Êzidiyan çalakiya azadiyê dewr girtin

Nobeda azadiyê ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî destpê kir, ji aliyê endamên Federasyona Komeleyên Êzidiyan ve dewr hat girtin.

Nobeda azadiyê ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî destpê kir, ji aliyê endamên Federasyona Komeleyên Êzidiyan ve dewr hat girtin.

Çalakî vê hefteyê ji aliyê endamên Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) Sabrî Atan, Şêx Şakir Karaca, Mûhammed Boga, Ayşe Karaca û Zera Reşo ve tê meşandin.

Çalakger rojane bi dehan kesan re sohbetê dikin û der barê hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê de agahiyan didin.

Li ser navê komê Sabrî Atan ji ANF'ê re peyivî û destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, tevlîbûna li vê çalakiyê ji bo civata Êzidî mecbûriyeteke. Atan destnîşan kir ku rizgariya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, bi taybetî jî civata Êzidî, bi azadiya Ocalan dibe.

Atan got, "Ev çalakî wê ji bo me ne ya destpêkê ne jî ya dawî be. Heta ku Rêbertî û civata Êzidî azad nebe, em ê ti carî dest ji çalakiyên xwe bernedin. Weke federasyonê em bang li civata xwe ya Êzidî ku destekê bidin çalakiya nobedê û vê têkoşînê."

Atan anî ziman ku wan hestên aştî, biratî û azadiyê ti carî li derveyî tevgera azadiyê nedîtine û got, "Îro ew roj e ku em li Rêbertî û Tevgera Azadiyê yên ev hest bi me dane jiyîn, xwedî derkevin." 

Atan  da zanîn ku ew gelên Rojhilata Navîn weke baxçeyekî gulan dibînin û mafê her gulê jiyana bi rengê xwe heye û got, "TC bi salan Kurd kir dijminê hev û ji hev dûr xist. AKP û Erdogan ji ber tirsa xwe ya ji projeyên neteweya demokratîk ên Rêberê me, Tirkiye ber bi kaos û tarîtiyê ve dibe. Tirkiye bi awayekı vekirî destekê dide çeteya bê esîl û kujer DAIŞ'ê. Daxwaza me ji Tirkiyeyê ew e ku ji biratiya gelan bawer bike û ji vê rêya şaş vegere. Her wiha em dixwazin destê aştiyê yê Rêberê me bi hewldaneke mezin dirêj dike, bigire. Girtina bi vî destî wê bibe rizgariya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn."

JI BO ŞENGAL A PÎROZ DEM DEMA YEKÎTIYÊ YE

Endamê komê Şêx Şakir Karaca yê cara duyemîn e beşdarî çalakiyê dibe û da xuyakirin ku her çend çalakiya wan a nobedê ketiye sala xwe ya çaran jî Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa û CPT berpirsyariyên xwe bi cih neanîne û ev xemsarî şermezar kir. Karaca anî ziman ku heta Ocalan azad bibe û Konseya Ewropa daxwazên wan bibîne, ew ê dest ji çalakiyên xwe bernedin û got, "Li Tirkiyeyê zarokên xizan dimirin, li aliyê din zarokên AKP û Erdogan her dewlemend ibin. Pêwîste gelê Tirkiyeyê êdî li dijî vê derkeve. Hînê wê çend zarokên xwe feda bike? Li aliyê din, bi qasî Barzanî ti kesên din xiyanet li Êzidiyan û Kurdan nekiriye. Ew ê jî di nava xiyaneta xwe de bifetise. Silav û rêzên xwe pêşkêşî YBŞ'ê dikim. Dilê me bi wan re ye. Em bi YBŞ'ê serbilind in. Hin malbatên pêşengên hin mûxalîfên Êzidiyan jî hene û ji wan re dibêjim; hûn di rêya şaş de ne. Bi taybetî ji malbata Mîr rica dikim, eger ji şaşîtiyê vegerin, Êzidî wê dîsa wan qebûl bikin. Têrê dike ku bi tenê li cem gel cih bigire" û banga yekîtiyê li malbatên pêşeng kir.

Mûhammed Boga jî bang li yek ji gelê qedîm ê Rojhilata Navîn Asûrî û Suryaniyan kir ku beşdarî çalakiyê bibin û xwedî lê derkevin û got, "Mîna Rojava hêviya me ji azadiya Şengalê jî heye. DAIŞ çeteyek dijminê Kurdan e. Ji bilî yekîtiya li 4 parçeyan şenseke me ya din nîne û ev dema yekîtiyê hatiye. Bi vê yekîtiyê re wê azadiya Kurdistanê nêz be. Weke civata Êzidî heta Rêberê me azad bibe em ê çalakiya xwe dewam bikin."

'JINÊN KURD JI JINÊN CÎHANÊ RE BÛN PÊŞENG'

Endamên Meclîsa Jinên Êzidî Ayşe Karaca û Zera Reşo jî got, "Weke Meclîsa Jinên Êzidî heta encamê bi dest bixin û Rêberê me azad bibe, em tevlî çalakiyê bûne. Em dizanin ku felsefeya azad a Rêber Apo ji bo hemû jinên cîhanê îro jî di asta pêşengtiyê de ye. Azadiya me jina nbi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê em bi dilsoziya bi Rêbertî re xwedî li têkoşînê derdikevin û têkoşînê dibin her qadê. Weke jinên Êzidî em qetilkirina sivîlan ji aliyê TC ve, bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê û desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê şermezar dikin."

...