Gerîlaya HPG'ê Ekîn Van hat veşartin

Gerîlaya HPG'ê Ekîn Van (Kevser Erturk) a li navçeya Mûş Gimgimê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Ekîn Van a di şerê li Gimgimê de jiyana xwe ji dest da, danê sibehê ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin û anîn ber Meclîsa Taxa Yenî. Jinan li vê derê bi qîrîna dirûşmên 'Şehîd Namirin' û 'Bijî Serok Apo' darbest hilgirtin ser milan û dûre girseyê ber bi Şehîdgeha Taxa Yenî dest bi meşê kir.

Di dema meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Ekîn Van a HPG'yî û alên PKK'ê hatin vekirin. Di merasîma cenaze de Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Veysî Dîlekçî û Derya Hayva, parlamenterê HDP'ê yên Wanê Lezgîn Botan, Tûgba Hezer, Selamî Ozyaşar, Remzî Ozgokçe, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Hatîce Çoban, Bekîr Kaya, Hevşaredara Îpekyolû Aygul Bîdav, Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn, Serokê MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan, nûnerên rêxistiNên civakî yên sivîl û şêniyên bajêr amade bûn.

Piştî veşartina cenaze, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin. Dûre Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn peyivî û got, "Li ser gelê Kurd şerekî qirêj tê ferzkirin. Mirovên me tên qetilkirin, dem dema yekîtiyê ye. Hevala Ekîn ji bo welatekî azad, ji bo serokekî azad, ji bo gelekî azad canê xwe feda kir. Em li vê derê soz didin wan, em ê ji rêya şehîdan venegerin. Bila serê gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan sax be."

Piştre parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer mafê axaftinê wergirt û got, "Weke ku tê zanîn ev 40 sal in ev ax bi xwînê tê avdan. Ji ber vê yekê di sala 2013'an de Birêz Ocalan got, 'Bila dayik bes bigirîn, bila ciwan nemirin' û pêvajoya aştiyê da destpêkirin. Lê belê Erdogan ê ku gihîşt wê bweriyê pêvajoya aştiyê jê re dengan nîne, dixwaze welêt veguherîne gola xwînê û di hilbijartineke pêşwext de bi tena serê xwe bibe desthilatdar. Lê belê yên ku van hesaban dikin wê di nava rondikên çavê dayikan de bifetisin. Li dijî şerê qirêj em ê her tim bêjin aştî. Ew ji aştiyê ditirsin. Careke din serê gelê me û serê Birêz Ocalan sax be."

Xizmên Ekîn Van a HPG'yî jî axaftineke kurt kirin û gotin, "Şehîd şehîdê tevahiya Kurdistanê ye. Bila serê gelê me sax be."

Li dû merasîma cenaze, girseya gel çû serdana konê sersaxiyê yê li Taxa Karşiyakayê hatiye vedan.

...