KCK: Ji bo gelê Kurd ji bilî xwerêveberiyê ti alternatîf nema

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, îlana xwerêveberiyê yên Meclîsên Gel destek kir û ragihand ku li hember israra desthilatdariya AKP’ê ya di dewleta netewe de ji bo gelê Kurd ji bilî xwerêveberiyê ti alternatîf nemaye.

Hevserokatiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser terora desthilatdariya AKP’ê ya li Gever, Silopiya û Cizîrê û got: “Gelê Kurd bi sedê salan e di bin serweriya qirker a çandî a hegemonîk û navendperest a dewleta Tirk de ti zext û zilmeke ku nehatiye nemaye. Li ser gelê Kurd her cure zext, îşkence û rêbazên zorê yên nayên hişê mirovan hatine pêkanîn. Walî, qeymeqam, memûr, leşker û polîsên dewleta Tirk bê çawa li Kurdan dinêrin di pêkanîna li Geverê ya li hember karkeran de bi her awayî radixe ber çavan. Zîhniyeta li Geverê bi sedê salane komkujî kiriye, cinayêtên failê wê dewletê kirine, gundên bi mîlyonan Kurdan şewitandine û ew neçarî koçberiyê kirine, îşkenceyên nehatine dîtin kiriye, ji bo îradeya Kurd bişîne û bipelçiqînê her cure rê û rêbaz bi kar aniye. Bi ti awayî fikr, gotin, daxwaz, biryar û helwesta Kurd negirtiye dîqetê. Xwestine her îtîraza Kurd bi şîdet û zextê bipelçiqînin.

Zîhniyet û polîtîkaya dewleta Tirk nehatiye guhertin; di rê û rêbazan de her çiqasî hin guhertin hebin jî armanc û polîtîkaya qirkirana çandî bêyî jê derkevin dewam kiriye. Hikumeta AKP’ê jî bi zîhniyet û polîtîkaya yek Milet, yek welat, yek al xwestiye bi polîtîkayên qirkirina çandî ya bi sedê salan e tê meşandin bigihêje armancê. Ji ber vê yekê di serî de gelê Kurd li hember gelên Tirkiyeyê mîna gomlekî dînan li wan bikin pergala navendperest a qirker bêyî sist bibe dewam kiriye.”

PERGALA OTORÎTER A NAVENDÎ YA ÎRADEYA XWECIHÎ ESAS NAGIRE TÊ PÊKANÎN

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin,  “Gelê Kurd bi dehan salan e têkoşîna parastina hebûna xwe û qebûlkirina jiyana xwe ya azad û û demokratîk meşandiye. Têkoşîn, têkoşîna gerîla jî di nav de bi her cure rê û rêbazan meşandiye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rêbazên demokratîk û siyasî timî firsend daye. Lê weke di helwesta hikûmeta AKP’ê tê dîtin di nenaskirina îradeya gelê Kurd de tê israrkirin. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê xwestine di bin banê HDP’ê pişrgirêka demokratîkbûnê û ya Kurd bi têkoşîna hêzên demokratîk pêk bîne. Lê piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê jî dijmintiya li hember HDP’ê hatiye zêdekirin, polîtîkayeke ne di aliyê demokratîkbûnê; di aliyê pevçûn û aloziyan de hatiye şopandin. Di demeke ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê weke di hilbijartinên 29’ê Adara 2009’an de bihêz bûn, dewleta Tirk dîsa şîdet û girtin zêde kir, kampanyaya şkandina  îradeya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hatiye destpêkirin.

Tevî ku gelê Kurdistanê bi Kurd, Ereb, Azerî, Tirkmen, Terekeme, Suryanî, Elewî û Şîa re ji sedî 80 dengê xwe daye HDP'ê, vîna vî gelî ji nedîtî ve tê. Kurdistan bi biryarên ji navendê tên wergirtin û bi walî û qeymeqamên hatine wezîfedarkirin ve tê birêvebirin. Her şêwe biryarên li dijî gel in tên wergirtin û bicih tên anîn. Qedexekirina zozan, daristan, dehl û rezan ku di dema dawî de bi navê 'herêmên ewlekariyê' di meriyetê ye, nîşaneya vê rêveberiya li dijî gel e. Demokrasî xwe bi rêvebirina gel e, lê li Tirkiyeyê sîstemeke otorîter a navendîparêz ku vîna gel ji nedîtî ve tê, bi israr tê meşandin. Ji bo Kurd û civatên din jê sûdê negirin, destûr ji demokrasiya herêmî ya xwe rêvebirina gel e, nayê dayîn. Dewleta tekparêz û navendîparêz dixwaze her bajar û bajarokî bi zorê bi rêve bibe û naxwaze feraseta rêveberiyê ya kontrolkirina her gund û malbatan, biterikîne. Polîtîkaya zext, zor û şer a sed sal in li Kurdistanê tê meşandin, ji bo vê armancê ye.

DEWLETA TIRK SAZÎBÛNA DEMOKRATÎK JI HOLÊ RADIKE

Ev zîhniyet û polîtîka îro li tevahiya bajar û navçeyan terora dewletê dimeşîne. Her kesên li dijî sîstema wan a despot derdikeve digirin binçavan, îşkence li wan dikin û polîtîka girtinê dimeşîne. Gelê Kurd êdî naxwaze bi rêveberiya dewleteke otorîter, navendîparêz, kêfî û despot bê birêvebirin. Ji xwe li gelek deveran bi şiyara mal ên me ne, kolan ên me ne, tax ên me ne, bajar ên me ne, gaza ji bo xwe bi rêvebirinê hatiye avêtin. Dewleta Tirk nikare xwe li vê demokrasiya herêmî ya gel afirandiye rabigire û êrîş dike. Îro li gelek deverên Kurdistanê şerê di navbera hêzên gel û dewletê de bi vî rengî rû dide. Dewlet êrîşî demokrasiya xwecihî, rêveberiya xwe bi xwe ya gel yanî êrîşî xwerêveberiyê dike. Gelê Kurdistanê jî li dijî van êrîşan bi xweparastinê, li ber xwe dide.

Dewleta Tirk li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û gelek cihên din êrîşî gel dike, mirovan qetil dike û dixwaze sazîbûneke bi vî rengî ya demokratîk ji holê rake.

Hikûmeta AKP'ê û Tayyîp Erdogan, li şûna ku hurmetê nîşanî vîna demokratîk a gel bidin, gel hemû terorîst îlan kirine û ragihandine ku heta terorîstekî bi tenê nemîne ew ê şerê xwe dewam bikin.

DIVÊ CIVAK HEMÛ DESTEKÊ BIDE XWERÊVEBERIYÊ

Li dijî helwesta hikûmeta AKP'ê û dijminê demokrasiyê Serokkomarê wê, li dijî polîtîkaya êrîşê ya li hemberî gel Meclîsên Gel ên Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê ragihandin ku ew êdî saziyên dewletê nas nakin û bi wan re ti karê xwe nemane, ew ê êdî karê xwe bi xwe bikin; xwerêveberiyên xwe ava bikin. Destnîşan kirin ku eger êrîş li hemberî xwerêveberiyan bê kirin, ew ê mafên xwe yên xweparastina rewa bi kar bînin.

Li hemberî zîhniyeteke siyasî ku nêzîkatiyên çareseriyê yên maqûl ên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd îstîsmar dike, çareseriya siyasî demokratîk red dike, li şûna çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê di feraseta netewe-dewletiya tekparêz de israr dike û demokrasiya herêmî ya bi feraseta neteweya demokratîk nas nake, ti alternatîfeke din a gelê Kurdistanê nemaye. Ji ber vê yekê em îlana xwerêveberiyê yên Meclîsên Gel mafdar dibînin û destek dikin. Em bang li tevahiya hêzên demokrasiyê û hemû civatên pêwîstiya xwe bi demokrasiyê hene dikin ku vê vîna gelên me fêm bikin û destekê bidin.

Ji bilî afirandina demokrasiyê ji xwecihî, rêveberiya xwe bi xwe, li ser vê bingehê demokratîkkirina Tirkiyeyê û afirandina jiyana demokratîk û azad a hemû beşên civakê û gelên Tirkiyeyê, ti armanceke cuda ya gelê Kurd nîne. Ji ber ku saziya siyasetê ya li Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û naskirina demokrasiya xwecihî vîn nîşan neda, gelên me neçar man ku vîneke bi vî rengî ya siyasî nîşan bidin.

Em bang li dewleta Tirk û hêzên siyasî dikin ku hurmetê nîşanî vê vîna gelê me bidin, rêxistinbûyînên demokratîk nas bikin û Tirkiyeyê ji vê xitimandina siyasî û rewşa şer derxînin. Êrîşa li hemberî vîna demokratîk û vîna xwerêveberiyê ya gelên me, ji bilî kûrkirina şer û dehfdana Tirkiyeyê ber bi kaosa Rojhilata Navîn ve, wê ti encamê bi xwe re nîne.

Em bang li tevahiya hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî dikin ku li hemberî êrîşa dewleta Tirk a li dijî gel, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêkan, bi berpirsyarî rabin.

Vîna demokratîk a gelên me wê bi ser bikeve, sîstema totalîter a navendîparêziyê ku êrîşî hewldanên avakirina demokrasiya xwecihî dike, wê winda bike.