Cemîl Bayik: Gerîla wê xwe venekişîne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku gerîla wê xwe venekişîne û got, "Ti kes nikare vekişîna gerîla ji Bakur û çekdanînê li ser me ferz bike. Ev xisûs pêk nayên."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cem Bayik Bayik bû mêvanê bernameyeke MED NÛÇE û ji Erdal Er re axivî. Bayik diyar kir ku gerîla beriya niha xwe ji Bakurê Kurdistanê vekişand, lê vê yekê xizmetî çareseriyê nekiriye û got, "Ev yek hewldanên kesên çareseriyê naxwazin e. Êdî ev hewldanên dema berê ne. Ti kes ne dikare vekişîna gerîla ji Bakur li ser me ferz bike, ne jî dikare çekdanînê li ser me ferz bike. Ev xisûs pêk nayên."

EM DI REWŞA XWE PARASTINÊ DE NE

Bayik da xuyakirin, ku yê agirbest xera kiriye Recep Tayyîp Erdogan û AKP ye û got, "Ti kes nikare bêje PKK'ê agirbest xera kiriye û şer destpê kiriye. Erdogan û AKP bi destpêkirina şer re dixwazin xwe bigihînin armancên xwe yên siyasî. Em jî li dijî vî şerê hatiye destpêkirin xwe diparêzin û ev yek jî mafê me yê herî xwezayî ye. Di peymana Neteweyên Yekbûyî de jî heye; eger êrîş li gelekî bê kirin, mafê wî gelî heye xwe biparêze. Ya diqewim e, ev e."

Bayik diyar kir ku wan biryara şer negirtine û destnîşan kir ku ya PKK niha dike parastina rewa ye. Bayik anî ziman ku eger wan biryara şer bigirta, wanê ev biryar di pêvajoya hilbijartinê de bigirta û wiha axivî: "Ji ber ku di pêvajoya hilbijartinê de AKP û Erdogan gelekî tehrîk kirin. Ji bo şer rû bide, em tehrîk kirin. Tevî van tehrîkan jî em bi berpirsyarî tevgeriyan û me şer nedan destpêkirin. Ji bo li Tirkiyeyê hilbijartin pêk were, em ketin nava hewldanên mezin. Erdogan di dema hilbijartinê de çi digot? Digot, 'Pirsgirêka Kurd nîne', 'Mutabaqata Dolmabahçeyê tineye', 'Komîteya Şopandinê nabe', 'mase nîne', 'alî nîne'. Ev hemû li pêş raya giştî bilêv kir. Ji 5'ê Nîsana 2015'an û pê ve têkiliya bi Rêber Apo re qut kir. Bi van hemûyan re agirbest ji holê rakirin û pêvajo qedandin. Ev tê wateya destpêkirina şer.

Bi vê nêzîkbûna Erdogan a li pêvajoyê re, li Agiriyê bi ser gerîla de çûn. Gel ji bo şer neqewime, ket navberê. Li wê derê ji gel û gerîla mirov şehîd ketin, birîndar bûn. Li Edene û Mersînê li hemberî buroyên HDP'ê êrîşên bombeyî hatin kirin. Hema hema her roj li hemberî buroyên HDP'ê êrîşên bombeyî hatin kirin. Li Amedê komkujiyeke mezin hat kirin. Heman piştî hilbijartinê li Kobanê û Pirsûsê komkujî hatin kirin. Kê ev hemû kirin? Herhal PKK'ê nekiriye..."

GERÎLA HÎNÊ NEKETIYE DEWRÊ

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku hêzên naxwazin tevgera azadiyê ya Kurd li Tirkiyeyê bi pêş bikeve, hêzên xwe li serketina HDP'ê û hêzên demokrasiyê ya di hilbijartinê de ranegirtin, ev êrîş kirin û bal kişand ser nêzîkatiya gerîla ya li hemberî vê yekê: "Gerîla hînê neketiye dewrê. Gerîla li hemberî êrîşên li dijî gel û hêzên demokrasiyê, çend çalakiyên bersivdayînê lidar xist. Hînê biryara şer nedaye, hînê bi hemû hêza xwe tevlî şer nebûye. Pêwîste raya giştî vê rastiyê zanibe."

BI ZANEBÛN 24'Ê TÎRMEHÊ HILBLIJARTIN

Bayik bibîr xist ku êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê di 24'ê Tîrmehê de destpê kirine û got, "Demeke balkêş e. Ji ber ku di wê demê de peymana Lozanê hatiye morkirin. Manîdar e ku di vê demê de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd êrîşên hewayî destpê kirine. Kurd li Lozanê hatin înkarkirin. Di heman demê de li dijî Kurdan êrîşeke mezin dan destpêkirin."

DIXWAZIN HDP'Ê DAXÎNIN BINÊ BENDÊ

Bayik ragihand ku AKP û Erdogan, ya ku beriya hilbijartinê bi ser nexist, bi taktîkên piştî hilbijartinê re bi ser bixîne û got, "Beriya hilbijartinê dixwest HDP û hêzên demokrasiyê li derveyî parlamentê bihêle û bi vî rengî armancên xwe bi cih bîne. Dema ev bi ser nexist, vê carê hewl da HDP'ê li parlamentê bê bandor bike. Bi reşkirinê re, ku HDP'ê weke alîgirê şîdetê nîşan dide, hewl dide bigihêje armancên xwe. Bi êrîşên hewayî, bi girtinan re dixwaze HDP'ê daxîne binê bendê."

TIRKIYEYÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê ŞER NEKIR

Bayik bal kişand ser têkiliyên Tirkiyeyê bi DAIŞ'ê re û got, "Tirkiye ji ber têkiliyên xwe yên bi DAIŞ'ê re gelekî teşhîr bû û rastî zexta navneteweyî hat. Erdogan hem li hundir hem jî li derve tengav bû. Erdogan rêya rizgariya ji vê tengaviyê di helwesta der heqê DAIŞ'ê de dît." Bayik da xuyakirin ku Tirkiye di bin navê 'şerê li dijî DAIŞ'ê' de li hemberî PKK'ê şer dike û got, "Hewl dide darbeyeke mezin li gerîlayên Kurd bixe. Di heman demê de li dijî siyaseta demokratîk a Kurd, li hemberî hêzên demokrasiyê yên di bin sîwana HDP'ê de cih digirin, şer dike. Hewl dide derbê li wan bixe. Heta roja îro li dijî DAIŞ'ê kîjan êrîş kiriye? Êrîşek bi tenê jî nekiriye. Êrîşî PKK, YPG, HDP'ê dike, gel digire. Makîneya xwe ya şer li dijî tevgera azadiyê ya Kurd xistiye nava tevgerê."

KOMKUJIYA ZERGELÊ BI ZANEBÛN HAT KIRIN

Bayik bomberdûmana gundê Zergelê bibîr xist û got, "Her kes dizane ku Zergelê ne kamp e, lê gundek e. Çapemenî hat, dît. Me bang jî kir, bang li rayedarên Tirk, li çapemenî û siyasetmedarên Tirk kir ku bi xwe werin Zergelê bibînin. Me got ku em ê karibin ewlekariya wan bikin. Lê nehatin, ji ber ku nikarîbûn bihata. Ya kirin cînayet e, komkujiyeke. Hovîtî ye. Bi zanebûn li Zergelê dan."

DAXUYANIYÊN DEWLETA TIRK NÛÇEYÊN NAVENDA ŞERÊ PSÎKOLOJÎK IN

Bayik der barê îdîayên rayedarên Tirk ên li ser windahiyên gerîla di van êrîşan de wiha axivî: "Ev nûçeyên ji navenda şerê psîkolojîk in. Pêwîste raya giştî vê zanibe. Di van êrîşan de bi giştî 11 hevalên me şehîd ketin, neh hevalên me birîndar bûn. Ji bilî vê, ti şehîd û birîndarên me nîne. Wekî din zerara gel dîtiye, heye. Ji gel mirov şehîd ketin û birîndar bûn. Her wiha heywan, dar, baxçeyên gel û xwezayê zerar dîtin. Ew hejmarên ji aliyê wan ve hatine weşandin, ne rast in. Bi temamî nûçeyên navenda şerê psîkolojîk in, ji bo raya giştî pê bê xapandin."

ÊRÎŞ DEWAM BIKIN EM Ê MAFÊ XWE YÊ BERXWEDANÊ BI KAR BÎNIN

Bayik diyar kir ku ew ê heta dawiyê li dijî êrîşan mafê xwe yê berxwedanê bi kar bînin û got, "min beriya niha jî got; gerîla ji bilî çalakiyên bersivdayînê, biryara şer nedaye, neketiye nava şer. Eger êrîş zêde bibin, girtin dewam bikin, êrîşên hewayî û bejahî li hemberî gerîla bên kirin, mîna Silopiyayê komkujiyên bi heman rengî dewam bikin, rewşên mîna Roboskî, Gever û Zergelê derkevin holê, bê guman ti kes nikare ji me hêvî bike ku em li hemberî vê li ber xwe nedin. Ti kes nikare ji me bixwaze ku em li hemberî van teslîm bibin. Berxwedana li dijî van hemûyan mafê me yê herî xwezayî ye. Bila her kes vê yekê bi vî rengî zanibe."

Bayik da xuyakirin ku divê Silopiya bi tenê neyê hiştin û destnîşan kir ku pêwîste li her deverê piştgirî ji gelê Silopiyayê re bê dayîn.

ŞERTÊN AGIRBESTÊ

Der barê gavên divê ji bo sekinandina şer û destpêkirina muzakereyan de werin avêtin Bayik ev xal destnîşan kir:

"Eger dewleta Tirk, Erdogan û AKP dest ji binçavkirinan berdin, operasyonên qirkirina siyasî bisekinînin, tevî êrîşên hewayî hemû operasyonan rawestînin, qebûl bike û îlan bike ku wê bi muzakereyê pirsgirêka Kurd çareser bike, agirbesteke zeximkirî qebûl bike, şert û mercên Rêber Apo sererast bike, qebûl bike ku di şertên azad de muzakere werin kirin û Rêber Apo weke sermuzakerevan muzakereyan bimeşîne, ji bo şopandina agirbesta zeximkirî komîteya şopandinê qebûl bike, derhal dest bi muzakereyan bike û ji bo rêveçûna muzakereyan aliyekî sêyemîn qebûl bike, em jî amade ne ji bo bicihanîna van mercan yekser agirbestê îlan bikin."

VEKIŞÎNA GERÎLA NABE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik der barê zextên rayedarên Tirkiyeyê yên ji bo vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê yan jî çekdanînê de wiha axivî:

"Me berê gelek caran gerîla vekişand. Vê yekê xizmet ji ti çareseriyê re nekir. Derket holê ku ev yek ji bo tinekirina PKK'ê xwestine. Êdî vekişîna gerîla ne mijara gotinê ye. Daxwaza vekişînê, hewldana kesên naxwazin pirsgirêk çareser bibe, ye. Êdî di ser vê re dem bihuriye. Ti kes ne dikare vekişîna gerîla ji Bakur li ser me ferz bike, ne jî çekdanînê ferz bike. Ev xisûs pêk nayên. Ev yek rêbazên kesên çareseriyê naxwazin e. Hewl didin nîşanî civakê bidin ku pirsgirêk çareser kiriye û bi vî rengî civakê bixapînin. Her kes dizane ku hînê şert û mercên terikandina têkoşîna çekdarî nehatine afirandin, mekanîzmayên vê nehatine afirandin. Qanûnên ji bo vê nehatine derxistin. Gelê Kurd, PKK wê çi ji bawer bike û dest ji têkoşîna çekdarî berde? Wê ji çi bawer bikin û hêzên xwe yên çekdarî vekişîne? Di rewşeke ku li Rojhilata Navîn şerekî mezin diqewime, hêzên DAIŞ'ê ewçend bi hovane êrîşî gelê me, tevgera me û hêzên demokrasiyê dikin de, çekdanîn tê çi wateyê? Wê wateya qebûlkirina komkujiyê. Ne tenê PKK, ti mirovekî xwedî wijdan vê bilêv nake, qebûl nake."

Bayik bal kişand ser rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkê û got, "Li holê pirsgirêkek heye. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe, mekanîzmayên çareseriyê neyên afirandin, li nava çarçoveyeke destûra bingehîn neyê bicihkirin û bi qanûnan neyê ewlekirin, çareserî nabe. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka terikandin an jî neterikandina têkoşîna çekdarî ye, ne tenê terikandin an jî neterikandina şer û pevçûnan e. Li holê pirsgirêka azadiyê ya gelekî heye. Pirsgirêka hebûn, azadî û pêşerojê heye. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe, bi destûra bingehîn ewle nebe, ev pirsgirêk çareser nabin. Girîng e her kes vê zanibin. Em dixwazin ev pirsgirêk li gorî çarçoveya destûar bingehîn, bi garantiyên qanûnî çareser bikin. Ya ku em ji her kesî dixwazin ev e. Eger ev were qebûlkirin, hingî wê şer bisekine, muzakere pêk were û çareseriyê derkeve holê."