê kirin. Hûn van şîroveyan çawa dinirxînin?
Salên 90’î li ku derê ma, esas salên 90’î derbas kir. Mesele çend qanûnên dawî derxistin li Tirkiyeyê, di wextê de digotin rewşa awarte lê niha ji rewşa awarte hîn pirtir bû rewşa awarte. Belkî navê wê ne rewşa awarte ye, belkî di rojevê de cih nagire. Lê pratîka wan heqeten ji salên 90’î derbas kir. Çend roj berê li navenda Stenbolê komek parêzer xwestin daxuyaniyekê bidin. Tenê daxuyanî bidin. Daxuyanî çi ye ew kesên dengê xwe dane HDP’ê li dijî wan reşkirinek û propagandayek hebû û dixwestin mafên wan bînin ziman. Bawer dikim tiştekî wisa bû. Her çi be? Komek parêzer dixwaze daxuyanikê bide. Lê polîsan êrîşeke hovane birin ser parêzeran, gaza îsotê avêtin wan. Ev yek di dema 12’ê Îlonê de jî nedihat dîtin. Qanûnên wê hene, her tişt qanûn e. Erdogan her roj dibêje dikarin bikujin, dikarin lê bidin me qanûn derxistiye. Dikarin li her derê wan binçav bikin û bavêjin zindanan, me qanûn derxistiye. Qanûnek tenê li ser polîs û ewlekariyê, tenê wek zihniyeta tunekirinê û operasyon çêkirine. Ew jî bê sînor û bi comerdî bi kar tînin. Ji operasyonê weke komkujî û civakî li Kurdistanê zêdetir bûne. 2009 weke operasyonên KCK’ê têne zanîn bi deh hezaran însan bê sedem avêtin zindanan. Îro jî heman tişt dubar dike. Li ku derê derfet û xwe xwedî hêz dibînin û îmkan hebe hema davêjin zindanan. Bê sedem e. Heta ez vê jî bêjim mesele Zekeriya Oz dozgerê Ergenekonê yê ku ew erkdar kiribû AKP bû û weke qehremanekî ew dixistin rojevê. Lê kengî têkiliyan wan bi Fethullah Gulen re xerab bû, vê carê lê digerin û dixwazin heman dozgerî bavêjin zindanê. Yanî zihniyetek yekdestdarî û faşîzan, kî weke wan nefikire, kî weke wan neke, weke wan nejî girtin, kuştin û her tişt heq kiriye. Zêdetir jî tabî gelê kurd û taybet jî hereketa me. Ji bo vê heqeten salên 90’î derbas kiriye. Di operasyonê de jinan dikujin, extiyaran dikujin. Çend roj beriya vê kalekî 70 salî li Silopî şehîd kirin. Li Cîzrê salên 90’î wisa dikirin. Dixwazin birevînin, winda bikin. Di roja îro de eynî tişt û eynî zihniyet heye. Belkî gelê me hîn bêtir xwedî tedbîr e, hîn bêtir xwedî rêxistin e, hêza me ya parastinê di wextê de ji berê dikare bêtir bibe bersiv. Ev zihniyeta wan û hêza wan dişkîne, lê esas ji salên 90’î pirrtir weke hovîtiyekê bi Tirkiye û taybet bi Kurdistanê bidin jiyandin. Hesabê wan ev e.
TEVAHIYA KURDISTANÊ HERÊMA BI EWLE YE
Li gelek bajaran herêmên bi ewle yên leşkerî yên demî hatine avakirin. Li beranberî vê li Tendurekê çalakiya mertalên zindî heye. Hûn ev herêmên bi ewle û çalakiya li hemberî wê ya mertalên zindî çawa dinirxînin?
Herêmên ewle çi ye? Di esasê xwe de Kurdistan herêma bi ewle ye, tenê li hin cihan nav lê kirine. Li Dêrsimê deh herêm, li Serhedê 40 herêm. Lê bi giştî esas ev herêm wisa nav lê kirine. Tedbîrên xwe dixwazin li gorî wê bigirin. Sala 90’î jî wisa bû. Milet nikarîbû biçe zozanan, milet nikarîbû ji gundê xwe derkeve, kesî ne dikarî gav bavêje derekê û hereket bike. Eynî zihniyet îro jî dewam dike. Li ser navê ewlekarî û herêman. Bi giştî esas Kurdistan dagirkirin, bi rewşa awarte naxwaze milet nefesê bigire. Naxwazin têkiliya gel û gerîla zindî be, ji hev qut bike. Esas ew hemû bendav, bend û rê sedemên wan ew bû. Gerîla nekeve nava civakê û têkiliyan wan qut bike. Têrê nekir. Vê carê bi herêmên ewle xwestin bikin. Nav lê kirin, heremên bi ewle. Mirov dikare bêje bi giştî Kurdistan belkî derdora hin bajaran ne wisa ye, lê şerekî hîn dijwar û qirêj û xwe ji şerekî topyekûn re amade dikin. Esas nav jî lê kirin. Tê zanîn Yalçin Akdogan û çend kesên din gotin “em ê topyekûn biçin ser PKK’ê”. Yanî em nahêlin nefes bigirin, em ê bi her awayî biçin ser. Em ê wan mecbûr bikin ku dev ji çekan berdin, bi vê zihniyetê û bi vê baweriyê xwestin bên bi ser me de. Taktîkên wan xizmeta vê zihniyetê dike. Weke Kurdistan bi giştî herêma bi ewle, çûnûhatin weke herêma bi ewle. Psîkolojiyek li ser gel dixwazin bikin û darbeyê li gerîla bixin. Beranberî vê gelê me bertek nîşan dide weke li Tendurek, Serhed, Licê û Kurdistanê. Tiştekî pîroz û rûmet e.
BERXWEDANA GELÊ ME PÎROZ E Û DI CIH DE YE
Gelê me tabî li hemberî wê li ber xwe bide, tabî ku nahêle her tişt li gorî xwesteka dewleta Tirkiyeyê bibe. Herêma bi ewle û nizanim çi. Ev berxwedan pirr pîroz e û di cih de ye. Wexta wê ye û gav bi şûnde navêjin. Ji berê hîn bi xurtir, hîn bi bawerî, hîn bi cesaret mafên xwe biparêzin. Rê nedin dewleta Tirkiyeyê û dagirkeriyê, rê nedin polîsên wan û cendermeyên wan, axa xwe, gundê xwe, mafên xwe, xwe jî bikaribin biparêzin. Hêz bidin hevdû. Hêz bidin gerîla û ji gerîla hêzê bigirin. Ew îrade û baweriya dagirkeriya AKP’ê nikare li ber xwe bide. Ji bo vê ev bertekên gel taybet li aliyê Serhedê û bi giştî jî rûmet dibînim, pirr pîroz e. Bi awayekî bênavber ne tenê li Serhedê li hemû Kurdistanê ev hîn pêş bikeve. Yanî çawa? Dema yek kes bê xwestin ku binçav bikin li gundekî, lazim e ew gund rabe ser piyan. Yan jî li taxekê, li bajarekî bixwazin çend kesan binçav bikin lazim e rabin ser piyan. Polîsên wan, cendermeyên wan bi rehetî nikaribe kesan binçav bikin. Li hev xwedî derkevin. Zilmek e, zextek e heke pêşiya wê neyê girtin ew ê hîn zêdetir bikin. Li hev xwedî derkevin derfet nedin wan, rê nedin wan. Ji bo vê bertek girîng e. Hîn berfireh pêş bixin ew ê baş be.
EV KOMKUJÎ ZIHNIYETA ERDOGAN NÎŞAN DIDE
Li komkujiyên Zergelê komkujiya Silopî jî lê hate zêdekirin. Ev nîşaneyên çi ne?
Nîşaneyên çi ne? Yek, li gorî dîroka xwe weke dagirkerî û komkujî rastiya xwe careke din îspat kir û dewam dikin. Weke biryar e ku pêwîst bibînin ew ê komkujiyan dîsa dewam bikin û kirin jî. Zergelê ne cara yekem e. Beriya vê li Zergelê, li Xinêrê, li Xakurkê û li wan deran nêzî 20 însanên me yên sivîl hatin qetilkirin. 2011 dîsa tê zanîn li Kortekê jineke ducanî û çend zarokên wan 5-6 kes hatin qetilkirin. Li Zergelê bi temamî însanên me yên sivîl hatin qetilkirin. Ez dixwazim vê bêjim gelê me û hereketa me lazim e ew komkujiya Zergelê her tim di rojevê de bigire. Muheqeq vê rastiyê li sûretê dagirkeriya Tirkiyeyê, AKP’ê û Erdogan bixe. Mirovahî bila vê bizanibe ku çiqasî durû ne, dijminê gelê kurd in û sivîlan in. Her roj dibêjin li filan derê, nizanim li tirkmenan dixin, nizanim li kê dixin. Tabî bila li tirkmenan jî nexin, li kesî din jî nexin. Em jî mafê tirkmenan û gelên din diparêzin û ji bo wê têdikoşin. Lê ew durûtî, li ser gelê kurd cuda ye. Li sivîlan dixin, dikujin û li Silopî dîsa. Li Cizîrê jî berê tê zanîn çend zarok kuştin. Tenê ji bo encamê bigirin, îradeya gelê kurd bişkîne çi pêwîst be AKP dike, Erdogan dike. Biryar û zihniyeta Erdogan ew e.
ZIHNIYETA AKP Û DAIŞ’Ê WEKHEV E
Te dît li Geverê hin kes destê wan li piştê hatibû girêdan û dirêj kiribûn. Mirov mêze dike çawa DAIŞ li Bexdayê, Iraqê, Şamê û Sûriyeyê sivîl dest bi piştê ve girêdide, ew rêz dikir û yek bi yek gule di serê wan de diteqîne, ew dîmen û yên me li Geverê dîtine eynî ne. Zihniyet eynî ye. Tenê AKP gule bera serê wan neda. Lê ya di dilê wan de û mejiyê wan de derbas dibe ew e esas. Ew hêrsbûna wan te dît di dîmenan de derdikeve, mirov dibîne ku dixwazin bikujin. Lê ewqas rê nedida, lê di dil û mejiyê wan de ew derbas dibe û Erdogan hêzê dide wan. Ma her roj nabêje ez fermandarê xwe pîroz dikim, polîsê xwe pîroz dikim, karekî baş dikin û encamê digirin. Tabî ev jî li ser axaftin û hêzdayîna Erdogan weke pez 30-40 kes dest bi piştê ve girêdayî ne. Heqeten ev pozîsyona komkujiyê ye. Berê jî BDP destê wan girêdayî dibirin dadgehê û ketin rojeva cîhanê. Dewletek wisa ye. Ji destê Erdogan were ew ê bike jî ez sedî sed bawer im. Di mejiyê xwe de qebûl nake, dijminantiyek heye li ser gelê kurd û rêveberiya hereketa me. Ev nîşaneya çi ye, ji bo wê dibêjim. Ji vir û şûnde ji destê wan were ew ê bikin û gelê me lazim e xwe biparêzin. Ev durûtiya AKP û komkujiya AKP’ê her tim wê bike rojeva mirovahiyê.
ŞEREKÎ LI SER DEREWAN DIDIN MEŞANDIN
Di van êrîşên dawiyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê çapemeniya tirk dibêje windahiyên wan pirr zêde ne. Birastî windahiyên we çiqas in?
Dewleta tirk yek jî şerê xwe yê qirêj li ser derewan, propagandayek derew dimeşîne. Ew propagandaya derew şerê wan îfade dike. Şer li ser vê tê meşandin. Ez mînakekê bêjim, 2011 te dît li Qendîlê şerê Îranê hebû. Ez, hevalê Cemal û çend hevalên din civîna me hebû. Em bi hev re bûn. Me xwarin dixwar, di navberê de me televîzyon guhdar kir. Me mêze kir televizyonên tirkan piranî yên dewletê û yên din dibêjin flaş flaş flaş. Murat Karayilan li Îranê ye û niha dewlet li ser Îranê zextê çêdike ku Murat Karayilan bigire û rewşa wî nebaş e. Em jî bi hev re ne. Bi zimanekî wisa dibêje, bi îknakirinekê dibêje mirov heqeten ne li wir be, kesekî nezan be, dewleta Tirkiyeyê baş nas nake, hereketa me baş nas neke, sedî sed ew ê di bin bandora wan de bimîne. Min got ji xwe, ez ne li vir bûma, min ê bigota eceb ev çi ye? Yanî ewqas derew. Lê em di şer de ne tabî. Weke şerê cîhanê ye. 50 balafir bi hev re radibin, rojane bi şev û roj bombebaran heye û teknîka herî dawî bi kar tîne. Lê rêveberiya hereketa me eşkere anî ziman, dîsa Fermandariya HPG’ê der heqê wê de agahî da gelê me. Ev rastiyek e. Em windahiyên xwe jî rast didin. Gelê me bila bizanibe em çi ne? Bi temamî weke hevalan gotiye 8 însanê me yên sivîl, 10 windahiyên me û 15 birîndarên me hene. Derveyî wê windahiyên me tine. Belkî yek-du hevalên din hebe ku me agahî negirtiye. Lê bi giştî 10 windahî û 15 birîndar hene. Birîndar jî birîna wan sivik in. Lê dewleta Tirkiyeyê dibêje 400 kes hatin kuştin û nizanim çiqas birîndar in. Ji serî heta binî derew in, ji serî heta binî vir in. Gelê me baş dizane û jê bawer nake. Belkî aliyê Tirkiyeyê gelê nezan, rastiya şer, têkoşîn û dîroka me nizane hinek tiştan bandor bibe. Esas gelê me baş dizane û tu kes ji wan bawer nake. Ez pêwîst nabînim ku bêjim ji van bawer nekin jî, jixwe ji serî heta bini derew in. Tiştekî wisa tune. Lê tê dîtin ku di demên dawî de windahiyên wan zaf in. Gerîla bi şêwazekî cuda li ber xwe dide û parastina xwe dike. Esas rewşa wan xerab e. Wek windahî, alozî û psîkolojiyê dijîn rastî ev e.
DERDÊ WAN TENÊ ŞOREŞA ROJAVA TENGAV BIKIN E
20 cenazeyên şervanê YPG û YPJ’ê li sînorê Kobanê tên rawestandin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Dewleta Tirkiyeyê, AKP’ê ji berê de dijminantiya xwe her tim li ser Rojava eşkere anî ziman. Erdogan got xeta me ya sor e. Em nahêlin û qebûl nakin îradeyek derveyî me li Rojava bê rêxistinkirin. Hesabên wan ew e, polîtîkayek qirêj e. Hewldan û pratîka wan jî li gorî wê bû. Her tim piştgiriya DAÎŞ kirin, her tim piştgiriya El Nûsra kirin. Piştgiriya rêxistinên cuda cuda kirin. Tenê Rojava tengav bikin, tenê îradeya gelê kurd bişkînin ku gelê kurd li wê derê nebe xwedî îrade. Ji bo vê ev nerazîbûn û dijminantiya AKP’ê ji berê de heye. Tabî nahêle YPG û YPJ birîndarên xwe derbas bike yan jî ji hin derfetan îstîfade dike. Lê yên DAÎŞ bi merasîmên fermî tê pêşwazîkirin. Roja îro li Stenbolê, li Entabê, li Hatayê û li hin cihên din cihen DAÎŞ’ê hene, cihên perwerdeyê hene, têkiliyên wan hene. Dibêjin em operasyonê dikin lê derew in, çend kesên wan girtin, binçav kirin, saziyên wan girtin. DAÎŞ li Tirkiyeyê bi rêxistinkirî ye. Dewleta Tirkiye û AKP jî destekê dan wan û rojane jî li ser çapemeniyê hat dîtin ku qefle bi qefle diçin û tên. Lê YPG naxwaze. YPG mirovahiyê temsîl dike. Li dijî DAÎŞ’ê têdikoşe, destan nivîsandin, berxwedaneke pîroz û serkeftî heye. Ev jî ya gelê kurd e. Hem li hemberî DAÎŞ hem jî gelê kurd AKP ji vê hez nake û qebûl nake. Naxwaze YPG û YPJ ji tiştekî îstifade bike, xwe rêxistin bike û hîn xurtir bibe. Hewldanê wan çawa bikin û çi bikin Rojava tengav bikin, ev statuya heyî û îradeya heyî bişkînin. Hîn jî li ser wê disekinin. Li ser Sûriye jî dibêjin em ê herêma bi ewle çêbikin. Têkiliyên wan bi El Nûsra re, têkiliyên wan bi DAÎŞ re, têkiliyên wan bi hinek beşên din re, lê hesab çawa bikin ku îradeyê bişkînin. Esas dev ji Esad ji berdane yanî zêdetir DAÎŞ xurt bikin û beriya her tiştî Rojava ji holê rakin. Esad piştre pirsgirêkek e. Ev dijminantiyek e.
ERDOGAN PÎVANÊN ÎSLAMIYETÊ DAYE BER LINGAN
Cenazeyên şehîdan bi rojane li ser sînor sekinandin. Li Başûr û dîsa li aliyê din. Ev ne di rîtuelên ol de heye, ne tu ol qebûl dike, ne mirovahî qebûl dike. Esas wehşet hovîtiyek e. Hovîtiyek ewqas dijwar heye ku li hemberî gelê kurd, heqaret dikin. Bi baweriya gel dilîzin. Mesele Erdogan diaxive, her tişt ji bo îslam, îslam, îslam. Ez jî dibêjin her tişt ji bo Erdogan desthilatî, desthilatî, desthilatî û dijminantiya kurdan derveyî wê tiştek nîne. Eger qasî serê misqalê ji Îslamiyetê bawer bikira, ew ê tu caran ew pîvanên Îslamiyetê û baweriya Îslamiyetê neda bin lingan. Li wan cenazeyan rojane heqaret nekirina û li wê derê ne sekinanda. Hîn jî disekinînin, dijminantiyê dikin. Dev ji yên zindî berdin ku îstifade bibîne, nahêle yên şehîd derbas bibin. Ev dijminantiyek e. Gelê kurd ne li Rojava vê qebûl dike, ne li Bakur vê qebûl dike, ne Rojhilat ne jî Başûr qebûl dike. Bila AKP bizane her heqaret li dijî gelê kurd kîjan parçe be ferq nake weke dijminantî li tevahiya Kurdistanê bibe sedema nerazîbûnan.