'Ruhê 15'ê Tebaxê îro li çeperên berxwedanê ye'

Gerîla li ser salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê axivîn û gotin, "Li dijî êrîşên li hemberî gelê me û li dijî faşîzma AKP-DAIŞ'ê, gerîla dest bi pêngaveke nû ya 15'ê Tebaxê kiriye. Ev ruhekî fedaî ye û wê heta serketinê têkoşîna me bidome."

Gerîlayên HPG/YJA STAR'ê, Pêngava 15'ê Tebaxê di salvegera 31. de ji ANF'ê re nirxandin û gotin, "Îro li gelek herêman bexwedana gerîla dewam dike. Li dijî êrîşên li hemberî gelê me û li dijî faşîzma AKP-DAIŞ'ê, gerîla dest bi pêngaveke nû ya 15'ê Tebaxê kiriye. Ev ruhekî fedaî ye û wê heta serketinê têkoşîna me bidome."

DUH DIHÊ BÛ ÎRO KOBANÊ YE

ŞÎMEL AZÎME: 15'ê Tebaxê dema destpêkirina têkoşîna çekdarî ya gerîla ye. Ev çalakiya dîrokî ya mein bi fermandariya fermandar Egîd pêk hat. Ev têkoşîn hînê dewam dike. Li Kobanê, li Şengalê, li Bakur li her cihî ev berxwedana mezin dewam dike. Di vê demê de îşkenceya tecrîdê ya i ser Rêber Apo bi awayekî şidandî tê meşandin. Ji bo rakirina tecrîdê û azadkirina Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve, berxwedana me wê heta dawiyê dewam bike. Di vê demê de dewletê em mijûl kir. Qereqol, bend, çeper çêkir, leşker li ser sînor civand. AKP'ê di vê demê de agirbest xera kir û hewl da me bike aliyekî ku pêvajo xera kiriye. Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir. Erdê Kurdistanê şewitand, sivîl qetil kir. Bû aliyê ku şer daye destpêkirin. Mercên ragirtina Rêber Apo ji bo mee sedema şer e. Di vê demê de hevdîtin hatin astengkirin. Em ê li hemberî van têk neçin û berxwedana me wê heta dawiyê dewam bike. Gerîla wê vê pêvajoyê bi gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, bi jin û ciwanan re bimeşîne. Em bib iryar in ku bi ruhekî nû yê 15'ê Tebaxê re serketinê bi dest bixin. Ev şer şerekî em bi gel re dimeşîne ye. Gel jî di vê pêngavê de berdêl daye û li ber xwe dide. Mîrateya berxwedanê ya bi pêşengiya hevalê Egîd hat destpêkirin, îro li her eniyê mezin dibe û dewam dike. Wê rojê Dihê bû, îro Kobanê, Şengal, Silopiya û Kerkûk e. Têkoşîn li her deverê belav bûye û bûye hêviya gelên herêmê. Fîşeka destpêkê li hemberî tarîtî, mêtîngerî û sîstema bi serdestiya mêr hat teqandin. Di roja îro de heman hêzên tarî bi awayekî bê perwa êrîş dikin. Weke gerîlayên tevgaer azadiyê em ê jî her tim bibin şopdarên fîşeka destpêkê ya li Dihê hat teqandin. Ruhê hevalê Egîd îro di nava bi mîlyonan mirovan de belav bûye û zêde dibe.

ÎRO EV RUH LI HER DEVERÊ ŞER DIKE

CESÛR COLEMÊRG: 15'ê Tebaxê ji bom e gerîlayan zindîbûna ruh û çalakiyeke rê li ber rêya fedaîbûnê vekir e. Ev fîşeka destpêkê kêliya sembolbûyîna berxwedana Kurd e. Vê çalakiyê ruhê gerîla derxistiye holê. Bi pêngava azadkirina Rêber Apo re ev ruhê serketinê gihaştiye roja îro. Di pêngava azadiyê de hem gerîla hem jî gel cihê xwe girtine. Navê vê pêngavê niha azadiya Rêbertiyê ye. 15'ê Tebaxê ruhekî azadiyê ye. Ev ruh îro li her deverê şer dike. Eger ev ruh nebûya, kesekî nekarîbû şer bikira. Di rewşeke ku hêzên din direviya de gerîla gelên herêmê parast û rizgar kir. Îro tevahiya cîhanê ev rastî dît. Dewleta Tirk agirbesta tinebû xera kir. Eger Rêberê me nebûya, wê ji mêj ve dest bi komkujiyan bikira. Rêber Apo pêşî li vê girt. Bi mehan hevdîtinên pê re tên astengkirin û di nava tecrîdê de êrîşên bi tecrîdê dimeşînin. Ev yek ji bo gerîla û tevgera azadiyê bê şik û guman sedema şer e. Komkujiyên li Agirî, Zergelê û Silopiyayê jî, parçeyek ji planên şer ên AKP'ê ye. Her tiştê Kurdan niha di hedefê de ne. AKP partiyeke şîdet û komkujiyê ye. Ji şehîdên me jî ditirsin. Bi rojan cenazeyên me neda. Birîndaran digirin binçavan. Daristanên me dişewitin. Divê gelê me bi gerîlayên xwe re dijmin ji ser xaka xwe derxîne. Ruhê 15'ê Tebaxê bi pêngava gerîla ya destpêkiriye re dijî. Me dest bi pêngaveke nû ya 15'ê Tebaxê kirin û em bi biryar in ku heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.

15'Ê TEBAXÊ RUHÊ FEDAÎ YE

AZE WAN: Weke milîtaneke azadiyê ya eslê xwe Ermenî ye, dixwazim bêjim ku 15'ê Tebaxê ji go gelê Kurdistanê û tevahiya gelên herêmê roja serketinê ye. Di rojên tarî yên mêtîngeriyê de fîşeka destpêkê ya bi pêşengiya fermandar Egîd ve hat teqandin, li hemberî faşîzma dijminê gel bû bersiveke dîrokî. Hêviya berxwedanê afirandiye. Sedema dîlgirtina Rêber Apo bi komployeke hêzên navneteweyî, tirsa ji vî ruhê serketinê ye. Û ev ruh îro di nava gelek beşên civakê de tê dîtin. Bêperwatiya dewleta Tirk êdî însanetiyê derketiye. Mirovên me yên li Geverê li erdê hatin dirêjkirin û îşkence li wan hat kirin, biçûkbûna zîhniyeta AKP'ê ya nîjadperest û dijminê Kurdan radixe pêş çavan. Pêngava berxwedana gerîla li dijî vî zîhniyetê hov hatiye destpêkirin. Ji bo azadiya Rêberê me, parastin û azadkirina gelên me, gerîla amade ye bi ruhê fedaî şer bike û her şêwe berdêlê bide. 15'ê Tebaxê navê vî ruhê fedaî ye. Baweriya me ya ji serketinê re, mîrateya bexwedanê ya me ji fermandar Egîd wergirtine û mafdariya me ya dîrokî ye. Ev yek di heman demê de yekane hêviya hemû gelên herêmê ye.

GERÎLA BÊDENG NAMÎNE

ELEFTERYA ZÎLAN: Li çiyayên azad, li vî welatî têkoşîna çekdarî ya destpêkê bi pêşengiya fermandarê mezin Egîd di 15'ê Tebaxa 1984'an de hat destpêkirin û ev yek ji bo me mîladeke dîrokî ye. Roja me ya serketinê ye. Çalakiya destpêkê ya gerîla bi berxwedaneke mezin û dayîna berdêlên mezin heta roja îro dewam dike. Kevneşopiya me ya berxwedanê di heman demê de, li ser bingeha ruhê 14'ê Tîrmehê serînetewandina li pêşberî dijmin e. Ev ruh li Kobanê, li Rojava gihaşt serketinê. Dewleta Tirk bi van êrîşên dawî re sivîl û gelê me hedef girtiye. Li Qendîl, Pirsûs, Amed, Silopiya û hwd. jin hedef hatine girtin, zarokên hatine qetilkirin. AKP ti carî li gorî pêvajoya jê re agirbest tê gotin, tevnegeriya. Her tim êrîş kir. Amadekariyên şer kir. Cenazeyên me jî dîl girt û li ser vê siyaset meşand. Em bi rastiya dijminekî bi vî rengî re rû bi rû ne. Bi rêbaza DAIŞ'ê re mirovên me li erdê dirêj kirin û îşkence li wan kirin. AKP xwedî polîtîkayeke bê sînor a dijminatiya li Kurdan dike, ye. Li dijî van hemûyan bêguman gerîla wê bêdeng nemîne. Ji xwe namîne jî. Li dijî faşîzma AKP-DAIŞ'ê me pêvajoya berxwedan û çalakiyan dan destpêkirin. Heta ku Rêberê me di nava sîstema îşkenceya Îmraliyê de bê ragirtin, em ê heta dawiyê şer bikin. Ji ber ku yek ji sedemên derketina me ciwanan a serê çiyê, dîlgirtina Rêberê me ye. Û armanca me azadkirina Rêberê me ye. Pêwîste beriya her kesî jin li refên herî pêş ên vê têkoşînê cih bigirin. Em tevgear azadiYê ne. Em azadiay gel, azadiya her kesî dixwazin. Divê gel û civak li hemberî êrîşan rabin ser piyan. Baweriya me ya ji serketinê re, bi hêza ji pêngava 15'ê Tebaxê werdigire re îro mezintir bûye, serketin nêzîktir bûye.

...