Li Artemêtan protestoya ‘qirkirina siyasî'

Hilbijartî û xebatkarên Şaredariya Artemêtanê, binçavkirin û girtinên li hember personelên şaredariyê protesto kirin.

Hilbijartî û xebatkarên Şaredariya Artemêtanê ji bo hevalên xwe yên li taxên Hacibekîr û Firat hatin binçavkirin û girtin daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Daxuyanî li ber Avahiya Serokatiya Şaredariya Artemêtanê hat dayîn. Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn, endamên meclîsa şaredariyê yên DBP’yî û gelek xebatkarên şaredariyê amade bûn.

'AKP HEWL DIDE ŞAREDARIYÊN ME BÊ ÎTÎBAR BIKE'

Çetîn, diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê li hember şaredariyên DBP’ê polîtîkaya zext û çewisandinê kiriye dewrê û bi xebateke zêde ya krîmînalîzekirinê re hewl dide şaredariyan bê îtîbar bike. Çetîn got, "Zîhniyeta ku xebatkarên me digire, dest datîne der makîneyên me yên kar divê vê zanibe ku em ê xizmeta ji bo gel bê ferq û cudatî bi zanebûna berpirsyartiya xwe bidomînin.”

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku demldest girtî bên berdan.