Demîrtaş: Em stûyê xwe li hember polîtîkayên şer xwar nakin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş li Mêrdînê di lihevhatina gelên Erep de got: "Ji polîtîkayên şer re em nikarin stûyê xwe xwar bikin. Ger civak aştiyê dixwaze divê aştî pêk bê."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Mêrdînê di lihevhatina gelên Erep de axivî û bertek nîşanî polîtîkayên şer dan û wiha got: "Heta em her kes ji her aliyê Tirkiyeyê dengê xwe bilind nekin wê çek ranewestin. Ji ber wê jî polîtîkayên şer re em nikarin stûyê xwe xwar bikin. Ger civak aştiyê dixwaze divê aştî pêk bê."

Rêxistinên HDP û DBP'ê bi şîara "Gelê Ereb xwedî li aştiyê derdikeve, aştî bêxwedî nîn e" li Mêrdînê gelê Ereb hatin cem hev. Li Otela Erdoba Elegance bername pêk hat û di salonê de pankarta "Em bi we şer nadin kirin" bi Kurdî, Erebî, Tirkî, Suryanî û Îngîlîzî hatin daliqandin. Li gelê Ereb ên ji Mêrdîn, Sêrt û Rihayê hatin, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, wekîlên HDP'ê yên Mêrdînê Mehmet Ali Aslan, Enise Güneyli, Gülser Yıldırım, Erol Dora û Mithat Sancar, nûnerên Komeleya Erebên Demokrat û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tevlî bernameyê bûn. Axaftina vekirina bernameyê ji aliyê Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar ve bi erebî pêk hat. Piştî Sancar Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê Aysel Erol axivî û peyama aştiyê da û got, "Em bi te şer nadin kirin."

'DIVÊ EM BIRATIYA XWE JI SALTANATA HINEK KESAN RE HEBA NEKIRIN'

Parlamenterê HDP'ê Mehmet Alî Aslan jî bi Erebî axivî û bal kişand ser girîngiya lihevhatina gelên Ereb û got ku zimanê gelê Ereb ê li Tirkiyeyê her diçe asîmîle dibe. Aslan diyar kir ku li hemberî gelê Ereb hê di Saziya Ziman a Tirk de zimanekî dijber tê bikaranîn û wiha got: "Em weke Ereb tên dinê li weke Ereb em najîn. Hewldana Ereban bikin Tirk hê didome. Heya niha tenê navekî Ereb nehatiye îadekirin. Navên Ereb hê qedexe ne. Nav û piştnavên me hê ên pergalê ne. Weke Ereb gelê Kurd, Suryanî û Êzîdî weke bira dibînin. Divê em biratiya xwe ji saltanata hinek kesan re heba nekirin.Ya em bikin weke Rojava em di nava aramî û refahê de bijîn. Em dixwazin demildest bi Birêz Ocalan re hevdîtin destpê bikin û aştî careke din destpê bike."

Aslan di dawiyê de dema ku gote gelên Ereb jê re gotina ku peyama "Em ê te tenê nehêlin" ji Hevserokê Giştî yê HPD'ê Selahattîn Demîrtaş re ragihîne, gelek çepik hate lêdan.

'FERASETA TEKPEREST BI GELAN DA WINDAKIRIN'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku HDP'ê dewlemendiyên hemû gelên li ser van axan dijîn dîtiye, rêz nîşan daye û wekî mîrateya xurt lê dinêre û ew ji demokrasiya piraniyan bawer dikin, feraseta ku bi yekperestiyê xwe xwedî dike bi gelan daye windakirin. Demîrtaş bilêv kir ku gelê tirk jî ji vê feraseta tekperest memnun nînin û wiha berdewam kir: "Ev feraseta tekperest gelê Tirk jî di nav de hemû gel, bawerî, çandên li herêmê kiriye dijminê hevdu. Û di heman demê de li hemberî pêşketina çandan jî bûye asteng. Em çawa ku di vî civaka pir rengî, pir dengî, pir bawerî û pir zimanî de bi hev re jiyanê, Tirkiyeyê jî wekî welatê hevpar dibînin wê demê divê ev formula bihevre jiyanê bibînin. HDP partiya vî fikrî ye. HDP partiya Tirkiyeyê ye."

DENGÊN DANE HDP'Ê

Demîrtaş destnîşan kir ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derbasbûna HDP'ê ya bendê ji îxtidarbûna partiyekî de bi qîmetir e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji sedî 13 deng girtina HDP'ê di hilbijartinan de pir bi qîmet e. Divê hemû civaka Tirkiyeyê û siyaset vê yekê bibîne û taxdîr bike. Serokomarê vî welatî heke, serokomarê hemû gel û welat be divê vî serkeftina HDP'ê bibîne. Hêviya me ev e. Ne bi nijadperestî, ne ku gel û nasnameyan bike dijminê hev em ê li welatê xwe yê hevpar Tirkiyeyê çawa dikarin bi hevre bijîn demokrasî û aştiyê çawa dikarin înşa bikin di pratîkê de nîşan da. Wekî partiya rasteîn a Tirkiyeyê em derketin pêşberî gel û fikra xwe vegot. Ligel hemû astengiyan me ji 13 piştgiriya gel girt. Piştî hilbijartinan bendewariya me ew bû ku ev rewş baş bê xwendin. Ji ber ku rewşekî nû derket holê. Dengên ku ji bo HDP'ê hatin dayin peyama ' divê em bi hevre bijîn' bû. Dengên ku ji bo HDP'ê hate dayîn peyama 'em aştiyê dixwazin, me bi çekan bi demokrasî, diyalog û muzakereyê dixwazin' bû."

'CIVAKA TIRKIYEYÊ AŞTIYÊ DIXWAZE'

Demîrtaş anî ziman ku karê Serokomarekî di nava partiyan de gengaşiyê derxistin nîn e û wiha got: "Di nava çend hefteyan de me zarokên xwe yên gerîla, polîs û sivîl winda kir. Lê dîsa jî ji sedî 80'ê civaka Tirkiyeyê aştiyê dixwaze. Hêjî kurd, ereb, tirk, çerkez, ermenî û êzidî aştiyê dixwazin. Davutoglu dibêje 'em ê destûr nedin Tirkiye vegere Sûriyeyê' lê riya vê yekê heqaretê li hevdû kirin nîn e divê diyalog bê dayîn. Polîtîkayên ku Tirkiyeyê vegerînin Sûriyeyê dimeşînin."

'PÊŞEROJA CIVAKÊ GIRÎNGTIRE'

Demîrtaş anî ziman ku divê di van rojan de bi aqlê selîm bê tevgerandin û wiha dom kir: "Rêya vê yekê jî ew e ku wijdan û aqil di heman nokteyê de bin. Em wekî HDP'ê ji bo li vî welatî yek gule neyê rejandin, balafir bombebaranan pêk neynin û tundî pêk neyê hatin ser pêwirê. Tu car bi çek karê me nîne û dê tune be jî. Yên ku ji me re gotin tercîha xwe bikin re sed caran me got. HDP ji ber tercîha xwe kiriye di vê astê de ye. HDP tercîha xwe ji aştî û demokrasî yê re kiriye. Pêşeroja civakê ji partiyên siyasî girîngtire. Şer destpêkê gelê me dikûje. Piştre jî wicdanê me dikuje. Heta em her kes ji her aliyê Tirkiyeyê dengê xwe bilind nekin wê çek ranewestin. Ji ber wê jî polîtîkayên şer re em nikarin stûyê xwe xwar bikin. Ger civak aştiyê dixwaze divê aştî pêk bê."

KÎ AŞTIYÊ DIXWAZE?

Demîrtaş bang li kesên ku digotin "Heta leşê wan ê dawî jî bimîne wê operasyon dewam bikin" kir ku yên wisa dibêjin aştiyê dixwazin? Û wiha got: "Yan jî kesên ku li ûnîformaya ti kesî mêze nake û êşa hemû kesî parve dike û dijî aştiyê dixwazin. Em her tim banga sekinandina xwînê dikin ji ber wê jî em aştiyê dixwazin. HDP aştiyê dixwaze êdî dest ji vê yekê berdin."