Polîsan bi guleyên rastî êrîşî merasîma cenazeyê Andok Colemêrg kirin - HAT NÛKIRIN

Li Colemêrgê polîsan bi bombeyên gazê û guleyên rastî êrîşî bi dehhezaran welatiyên tevlî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bariş Tekçe (Andok Colemêrg) bibûn kirin.

Li Colemêrgê polîsan bi bombeyên gazê û guleyên rastî êrîşî bi dehhezaran welatiyên tevlî merasîma cenazeyê Bariş Tekçe (Andok Colemêrg) bibûn kirin. Hat ragihandin ku polîsan bi guleyên rastî derdor gulebaran kirine û gelek birîndar hene.

Gerîlayê HPG'ê Bariş Tekçe (Andok Colemêrg) duh di şerê li hemberî leşkeran a li ser pira Şinê ya navbera Colemêrg û Çelê de ye jiyana xwe ji dest da. Bi sedan wesayît cenazeyê Tekçe ji herêma Faraşînê wergirtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Piştî otopsiyê cenazeyê Tekçe ji hêla dehhezaran welatiyan ve hat wergirtin û ji bo definkirinê ber bi Şehîdgeha Serê Solan ve dest bi meşê kirin. Polîsan bi bombeyên gazê ava şid û guleyên rastî êrîşî welatiyên bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" dimeşiyan kirin. Ciwanan bi keviran welatî parastin. Piştî êrîşa polîsan bi dawî bû 3 jê jin bi tevahî 9 welatî ji ber gazê birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. Jina bi navê Şukran Er (35) di dema êrîşê de ji ser dîwar ket û birîndar bû.
Merasîma cenazeyê Tekçe li şehîdgehê didome.