Girtiyên PKK û PAJK'î 15'ê Tebaxê pîroz kirin
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi daxuyaniyekê, Pêngava 15'ê Tebaxê bi hêviya serketina dilxwazên azadiyê li gelê Kurd û tevahiya gelên Mezopotamyayê pîroz kirin.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi daxuyaniyekê, Pêngava 15'ê Tebaxê bi hêviya serketina dilxwazên azadiyê li gelê Kurd û tevahiya gelên Mezopotamyayê pîroz kirin.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi wesîleya 31. Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Girtiyan bal kişandin ser mêtîngeriya kûr a tinekirineke dijwar û komkujiyên hovane yên di sedsala 201'an de li hemberî gelê Kurd hatine meşandin û diyar kirin ku dil û mejiyê gelê Kurd bi tundî, zor û zextê hatiye pelixandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li çar parçeyên Kurdistanê bi bişaftineke kûr re hatiye xwestin gelê Kurd ji xwe, çanda xwe, kokên xwe, ax û civaka xwe dûr bikeve û hat destnîşankirin ku hatiye xwestin Kurd ji mirovatiyê derbikeve-dûrb ikeve.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dan zanîn ku rejîmên dewletan bi kirinên hovane gelê Kurd xwestine bixin bîreke kûr û tarî û gotin, "Tevî van polîtîkayên dijwar ên tinekirinê jî gelê Kurd ti carî ev rewş nepejirandiye. Tevgera Azadiyê bi pêşengiya hevalê Egîd di 15'ê Tebaxê de ji bo gelê Kurd, li hemberî dîroka tarî agirê vîndariyê pêxistiye. Pelên dîroka ku li ser Kurdan hatiye ferzkirin, çirandiye. Ji zilm û zora tê meşandin re 'Êdî Bes e!' hatiye gotin. Bi fîşeka di 15'ê Tebaxê de hatiye teqandin re gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar bûye. Bûye tovên jiyanê û dilê gelê berxwedêr de şîn bû. Tevî hemû astengiyan jî roj bi roj bi israr mezin bûye. Bê hejmar qehremanên xwe derxistiye. Deşt û çiyayên Kurdistanê bi Egîdan û Bêrîtanan tije bûye."
Girtiyan dan xuyakirin ku 15'ê Tebaxê bûye tirs û xofa dilê neyarên Kurdan û destnîşan kirin, ku di heman demê de ev pêngav bûye stêrka mirovahiyê û navenda jiyana bi hev re ya demokrasiyê ye.
Di dawiya daxuyaniyê de Pêngava 15'ê Tebaxê di salvegera 31. de li tevahiya gelê KUrd û gelên Mezopotamyayê bi hêviya serketina dilxwazên azadiyê hat pîrozkirin.