Li hemberî karkerên Kurd êrîşa nîjadperest

Li Erziromê dîsa karkerên Kurd rastî êrîşa komeke nîjadperest hatin. Di êrîşa ku çek li karkeran hat kişandin 2 karker birîndar bûn, 2 karker hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku karker li înşaeta lê kar dikin asê mane.

Li Erziromê dîsa karkerên Kurd rastî êrîşa komeke nîjadperest hatin. Di êrîşa ku çek li karkeran hat kişandin 2 karker birîndar bûn, 2 karker hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku karker li înşaeta ku lê kar dikin asê mane.

Li Taxa Gez a girêdayî navçeya navendî Yakûtiye ya Erziromê karkerên Kurd ên ji Agirî û Wanê rastî êrîşa komekê nîjadperest hatin. Karker di berê de jî ji aliyê komeke nîjadperest û xwediyê Şîrketa Înşaetê ya Bostancioglû ve dihatin tehdîtkirin, îro jî ji aliyê heman komê ve hatin tehdîtkirin û rastî dijûnan hatin. Xwediyê kar Fûat ê paşnavê wî nehat zanîn hat cihê înşaetê ji karkeran re got, “Ulen hûn hemû Ermenî ne”, “Terorîstno” û “Hûn tiştekî heq nakin” û çek li wan kişand. Li ser nerazîbûna karkeran koma nîjadperest her ku çû qelebalix bû û êrîşî karkeran kirin. 2 karker birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Polîsên ku mudaxaleyî êrîşê nekirin dest danîn ser du tivingên destê koma nîjadperest, xwediyê kar Fûad û birayê wî Cîhat ê paşnavê wî nehat zanîn û du karker hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.