Rapora ÎHD û TÎHV: Polîsan li Silopiya sîvîl qetil kirin

Heyeta ÎHD û TÎHV'ê ya li Silopiya lêkolîn kirin rapora amade kirin aşkera kir. Di raporê de hat gotin ku di dema bûyeran de li derdora taxan polîsên sekvan bi cih kirin, welatî û mal hedef girtin û gulebaran kirin.

Heyeta ÎHD û TÎHV'ê ya li Silopiya lêkolîn kirin rapora amade kirin aşkera kir. Di raporê de hat gotin ku di dema bûyeran de li derdora taxan polîsên sekvan bi cih kirin, welatî û mal hedef girtin û gulebaran kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku polîsan li ber nexweşxaneyê welatiyên birîndar gulebaran kirin û qetil kirin. ÎHD û TIHV'ê xwest ku ji bo bûyer bê zelalkirin lêpirsînek bihêz bê destpêkirin.

ÎHD û TIHV'ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê têkildarî mirin, birîndar, îşkence û muameleyên xerab lêkolîn kirin û di encama lêkolînan de rapora amadekirin li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi raya giştî re parvekirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, xebatkarê TIHV'ê yê Amedê Murat Aba û rêveberên ÎHD'ê tevlî civînê bûn. Berî rapor bê aşkerakirin Racî Bîlîcî axaftinek kin kir û bal kişand ser encamên şer û pevçûnan.

BIRÎNDARÊN SILOPIYA HATIN BINÇAVKIRIN

Xebatkarê TIHV'ê Murat Aba jî diyar kir ku ji bo raporek alternatîf derxin welatiyên di bûyeran de birîndar bûn dewetî Amedê kirin û şevê din li otela lê diman ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Endama Desteya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê Vetha Aydin jî bang kir ku rêxistinên sivîl û hemû kesên din dest bi diyalogê bikin.

Tesbîtên heyetê pêk anîn wiha ne;

"*Heyeta me li Taxa Başakê ya bûyer lê pêk hatin lêkolîn kirin û tesbît kir ku hê xendek kolandîne û di nava bajar de barîkat hene.

* Heyeta me li taxê tespît kiriye ku beşek mezin a malan hatine gulebarankirin.

* Di dema bûyeran de polîsan di operasyonê de li derdora tax sekvan bi cih kirin û welatî û malên welatiyan gulebaran kirin û polîs ji bo sekvanan biparêzin li serê kolanan branda, çarşaf, batanî û tiştên din daliqandin û sekvan parastin.

* Heyeta me tespît kir ku li taxê kepçeyek zirxî hatiye şewitandin û hê li tax dimene kir.

* Heyeta me li taxê tespît kir ku trafoyek teqiyaye û ji ber vê yekê malek şewitiye, dîrekên ceyranê ketine, têlên ceyranê li erdê ne û ji ber vê yekê ceyran tineye, dîsa ji ber xendek û teqînan boruyên avê zerar dîtine û av tineye kir.

* Heyeta me tespît kir ku di dema bûyeran de polîsan mala Huseyîn Aşula şewitand û gulebaran kirin kir.

* Di dema bûyeran de mala Hediye Tanrikulu zerar dît û di malê de gelek derizîn çêbûne.

* Di bûyeran de klîmayên malekê hedef hatine girtin û hatine gulebarankirin.

* Li mala li ser marketa Zapê hatiye gulebarankirin û gule bi marketê jî ketin û camên wê hatine şikandin.

* Di dema bûyeran de welatiyên kesên birîndar birin nexweşxaneyê li ber nexweşxaneyê rastî şîdeta polîsan hatin û hatin binçavkirin.

* Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê û Baroya Şirnexê piştî bi dozger re hevdîtin kirin bi kesên hatin binçavkirin re hevdîtin kirin.

* Welatiyên li ber nexweşxaneyê dema hatin binçavkirin û di binçavan de hatin derbkirin, îşkence û muameleya xerab dîtin.

* Di dema bûyeran de polîsan li hemberî welatiyên sîvîl çek bi kar anîn û welatî bi guleyan birîndar kirin.

*Hêzên ewlehiyê di dema welatî, welatiyên birîndar dibirin nexweşxaneyê êrîşa bi çek û fîzîkî li hemberî birîndar û welatiyên ku birîndaran dibirin nexweşxaneyê kir û welatiyan binçav kir.

*Li gorî heyet, şahidên bûyerê û birîndaran hêzên ewlehiyê li ber nexweşxaneyê welatiyê bi navê Hamdî Ulaş ku temenê wî 50 salî bû polîs ew înfaz kirine û mafê wan ê jiyanî îhlal kirine.

*Welatî bi çalakiyan bertek nîşanî çewisandin û serdagirtinên malan dan, lê rastî tundiya polîsan hatin.

*Li navçeya Silopiya Şirnexê ji aliyê polîsan ve serdagirtin li hemberî malên welatiyan pêk hat, di van sedagirtinan de nêzîkatiyên tund li hemberî welatiyan hat nîşandan. Welatiyên Silopiya yê ji vê rewşê aciz bûn û neçar man ku biçin malên xizmên xwe yên derveyî Silopiya.

*Di roja bûyerê de polîs ji bo xendekên ku ji aliyê welatiyan ve hatine kolandin bigirin operasyonek berfireh plan kirine, di vê planê de pevçûn girtine ber çavan lê ev cihê ku cihê sîvîl lê dijîn negirtine ber çavan.

Pêşniyarên heyetê: Divê lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin

Piştî tespîtan heyet pêşniyarên xwe di raporê de wiha bi rêz kir:

*Ji bo bûyer bi her aliyê derkeve holê divê lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin.

*Bi taybetî jî der barê înfazên ku hatine kirin de li kamerayên Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya bên kon kontrolkirin.

*Divê hêzên ewlehiyê ku di nava wan de kesekî bi navê "Sultan" jî heye û yên ku êrîş pêk anîne bên tespîtkirin û hemû kamerayên Midûriyeta Emniyetê yê Navçeya Silopiya divê bigirin dosyaya lêpirsînê.

*Divê ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve komîsyonek bê avakirin û hemû mexdûriyeta welatiyan a di aliyê madî de bê pêşwazîkirin.

Ji endamên heyetê Parêzer Muhterem Suren ku endamê Desteya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê ye der barê raporê de pêşkeşiyek bi Kurdî kir"