Tecrîd li Parîs û Freîbûrgê hat şermezarkirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytxta Fransa Parîsê û li bajarê Elmanya Freîbûrgê hat şermezarkirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytxta Fransa Parîsê û li bajarê Elmanya Freîbûrgê hat şermezarkirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), li Parîs û çar navendên cuda yên derdora wê, bi çalakiyên kon re tecrîd tê protestokirin. Li van konên agahdarkirinê, der barê tecrîdê de agahî ji raya giştî re tê dayîn.

Konên agahdarkirinê ji bo navenda Parîsê li meydana Repûblîqûe, ji bo Creîlê li stasyona Creîlê, ji bo Evry li Placa Agora û ji bo Normandîe jî li Mantes la Jolîe hatin vedan û Fransî der barê mijarê de tên agadarkirin.

Li van herêman endamên Ciwanên Azad Parîs, der barê tecrîdê de belavokên bi zimanê Fransî belav kirin. Çalakiyên protestokirina tecrîdê wê bi meş û mîtîngên sibehê re bi dawî bibin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Elmanya Freîbûrgê jî Komuna Jinê ya Nûda û endamên Ciwanên Azad standa agahdarkirinê vekirin û bal kişandin ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan. Standa li Kartoffelplatzê hat vekirin wê heta saet 20:00 ê îro dewam bike. Tevî tecrîdê, polîtîkaya şer a AKP'ê jî hat şermezarkirin.

Li standê, bi sedan belavokên ji bo azadiya Ocalan ên ji aliyê NAV-DEM'ê ve hatin amadekirin, hatin belavkirin.

Li bajarokê Lahr ê ser bi Freîbûrgê jî wê îro stand bê vekirin.

...